PYD'ê ji ber salvegera 48'an a damezrandina YNK'ê peyamek weşand

PYD'ê ji ber salvegera damezrandina YNK'ê ya 48'an peyameke pîrozkirinê weşand û got, "Hêvî dikin ku rêya we ya têkoşînê bi serketinê tacîdar be."

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 48’emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek belav kir.

Peyama PDY’ê wiha ye:

“Encumena Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 48’emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) germtirîn pîrozbayî û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî dost û birayan, malbatên şehîdan ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), rêveberî û baregehan dike.

Di van demên hesas ên ku herêm û cîhan tê re derbas dibin de divê nirxên mirovî û Kurdî bibin yek û em ber bi xurtkirina peywendiyan ve herin da ku xizmeta parastina destkeftiyên Kurdistanê bikin ku di rêya çareseriya domdar a pirsgirêka Kurd de, ev yek ji bo hemû herêmê weke teltîka ewlehî û aramiyê ye.

Em careke din salvegera damezirandinê li we pîroz dikin, hêvî dikin ku rêyên têkoşîna we bi serkeftinê bên xemlandin.”