HPG: Ew bûn meşaleya têkoşîna me ya azadiyê

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Sînan, Mazlûm û Ararat bûn meşaleya têkoşîna me ya azadiyê û wê her tim rêya me ronî bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir. Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Fermandarê me Sînan Dijwar û hevrêyên me Mazlûm Koçer û Ararat Tolhildan 10'ê Adara 2023'an li Başûrê Kurdistanê dema bi erka xwe radibîn di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Milîtanê dilsozê partiya me PKK'ê hevalê Sînan ku 30 salên xwe da têkoşîna azadiyê û di asta fermandariya eyaletê de wezîfe kir, tevî du hevrêyên xwe şehîd bû. Şehadeta wan ji bo têkoşîna me windahiyeke giran bû. Hevrê Sînan, Mazlûm û Ararat ku ji bo paşerojeke azad a gelê me bêfikar û bêteredût têkşoiyan, wê bibin meşaleya têkoşîna me ya azadiyê û rêya me timî ronî bikin. Rêbaza tevlîbûnê ya bi rengê fedaî û sekna milîtaniya Apoyî ya bêtawîz a hevrêyên me yên şehîd, wê ji me re bibe mînak, em ê ala wan a têkoşînê bilind bikin, tola wan hilînin û her tim xwedî li bîranîna wan derkevin. Di şexsê hevrê Sînan, Mazlûm û Ararat de em soza ku me dane şehîdan careke din nû dikin û diyar dikin ku em ê şopdarê xeta şehîdan bin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Sînan Dijwar
Nav paşnav: Fehmî Ogmen
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Besna-Casîm
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Adara 2023 / Başûrê Kurdistanê

Nasnav: Mazlûm Koçer
Nav paşnav: Mehmet Salîh Çakal
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Rabîa-Sadik
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Adara 2023 / Başûrê Kurdistanê

Nasnav: Ararat Tolhildan
Nav paşnav: Ahmet Mûhammed Alî
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê
Dayik-Bav: Mehdiya-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Adara 2023 / Başûrê Kurdistanê

SÎNAN DIJWAR

Hevrêyê me Sînan Dijwar li nava malbateke kedkar û welatparêz ji dayik bû. Eşîra Doskî ku malbata wî jê ye, eşîreke qedîm e ku bi sedan sal in quntara Zagrosan ji xwe re kiriye war. Hevrêyê me Sînan jî li Geverê li derdoreke ji nirx û exlaqê xurt ê civakî û hişmendiya welatparêziyê mezin bû. Ji ber vê yekê xwedî karakterekî têgihiştî û hestên welatparêziyê bû ku nirxên civakî di kesayetiya xwe de da rûniştandin. Agirê azadiyê yê ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zagrosan vêxist, dengê tivinga gerîla ku li çiyê bilind bû li herêma Colemêrgê bi taybetî jî li Geverê deng veda. Gelek keç û mêr ên ciwan ên Geverê berê xwe dan agirê azadiyê yên li serê çiyayê Zagrosan, xwestin vî agirî geş bikin, artêşa gerîla mezin bikin û paşeroja azadiyê ji bo gelê xwe biafirînin. Gelek ciwanên Kurdistanê yên di vê oxirê de xwe feda kirin, rastiya şehîdan a xelkê herêmê û gelê Kurd, nirxên pîroz û rêya pîroz a li ser şopa wan afirandin.

Hevrêyê me Sînan jî yek ji wan ciwanan bûn ku di salên 1990'î de berê xwe da nava refên gerîla. Di sala 1993'an de bi xeyal û armancên mezin tevlî nava partiya me PKK'ê bû. Hevrêyê me Sînan xwe di nava gerîla de nas kir, bi kêfxweşî tevlî nava vê civaka mirovan a bi nirxên herî pak ên mirovahiyê dijîn, gerîla ne tenê weke hêzeke şer dît. Bi wî çavî li gerîla nihêrî ku gerîla û gerîlatî formeke nû ya jiyanê ye, şêweyê fedakariya mirovên azad e, yekane firsenda azadî û hebûna mirovên Kurd e. Ji ber vê yekê bêteredût tevlî nava jiyana gerîla bû, b, eşqeke mezin tevlî bû. Ji bo bibe xwedî hişmendiya jiyana azad, ji bo hunera milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih bike, ji bo bibe şervanekî têk naçe û fermandarekî serketinê, gelekî hewl da. Piştre ji aliyê hevalên xwe ve weke Sînan Gever bihata naskirin jî wî navê pismamê xwe Dijwar (Îlyas Ogmen) li xwe kir ku sala 1994'an li Elbak a Wanê şehîd bû û navê xwe kir Sînan Dijwar.

Hevrê Sînan Dijwar ji sala 1993'an heta sala 1998'an bênavber li gelek qadên Zagrosan gerîlatî kir. Li cihê ku lê ji dayik bû û lê mezin bû, bi kelecan gerîlatî kir, bi hêrseke mezin derbên giran li dijminê mêtinger xist, ku bi dagirkirinê ev xak qirêj kiriye û tevkariyên girîng li têkoşîna azadiyê kir. Hevrê Sînan bi kesayetiya xwe ya kedkar û wêrekiya xwe ya mezin tevlî çalakiyan bû, li qada şer bû xwedî tecrûbe û li nava şerê giran bû fermandarekî serketinê. Di sala 1996'an de tevlî çalakiya li Girê Jêhat a li ser Qereqola Ertûşê bû, di vê çalakiyê de ji lingê xwe birîndar bû. Hevrê Sînan weke yekî welê dihate naskirin ku bêteredût bi ser dijmin ve diçû. Hevrê Sînan ji bo xwe di îdeolojiya Apoyî de kûr bike li Zagrosan tevlî dewreya dibistana kadro bû, xwe perwerde kir. Her kêliya jiyana gerîla, qada şerê pratîkî weke akademiya herî mezin nirxand, bi tecrûbeyên xwe bû hostayekî mezin ê jiyanê.

Di sala 1999'an de careke din tevlî perwerdeya li dibistana kadro bû, piştre jî derbasî herêmên Xakurkê û Xinêrê bû. Di sala 2006'an de ji Xakurkê derbasî Qendîlê, ji Garê derbasî Zapê bû û li her qada Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berpirsyarî rabû, fermandarî kir, kar kir. Hevrê Sînan di nava artêşa me ya gerîla de ji şervaniyê heta fermandariya manga, ji fermandariya manga heta fermandariya tabûrê wezîfe kir. Bi tecrûbeya mezin a salan xwest xwe bigihîne herêmên navîn ên Bakurê Kurdistanê û tecrûbeyên xwe bi cih bîne. Ji bo pêvajoya pêngavî ya tevgera me ku bi gotina 'Êdî bes e' li gelek qadan hate destpêkirin, hevrêyê me Sînan jî bi derbasbûna li Bakur û pratîka serketî xwest bersivê bide. Li ser vê bingehê di sala 2007'an de derbasî Botanê bû, ji wir jî derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Zû hînî eyaleta Mêrdînê bû û li vê derê tevlî nava pratîkê bû. Lê beêl li eyaleta Mêrdînê qezayek bi serê hevrêyê me Sînan hat, di encamê de du tiliyên destê wî yê rastê jê bûn. Bi armacna tedawiyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, piştî tedawiyê careke din li wezîfeya xwe vegeriya. Tevî ku destekî wî heta astekê seqet bû, ev yek li pêşiya gerîlatiya wî ti carî nebû asteng û bi daxwaz û kelecan fermandarî ji hevrêyên xwe re kir.

Di sala 2008'an de li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeyê bû, li vê derê gerîlatî û rêbaza xwe ya fermandariyê ya 15 salan nirxand, xwe li ser Paradîgmaya Azadîparêziya Jinê, Demokratîk Ekolojîk kûr kir, bi kûrbûneke xurt jinûve derbasî Xakurkê û Zagrosan bû. Piştî pratîka du salan di sala 2010'an de derbasî herêmên heftanîn û Metînayê bû, çar salan bi berpirsyarî rabû û wezîfeyên demê bi cih anî. Hevrêyê me Sînan bi hevrêtiya xwe ya ji dil, kedkarî, fedakarî û rêbaza xwe ya fermandariyê ya cihê baweriyê, bi tempoya xwe ya ji bo serketinê di nava rêxistina me de bû xwedî roleke girîng. Bi van taybetmendiyên xwe li her qada ku lê ma bi rengekî dilnizm tevlî bû, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê, tecrûbeya xwe ya bi salan bi hevrêyên xwe re parve kir.

Hevrêyê me Sînan ji şervaniyê heta bi fermandariya di her astê de li her qada ku şoreşa me pêwîstî pê didît bi biryardariya serketinê erk û wezîfeyên xwe bi cih anî. Bi vê têgihiştin û berpirsyariyê di asta fermandariya eyaletê de wezîfe kir, ji sala 2014'an heta 2023'an li qadên cuda û Başûrê Kurdistanê karên cuda kir. Di vê demê de tevlî perwerdeya li Ocaxa PKK'ê ya Sakîne Cansiz bû, pirsgirêkên pêşketinê yên têkoşîna me bi berfirehî nîqaş kir, ji bo karibe şerê zayend û çînî hîn bi xurtî bimeşîne, xwe kûr kir. Hevrêyê me Sînan bi kûrbûna xurt a li Ocaxa Partiyê, hewl da ku îdeolojiya demokratîk sosyalîst a PKK'ê li her qadê serwer bike û pîvanên rêxistinê bilind bike. Hevrêyê me Sînan her nefes, her gav, her gotina xwe ji bo paşerojeke azad a gelê xwe pêk anî. Di vê oxirê de bêfikar û bi fedakar tevlî bû. Hevrêyê me Sînan tevî du hevrêyên xwe dema ku li Başûrê Kurdistanê li ser erka xwe bû 10'ê Adara 2023'an di êrîşa dijmin de şehîd bû.

Hevrêyê me Sînan Dijwar di têkoşîna azadiyê ya pîroz de ku ji bo jiyaneke azad tevlî bû, 30 salan ranewestiya, karê xwe ti carî têrker nedît, her tim xwe weke deyndarê gelê me, şehîdên me û Rêbertî dît, bi vî rengî têkoşiya. Di nava jiyana xwe ya têkoşînê de serketinên gelekî mezin pêk anî, nirxên girîng ji bo gelê me afirand û ji me hevrêyên xwe re bû fermandarekî mînak. 30 salên maratona azadiyê ya hevrê Sînan ku bêrawestan bi cih anî, destan û bîrdariya lehengiyê ye. Ev meşa hevrê Sînan ji bo me hevrêyên wî, ciwanên Geverê, hemû ciwanên Kurdistanê û gelê Kurd xeta têkoşînê ye ku wê mînak bê dîtin. Weke hevalên wî yên têkoşînê, em ê hunera milîtaniya Apoyî û taybetmendiyên bedew ên hevrêyê xwe Sînan ji xwe re bikin mînak, bi serxistina têkoşîna wî xwedî li bîranîna wî derkevin û xwîna wî li erdê nehêlin.

MAZLÛM KOÇER

Hevrêyê me Mazlûm li nava malbateke koçer a ji eşîra Alikî ya welatparêz li Sêrtê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî ya koçer dilsozê kevneşopî û çanda Kurdîtiyê bû, sîstema kapîtalîst bandoreke mezin li hevrêyê me Mazlûm nekir. Ji ber vê yekê jî bi weke kesayetekî cewherî û xwezayî mezin bû. Ji ber ku eşîra wî yek ji eşîrên herî welatparêz ên Kurdistanê ye, her wiha ji nava eşîrê gelek tevlîbûn li nava refên gerîla bû, hevrêyê me Mazlûm jî hîn di temenê biçûk de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Ji ber ku bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû, hîn di temenê biçûk de gerîla weke hêza rizgariyê dît, ji xwe re kir armanc ku rojekê tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Mazlûm her ku mezin bû rastiya dijmin bêhtir fêhm kir, têkoşîna azadiyê ya gerîla li gelek herêmên Kurdistanê dimeşîne, baştir têgihişt. Ji ber vê yekê jî armanca xwe ya tevlîbûna li nava refên gerîla êdî ji xwe re kir wezîfeyek ku divê bi cih bîne. Bi taybetî êrîş û siyaseta qirkirinê ya dijmin a li ser gelê me, ji bo hevrêyê me Mazlûm bû sedema hêrseeke mezin. Têgihişt ku hesabê vê polîtîkayê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare ji dijmin bê pirsîn. Li ser vê bingehê sala 2013'an ji Garzanê tevlî nava refên grîla bû û mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet careke din qada têkoşînê ya esîl destnîşan kir.

Hevrêyê me piştî tevlî nava refên gerîla bû, demekê li herêma Garzanê ma û yekemîn perwerdehiya xwe ya gerîla li vir dît. Derfeta naskirina gelek hevrêyên me yên hêja bi dest xist û ji tecrûbeya mezin a van hevrêyan sûd wergirt. Ji ber vê sedemê zû pêş ket. Hevrêyê me ji ber ji malbateke Koçer bû di jiyana çiyayî de zehmetî ne jiya û zû xwe bi jiyana azad a gerîla re adapte kir. Piştî demekê li qada Garzanê ma, hevrêyê me yê ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li herêma Zapê perwerdeya Şervanên Nû dît. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û sûdê ji tecrûbeyên hevrêyên me stend, di perwerdê de ji hevrêyên xwe re pêşengî kir. Tiştên ku hîn bûye bi coş û kelecaneke mezin hevrêyên xwe hîn kiriye û ji bo pêşketina wan ked daye. Bi vî rengî hevrêyê me Mazlûm ku ji destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê de dest bi pêşengtiyê kir, di vê dema kin de nîşan da ku ji bo fermandariyê namzedek bi hêvî ye. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeyê beşdarî çalakiyên li qada Zapê bû, di pratîkê de jî tevlîbûna xwe ya pêşeng berdewam kir. Li hemberî operasyonên îmhayê yên dijmin ku ji nîveka sala 2015’an ve dabû destpêkirin, bi cesaret û biryardariyeke mezin li ber xwe da, tevî hevrêyên xwe derbên giran li dijmin xist û bi vê şêwayê hêza gerîlayê Kurdistanê careke din nîşanî dijmin da. Hevrêyê me yê ku heta sala 2017’an li herêma Zapê beşdarî gelek çalakiyan bû, bi serkeftina xwe ya di van çalakiyan de û bi jêhatiya xwe ya di hunera gerîlatiyê de bû fermandar. Hem di warê birdozî hem jî di warê leşkerî de pêşketin ji bo xwe esas girtiye û ji xwe re kir armanca sereke ku kesayeta xwe li gorî felsefeya Rêbertiyê ava bike. Ji dil bawer dikir ku gerîlayek azadiyê ancax bi kûrbûna di felsefeya Rêbertiyê de dikare bi ser bikeve û di vê alî de lêhûrbûnên xwe kûrtir kiriye. 

Hevrêyê me Mazlûm ku ji sala 2018’an û vir ve li qada Qendîlê bû, li vir jî di heman astê de pêşketin esas girtiye. Hevrêyê me yê ku di gelek xebatên cuda de cih girt, bi serkeftina xwe ya di van xebatan de baweriya hevrêyên xwe bi dest xist. Ji ber vê yekê jî di nava xebatên ku dilsoziya bilind bi nirxên azadiyê re hewce dike de cih girtiye. Hevrêyê me Mazlûm ku bi tevlîbûna xwe ya kedkar û fedekar a li van xebatan re hewl da hêjayî baweriya hevrêyên xwe be, xwe bi perwerdekirina di bîrdoziya Apoyî de bersiv da. Hevrêyê me Mazlûm ku çi kar û peywirê dike bila bike weke pêdiviya dilsoziya bi Rêbertî û şehîdên me re serfiraziyê esas digire, pê dizane ku tenê bi vî rengî dikare bersivji pêvajoya dîrokî ya ku gelê me tê re derbas dibe were dayin. Ji ber vê yekê di xebatên ku tê de cih girtiye bi xîret xebitî û bi şêwaza xebata xwe ya bi disîplîn û fedekar ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Hevrêyê me Mazlûm ku di êrîşa dijmin a 10’ê Adara 2023’yan de li Başûrê Kurdistanê li gel hevrêyên me Sînan û Ararat şehîd bû; Bi tevlêbûna xwe ya rast, bi jiyana xwe ya mutewazî û bi kesayeta xwe ya xwezayî ku ji pergala kapîtalîst bandor nebûye, wê her tim di dilê hemû hevrêyên xwe de be û bibe sedema serkeftinê.

ARARAT TOLHILDAN

Hevrêyê me Ararat li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Ji ber welatparêziya malbata xwe, hîna di biçûkahiya xwe de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Bi hest û zanebûna welatparêziyê mezin dibe. Kadroyên me yên di xebatên rêxistinbûnê de nas kir û heyranî jiyan û sekna kadroyan bû. Dagirkerî û parçekirina welatê me û êşa qirkirina fîzîkî û çandî ya li ser gelê me tê meşandin, hîs kir. Li dijî vê yekê bû xwedî hêrsek mezin. Malbata wî koçî Şamê kir, lewma hevrêyê me Ararat ji xaka Kurdistanê dûr ket û bi xerîbiya ji welatê me re mezin bû. Hingî mezin bû ferq kir ku jiyana di nava sîstemê de nayê jiyîn. Hevrêyê me Ararat ket nava lêgerînê û weke ciwanekî Kurd parçebûna welatê me qebûl nekir. Bi pêvajoya ku bi bihara Ereban destpê kir, gelên li Sûriyeyê jî rabûn serhildanê. Malbata hevrêyê me Ararat jî di nava van serhildanan de cihê xwe girt. Dayik û bavê wî di êrîşên rejîmê yên li ser van serhildanan de, jiyana xwe ji dest dan. Hevrêyê me Ararat her çendî ku bi wefata dayik û bavê xwe xemgîn bû be jî, bi wan serbilind bû. Dîsa di heman demê de pir kêfxweş bû ku gelê me yê li Rojava li ser bingeha xwepraastinê îlanên rêveberiya xweser kir. Ji derdora wî ya nêz jî tevlî vê meşa pîroz bûn û şehadet çêbûn. Hevrêyê me Ararat bawer kir ku di vê dema şoreşê ya dîrokî de jî divê wezîfeyên ku dikeve ser milê wî pêk bîne. Bi zêdebûna êrîşên dagirkeran ên li ser gelê me, êdî rêyek cuda hilbijart û biryar da ku têbikoşe. Ket wê zanebûnê ku bêyî têkoşîna çekdarî ya li dijî dagirkeran, wê destketiyên hatî qezenckirin neyên parastin. Lewma hevrêyê me Ararat zaniye ku têkoşîna herî bi bandor dikare di nava refên PKK’ê de bide û sala 2019’an tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Ararat bi tevlîbûna refên me xeyalê xwe yê zarokatiyê pêk anî û êdî bû gerîla. Hevrêyê me Ararat li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeyên bingehîn dît û bi coşeke mezin tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me Ararat bi kesayeta xwe ya pijayî û dilnizm di îdeolojiya Rêber Apo de hîn bi zanetir û watedar bû. Hevrêyê me Ararat dianî ziman ku hingî mirov Rêber Apo dixwîne, ‘dikeve ferqa mirovbûna xwe de’ û ferq kiriye ku di sîstemê de di nava xapandinek çawa de tê jiyîn. Hevrêyê me Ararat bi tevlîbûna xwe ya kedkar û sade bê navber hewl da ku xwe û hevrêyên xwe pêş bixe. Tevî ku zêde tecrubeya wî ya gerîlatiyê nebû jî, wezîfeyên krîtîk û zehmet bi layiqî bi cih anî û bû xwediyê pratîkek serketî. Bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û şehîdan, bi baweriya xwe ya bi têkoşîn û serketinê seknek bi biryar raber kir. Ji jiyan û têkîliyên hevrêtiyê ku ji aliyê Rêber Apo û bi hezaran şehîdên me ve hatine avakirin, pir bi bandor bû. Hevrêyê me Ararat ku bi berpirsyarî û cidiyetek mezin nêzî jiyanê bû, bawer kir ku eger mirov di jiyanê de bi ser bikeve wê di şer de jî bi ser bikeve. Hevrêyê me Ararat baş zaniye ku bêyî ked nirx nayê avakirin, pir xebitî û nirx tevlî nirxên me kirin. Pir girêdayî hevrêtiyê bûye ku cewhera PKK’ê ava dike. Hevrêyê me Ararat digot ku hingî ku xwe pêş dixe nêzî Rêber Apo dibe û kariye bibe mîlîtanek fedayî. Hewl dida ku cewherê xwe fêm bike û bi rengekî bi bandor têkoşîn kir. Hevrêyê me Ararat armanc dikir ku bibe gerîlayek pispor û di akademiyên leşkerî de bi perwerdeya pisporiyê bûye gerîlayekî profesyonel ê Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Şehadeta hevrêyê me Ararat em hevrêyên wî pir bi bandor kir û hêrsa me ya li hemberî dagirkeran jî hîn mezintir bû. Em di şexsê hevrêyê me Ararat de, soza ku me daye şehîdên xwe hemûyan dubare dikin û em ê xwedî li bîranînên wan ên rêya me ronî dikin derbikevin."