CPT: Li Şêladizê 2 kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin

CPT’ê ragihand ku 2 welatiyên Şêladizê ku cenazeyên wan hatine dîtin, di encama bomberabana balafirên şer yên dewleta Tirk de hatine qetilkirin.

Di 3’yê Nîsana 2023’yan welatiyên bi navê Ehmed Hesen (35) ê xelkê gundê Sîte û Arif Umer (40) ê xelkê gundê Şabye ên ser bi Şêladizê, ji bo komkirina giyayên biharî berê xwe dabûn çiyayê Dawidkê. Ji wê rojê ve aqûbeta her dû welatiyan nediyar bû.

Îro cenazeyê her du welatiyên ku 11 roj bûn winda bibûn, li nêzî gundê Erdêl ya Şêladizê hatin dîtin.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) ragihand ku 2 welatiyên Şêladizê di encama bombebarana dewleta Tirk de, di şikefteke li çiya de hatine qetilkirin.