HPG: Hevrêyê me Xebatkar û welatparêz Lokman Gorgun şehîd bûn

HPG'ê got, "Di 8'ê Nîsanê de li bejahiya gundê Cinata yê herêma Omeriya ya Mêrdînê hevrêyê me Xebatkar û welatparêzê hêja Lokman Gorgun di êrîşa artêşa Tirk de şehîde bûn."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê li gel biryara tevgera me ya bêçalakiyê jî bi rengekî bênavber êrîşî hêzên me dike. Di 8'ê Nîsanê de li bejahiya gundê Cinata yê herêma Omeriya ya Mêrdînê, artêşa Tirk a dagirker êrîş bir ser hevrêyê me Xebatkar Bagok ê li ser erka xwe bû û xizmê wî welatparêzê hêja Lokman Gorgun û di encamê de şehîd bûn. Artêşa Tirk welatparêzê Kurd ê bêguneh, bêçek û sivîl Lokman Gorgun bi rengekî bêdaraz înfaz kir û sûcê şer kir. Lokman Gorgun ku welatparêzekî bi rûmet ê dilsozê gel û welatê xwe bû, şehîdê têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê ye. Hevrêyê me Xebatkar jî mîna hemû hêzên me yên gerîla di pozîsyona bêçalakiyê de bû û hingî di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em ji malbata hêja ya hevrêyê me Xebatkar, welatparêzê bi rûmet Lokman Gorgun û xelkê Mêrdînê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku bi xwedîderketina li bîranîna şehîdan têkoşînê heta serketinê mezin bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Xebatkar Bagok ê şehîd bû, wiha ne:

"Hevrêyê me Xebatkar li nava malbateke welatparêz li Nisêbînê ji dayik bû ku ev herêma me bi serhildan û berxwedana xwe tê naskirin, ti carî serî li ber dijmin netewandiye û ji gelê Kurdistanê re bûye mînak. Hevrêyê me Xebatkar ku li gundê Cinata yê li quntara çiyayê Bagokê mezin bû, hem ji ber welatparêziya xurt a malbata xwe hem jî ji ber berxwedana gerîla ya li herêma Bagokê, bi bandora şerê azadiyê partiya me PKK nas kir. Ji ber vê yekê jî hîn biçûkanî dixwest bibe gerîla. Dema ku bû ciwan, mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet tevlî nava karên ciwanan bû. Bi tevlîbûna xwe ya serketî ya li vî karî, bi taybetmendiya xwe ya çalakger li pêş bû, pêşengî ji ciwanên Nisêbînê re kir. Bi çalakiyên serketî yên li dijî dijmin kir ku li Nisêbînê bêhnê li dijmin biçikîne, nehêle bi rehetî tevbigere. Ji ber vê yekê jî bû hedefa dijmin û di sala 2013'an ji aliyê dijmin ve dîl hate girtin. Li gel êşkenceya dijmin jî tawîz ji sekna xwe neda, berevajî vê yekê li hemberî zext û êşkenceya dijmin biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezin bike. Di sala 2015'an de piştî ku dijmin dest bi konsepta êrîşê ya topyekûn a li hemberî gelê me kir, hevrêyê me Xebatkar jî biryar da tevlî nava refên gerîla bibe û bi vî rengî bersivê bide êrîşan. Li ser vê bingehê li warê ku lê ji dayik bû tevlî nava refên gerîla bû û bû navê hêviya azadiyê ji gelê me re.

Hevrêyê me yê ku bi qasî salekê li herêma Mêrdînê ma, di vê pêvajoyê de hewl da ku jiyana gerîla û felsefeya Rêbertiyê fêr bibe û fêm bike. Hevrêyê me yê ku şahidiya şerê dijwar kir, bi taybet ji berxwedana bi şêwaza fedaî ya di dema xwerêveberiyê de bandor bû. Di heman demê de rastiye ku gelek hevrêyên me li dijî êrîşên dijwar ên dijmin bi fedaî şer kirin û gihîştin şehadetê jî lêhûrbûna hevrêyê me Xebatkar ê têkoşînê xurt kiriye. Hevrêyê me yê ku ferq kir ku divê tevlîbûna wî li ser xeta fedaî be, fikirî ku ji bo vê pêwîste di warê leşkerî û bîrdozî de xwe kûr bike. Hevrêyê me Xebatkar ê ku ji şerê derketî dersên girîng bi dest xist, fêm kir ku serketin bi yekîneyên gerîla yên pispor û profesyonel pêkan e. Ji ber vê yekê xwest di şerê gerîla de pispor bibe û li ser vê bingehê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdeya pisporiya leşkerî dît. Hevrê Xebatkar ê ku gelekî jîr e, tiştên ku di perwerdê de hatine vegotin yekser fêm kir û xist pratîkê. Her wiha lêhûrbûnên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û di pêşketina wan de rolek girîng lîst û erka xwe ya hevrêtiyê pêk anî. Her wiha bi kesayeta xwe ya jidil, durist, kedkar û rengîn ji bo hevrêyên xwe yên ku bi wan re perwerde û xebat kiriye, bûye çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Xebatkar ê ku milîtanekî pêşeng bû, bi helwesta xwe ya zelal a têkoşînê û bi kesayeta xwe ya xwedî îrade, bi saya van taybetiyan her tim di her kêliya jiyanê de li pêş bû. Piştî perwerdeyê ji bo tevlî pêngavên şoreşgerî yên rizgarkirina gelê me yê Êzidî ji çeteyên DAÎŞ’ê bibe çû Şengalê. Bi awayekî aktîf beşdarî pêngava rizgarkirina Şengalê bû û di têkbirina çeteyan de xwedî kedek girîng bû. Her çend li her qada têkoşînê bi rengê fedaî tevlî bû û têkoşiya jî dilê hevrêyê me Xebatkar her tim li qada Mêrdînê lê dida. Hem ji ber ku warê lê ji dayik bû, hem li wir tevlî nava refên gerîla bû, hem gerîlayên destpêkê yên nas kir li qada Mêrdînê şehîd bû, hevrêyê me Xebatkar dixwest derbasî qada Mêrdînê bibe. Li ser vê bingehê di sala 2018'an de derbasî qada Mêrdînê bû, li cihê ku lê dest bi têkoşînê kir, têkoşîna xwe dewam kir. Li qada Mêrdînê ku bi zor û zehmetiyên xwe tê naskirin, hevrêyê me Xebatkar bi ciwantî û sekna xwe ya li nava têkoşînê bêrawestan têkoşiya, li vir jî bi mîsyona pêşengiyê rabû. Li qada Mêrdînê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, kir ku derbên giran li dijmin bêne xistin. Ji ber jêhatîbûna xwe beşdarî gelek karên cuda bû, ji bo bicihanîna gerîlatiya serdema nû bi rola pêşengiyê tevgeriya. Ji ber vê yekê jî weke milîtanekî ciwan ê Apoyî wezîfeyên demê rast tespît kir û bi rêyên çarseriyê jî pêşengî ji serdema nû ya têkoşînê re kir. Heta 8'ê Nîsana 2023'an dema şehadetê, ti carî ji sekna xwe ya milîtaniya Apoyî tawîz neda, bi vî rengî têkoşiya û bi qasî têkoşîna xwe bi şehadeta xwe jî wê bibe pêşeng ji hevrêyên xwe re.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DEWAM DIKIN

Li herêma Zapê;

11 û 12'ê Nîsanê saet di 10:30, 12:00, 13:00 de artêşa Tirk a dagirker êrîş bir ser çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin neçar man bersivê bidin û 4 caran şer qewimî.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

11 û 12'ê Nîsanê li qadên Çemço û Sîdayê, bi çekên giran, obus û tankan 37 caran bombardûman li ser çeperên me yên berxwedanê hatin kirin."