HPG: Mîrateyeke berxwedanê li pey xwe hiştin

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Heta nefesa xwe ya dawî ji bo paşeroja azad a gelê me têkoşiyan û mîrateyeke berxwedanê li pey xwe hiştin ku nayê jibîrkirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir. Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Partiya me PKK ku bi pêşengiya Rêber Apo dest bi têkoşînê kir û îradeya azad a gelê me temsîl dike, gelê me yê li ber ber qirkirin û tunekirinê bû bi rengekî bi heybet li sika dîrokê vegerand û kir hêviya azadiyê ya hemû bindestan. Ev meşa li ser xeta serketinê bêguman bi keda bêdawî ya şehîdên me yên nemir hate afirandin. Hevrêyên me ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe dan, bedena xwe kirin çeper û xaka Kurdistanê ya pîroz heta dilopa dawî ya xwîna xwe parastin, xurtbûna îradeya Apoyî di her serdemê de nîşanî cîhanê dan. Hevrêyên me Fîraz, Arnos û Dildar ên di Çileya 2023'an de şehîd bûn heta nefesa xwe ya dawî ji bo paşeroja azad a gelê me têkoşiyan û mîrateyeke berxwedanê li pey xwe hiştin ku nayê jibîrkirin. Ewladên leheng ên artêşa fedaiyan hevrêyên me Fîraz, Arnos û Dildar wê her tim di têkoşîna azadiyê de bêne bîranîn û rêya me ronî bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Fîraz Zîlan
Nav paşnav: Nêçîrvan Seven
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Şukriye-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Arnos Nûda
Nav paşnav: Arjen Dînçer
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Sureyya-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Çileya 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dildar Wan
Nav paşnav: Şehabettîn Dûrsûn
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Neherî-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Çileya 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

FÎRAZ ZÎLAN

Hevrêyê me Fîraz li navçeya Çelê ya Colemêrgê li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Deştanî ji dayik bû. Hîn di zarokatiya xwe de ji ber ku gundê wan hate şewitandin, tevî malbata xwe neçar ma ku koçî Geverê bike. Ji ber vê yekê hevrêyê me Fîraz li Geverê mezin bû. Mezinbûna li cihekî mîna Geverê ku dilsozê nirxên xwe yên çandî û nasnameya xwe ye, bandoreke mezin li ser kesayetiya hevrêyê me Fîraz kir. Hem şewitandin û hilweşandina gundê wan, hem jî zext, êşkence û komkujiyên ku dijmin li gelê me dikir, bûn sedem ku hêrseke mezin a li hemberî dijmin bi hevrêyê me Fîraz re peyda bibe û ji xwe re kirwezîfeya herî girîng, ku hesab ji dijmin bipirse. Hevrêyê me Fîraz weke ciwanekî ku hewl dida jiyanê fêhm bike û xwe ji derdora xwe berpirsyar didît, mezin bû û têkşoîna azadiyê ya gelê me her tim ji nêz ve şopand, li devera ku lê dima bû parçeyek ji têkoşînê û weke ciwanekî Kurd ê welatparêz ya ji destê wî dihat kir. Lê belê piştî ku bi rênîşandana dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bir ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava, li Şengalê komkujî li gelê me kir û xwest hêviya azadiyê ya gelê me tune bike, hevrêyê me Fîraz dest bi lêpirsîneke kûr a vê yekê kir. Di demekê de ku gelê me ji bo man û nemanê têkoşîn dimeşand, weke ciwanekî Kurd gihîşt wê baweriyê ku divê teqez têbikoşe û biryar da beşdarî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Fîraz bi kûrbûna xwe gihîşt wê encamê ku divê tevlîbûna wî li ser xeta fedaî be, bi her awayî xwe fedayî gelê xwe bike. Bi vê kûrbûnê re sala 2015'an dest ji zanîngehê berda, tevlî nava refên gerîla bû û bû namzetekî milîtaniya pêşeng a gelê me.

Hevrêyê me Fîraz ji qada Çewlîkê beşdarî nava refên gerîla bû, piştî ku demeke kurt li wir ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Perwedeya destpêkê ya li nava gerîla li qada Metînayê wergirt, bi perwerdeyê re hînî jiyana gerîla û çiyê bû û bi rengekî çalak tevlî bû. Hevrêyê me bi îdîa û biryardariyeke mezin beşdarî nava refên gerîla bû, xwest bi têkoşîna xwe hêjayî hevrêyên me yên şehîd û Rêberê me bibe, bi vê daxwazê tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Bi perwerdeyê xwe, rastiya gelê xwe baştir nas kir û fêhm kir. Bi qasî ku xwe nas kir, di kesayetiya xwe de guhertinên şoreşgerî kir, taybetmendiyên milîtaniya Apoyî pejirand. Bi vî rengî têkoşîneke bêhempa meşand û bû milîtanekî pêşeng. Ji bo parastina PKK û jiyana wê, ku bi keda bêhempa ya şehîdên me yên leheng û Rêberê me hate afirandin û bû temînata paşeroja azad a gelê me, li ser xeta fedaîtiyê tevlî têkoşînê bû û bi vê armancê fedaîtî ji xwe re kir şêweyekî jiyanê. Hevrêyê me ku bi fedakarî û kesayetiya xwe ya kedkar dihate naskirin, wezîfe û berpirsyariyên ku rêxistina me da wî bi cidiyeteke mezin nirxand û ji bilî serketinê pîvaneke din qebûl nekir. Ji ber vê taybetmendiya xwe di gelek karî de li gorî mîsyona ku danî ber xwe, tevlî bû. Bi kesayetiya xwe ya rê dida guhertin û nû bûnê, ji aliyê fêhmkirin û bicihanîna gerîlatiya serdema nû ve kûr bû û di rêbaz û taktîkên dema nû de xwe bi pêş ve bir, bû gerîlayekî profesyonel. Bi asta xwe ya kûrbûnê û rêbaza xwe ya tevlîbûnê ya fedaî hevrêyê me Fîraz bû milîtanekî Apoyî yê pêşeng, bi kesayetiya xwe ya ji dil, durust û kedkar heta ku şehîd bikeve li her qadê temsîliyeta fedaîtiyê kir.

ARNOS NÛDA

Hevrêyê me Arnos li nava malbateke welatparêz a ji navçeya Elbak a Wanê li Stenbolê ji dayik bû. Tevî ku ji ber koça malbata wî neçar ma ku dûrî welatê me Kurdistanê bijî, hevrêyê me Arnos cewhera xwe ya Kurdîtiyê parast, dilsoziya xwe ya bi gelê xwe, welatê xwe û Rêber Apo re mezin kir. Li gel her cûre siyaseta qirkirinê û şerê taybet ên dijmin jî bi alîkariya malbata xwe her tim têkiliya xwe ya bi Kurdistanê re parast, nehişt ku dijmin wî asîmîle bike. Di heman demê de têkoşîna azadiyê ya ku li Kurdistanê bi pêşengiya partiya me PKK'ê tê meşandin şopand, dilê xwe bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê lê da. Di dema ciwantiyê de mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet tevlî nava kar bû. Ji bo ciwanên Kurd ên mîna xwe dûrî Kurdistanê di bin zexta dijmin de hewl didan nasname û rûmeta xwe biparêzin bi rêxistin bike û tevlî têkoşînê bike, kete nava hewldanên mezin. Di her karî de ji ber pratîka xwe ya serketî li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Ji ber cidiyeta xwe ya li kar û rêbaza xwe ya encamwergirtinê, her roj hîn bêhtir berpirsyarî bi cih anî. Lê belê dilê hevrêyê me Arnos timî bi gerîla re lê dida, di sala 2015'an de ku dijmin komkujiyên il ser gelê me zêde kir, di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Arnos perwerdeya xwe ya destpêkê ya li nava refên gerîla li herêma Avaşînê wergirt, li gel xwezaya bêhempa ya Avaşînê ji nêzîkatiyên hevrêyên xwe bi bandor bû û di jiyana xwe ya şoreşgerî de hewl da dilsozê bîranînên van hevrêyên xwe be. Ji bo dilsoziya bi hevrêyên xwe yên ku di pêşvebirina wî de kedeke xwe ya mezin hebû, her tim hewl da ku bi xurtî tevlî bibe. Hevrêyê me Arnos piştre ji bo wextekê li herêma Qendîlê gerîlatî kir, li vir jî bi dîsîplîn û dilsoziyeke mezin tevlî nava kar bû. Jiyan, tevlîbûn û şehadeta hevrêyên xwe yên fedaî bi bandor bû, ji bo dilsozê bîranîna van hevrêyên xwe be û têkoşînê bi ser bixîne, xwest tevlî nava karên Hêzên Taybet bibe. Li ser vê bingehê di sala 2018'an de beşdarî nava karên Hêzên Taybet bû, şens bi dest xist ku têkoşîna xwe bigihîne asta herî bilind. Di her gavê, her nefesê de hewl da xwedî li bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd derkeve û bi dilê xwe yê pak û saf li her cihî li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê. Lewma bû yek ji wan hevrêyan ku hevrêyên wî dixwest pê re kar bikin. Afirandina xwe li ser felsefeya Rêbertî ji bo xwe kir karê beriya her tiştî û ji bo bibe hevrêyekî baş ê Rêber Apo û wezîfeyên hevrêtiyê bêkêmasî bi cih bîne kedeke mezin da. Bi qasî ku Rêber Apo fêhm kir hewl da bixe pratîkê, gihîşt wê têgihiştinê ku tenê bi vî rengî dikare bibe bersiv ji keda Rêberê me re. Di karên Hêzên Taybet de gelek wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî û li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Tecrûbeyên xwe yên bi salan bi hevrêyên xwe re parve kir û tevkarî li pêşvebirina wan kir. Hevrêyê me Arnos yekîtiya hestê bi xwe re afirand, hevrêyên ku ne li gel wî bû her tim hîs kir û ji bo wan çi ji destê wî dihat hewl da bike, feraseta ku her hevrêyek parçeyek ji Rêber Apo ye di jiyana xwe de bi hevrêtiya xwe nîşan da. Heta ku gihîşt şehadetê fedaîtî ji xwe re kir şêweyekî jiyanê û biqasî têkoşîna xwe bi şehadeta xwe jî wê pêşengiyê ji me re bike.

DILDAR WAN

Hevrêyê me Dildar weke endamê eşîra Ertûşî ya welatparêz a Kurdistanê li Wanê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe û hewirdora ku tê de jiyaye, ji zaroktiya xwe ve Partiya me nas kiriye. Ji ber bandora têkoşîna me ya bi pêşengiya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê, hevrê Dildar jî gelek bi gerîla û partiya me PKK’ê bandor bûye û eleqeya wî ya ji bo naskirinê zêdetir bûye. Dîsa êrîşên dijmin ên rojane yên li dijî gelê me û tolhildana gerîla ya li hemberî van êrîşan bû sedem ku hevrêyê me Dildar zêdetir bi Partiya me ve bê girêdan. Hevrêyê me Dildar li dijî pêkanîn û êrîşên dijmin ê li hemberî gelê Kurd ku tasfiyekirin û tinekirin esas digire, difikirî ku mîna her ciwanên Kurd ên bi rûmet ên bersiv dane vê yekê, di nava refên têkoşînê de cih bigire. Bi zanebûna ku têkoşîna herî bi bandor li çiyayên Kurdistanê, di nava refên gerîla de pêkan e, hevrêyê me di sala 2014’an de xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Lê ji ber hin pirsgirêkan nikarîbû vê daxwazê bi cih bîne. Hevrêyê me Dildar ku di têkoşînê de îdia û îradeya xwe diparêze û dixwaze bigihêje armanca xwe, di sala 2015’an de hemû derfetên sîstemê red kir, zanîngehê terikand û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku ji herêma Feraşînê tevlî nava refên gerîla bû, piştî demeke kin li vir ma, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li qada Metîna perwerdehiya Şervanên Nû dît û bi perwerdehiya ku dîtî re ji nêz ve derfeta naskirina Partiya me bi dest xist. Her wiha di perwerdehiya ku dîtî de rastiya gelê me ji nêz ve naskiriye û li ser vê esasê lêhûrbûnên xwe kûr jiyaye. Dema ku xwe tehlîl kir, bandorên pergala kapîtalîst li ser kesayeta xwe dît û hewl da ku van taybetmendiyan derbas bike û taybetmendiyên modernîteya demokratîk di kesayeta xwe de bide rûnişkandin. Êrîşên dijmin ên dijwar ên di pêvajoya tevlîbûna gerîla de, hişt ku hevrêyê me Dildar bêhtir li ser dersên leşkerî bisekine, lewma jî xwest bibe bersiv ji pêvajoya şerê dijwar re. Li ser vê esasê xwe di taktîk û şêwazê şerê gerîla de pispor kir. Hevrêyê me Dildar ê ku piştî perwerdehiya xwe qedand li qada Metîna dest bi pratîkê kir, nêzî 5 salan xebat da meşandin. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna gelek çalakiyên li dijî dijmin hewl da bersivê bide pêvajoyê, bi vî rengî hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherand çalakiyê û ji bo hemû ciwanên Kurdistanê bû mînak. Hevrêyê me yê ku bi kesayeta xwe ya fedekar û kedkar derdikeve pêş, bi zîrekiya xwe jî bersiv daye gelek pêdiviyên hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku her kar ji destê wî tê, bi sekna xwe ya dilnizim hemû qabiliyeta xwe xistiye xizmeta şoreşê û hevrêyên xwe û di vê wateyê de erkên xwe yên hevrêtiyê bi awayekî bêkêmasî bi cih anî. Hevrêyê me Dildar ku bi şêwazê xebata xwe ya bi disîplîn û bi helwesta xwe ya ku bawerî dida hevrêyên xwe, bûye milîtanekî pêşeng û di sala 2020’an de tevlî xebatên Biryargeha Navendî bû. Piştre dema ku êrîşên dijmin ên li ser herêma Zapê zêde bûn, xwest li gel hevrêyên xwe yên di tunelên şer de li berxwe didin, be. Hevrêyê me yê ku ev daxwaz bi cih anî, demekê li herêma Zapê ma û di berxwedana destanî ya li hemberî êrîşên dijmin de cih girt. Hevrêyê me Dildar ku di veguherandina Zapê ya keleha berxwedanê de ked daye, di tevahiya jiyana xwe ya gerîla de şêwazê tevlîbûna fedaî esas girtiye û heta nefesa xwe ya dawî parastina wê kiriye.”