AKP'ê ji bo hilbijartinê dest bi dek û dolaban kir

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14'ê Gulanê re AKP'ê li Kurdistanê dest bi dek û dolaban kir. AKP û komeleyên wê weke bertîla hilbijartinê pere û koliya xurekê belav dikin.

Ji bo hilbijartinên parlamenteriyê û serokkomariyê yên 14'ê Gulanê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê demeke kurt ma. Piştgiriya ji bo Partiya Çep a Kesk roj bi roj zêde dibe. Piştgiriya Partiya Çep a Kesk ku bûye hêvî ji gel re, desthilatdariya AKP-MHP'ê ditirsîne.

Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ku ji piştgiriya gel a ji bo Partiya Çep a Kesk ditirse, dest bi dek û dolaban kir. Li Wanê ku hikumeta AKP-MHP'ê tijî leşker û polîs kiriye, çalakiyên demokratÎk ên Partiya Çep a Kesk bi polîsan têne astengkirin. Li gel polîtîkayên zext û tepisandinê jî Partiya Çep a Kesk mîna mîtîngê buroyên hilbijartinê vedike.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di serî de Wan û Colemêrg tayîn û destûra hemû leşker û polîsên li bajarên Kurdistanê ji bo piştî 14'ê Gulanê qedexe kir. Bloka faşîst qîma xwe bi vê jî neanî û dest bi belavkirina bertîlê li nava gel kir. Bİ taybetî AKP'î bi şev diçin malan û pere û xurekê belav dikin. Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşan dan ku komek ji baskê AKP'ê yê jinan û meleyan bertîla hilbijartinê belav dike.

'EM ÎRADEYA XWE NAFIROŞIN'

Ji şêniyên taxa Stasyonê ya navçeya Tûşbayê ya Wanê kesekî got, "Nîvê şevê komên ji jin û mêran li nava taxan digerin. Ev kes diçin wan malên xizan ên ku berê tespît kiribûn. Beriya çend rojan hatin mala min. Koliyên xurekê bi xwe re anî bûn. Li gel koliya xurekê xwestin hezar TL'yî bidin. Me ew ji malê qewirand. Me ji wan re got ku bila careke din neyên. Ji wan heye ku wê karibin bi bertîlê gel bikirin. Lê belê em gelê Kurd îradeya xwe nafiroşin. Em ê di 14'e Gulanê de hesab ji wan bixwazin."