'Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin'

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Parêzeran a Herêma Firatê Azad Ebdî li dijî tecrîdê bang li gel kir ku xwedî helwest be û got, "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her derê li qadan bin. Ji ber ku bi saya Rêber Apo em gihîştin vê encamê."

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn dewam dikin. Parêzer Azad Ebdî derbarê tecrîda giran a li ser Ocalan Apo ji ANF’ê re axivî.

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Parêzeran a Herêma Firatê Azad Ebdî  diyar kir ku komplo hîn jî dewam dike û got, "Dewletên kapîtalîst dixwazin fikra demokratîk ji holê rakin, lewma bi yek destî komployek li dijî Rêberê me dan destpêkirin. Piştî ku Rêberê me hat girtin, ev bû nêzî du salin tu agahî ji Rêberê me nayê girtin. Ne dihêlin malbat ne jî parêzerên wî hevdîtinê pêk bînin."

Azad Ebdî anî ziman ku fikir û felsefeya Ocalan Apo di Rêveberiya Xweser de diyar dibe û got, "Tirsa dewleta Tirk ji fikir û felsefeya Rêber Apo ye û ji Rêveberiya Xweser e. Bi saya fikra Rêber Apo jin bû xwedî maf û hemû kesên bindest doza mafê xwe kirin. Ew jî bi encamê fikir û felsefeya Rêber Apo ye."

Azad Ebdî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser armanca ji tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dixwazin ku têkiliya navbera Rêber Apo û gel qut bikin. CPT çû serdana Îmraliyê lê belê tiştek di vê der barê de eşkere nekir. Em bang li gel dikin ku xwedî helwest bin û heta azadiya Rêber Apo a fîzîkî her li qadan bin. Ji ber ku bi saya Rêber Apo em gihîştin vê encamê."