‘Nabe ku li ser daxwaza Tirkiyeyê Iraq zextê li Mexmûrê bike’

Çavdêrê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Mihemed Nesredîn bal kişand ser hewldana Iraqê û got: “Ev tevgera hikûmeta Iraqê ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye ku taybet li ser kampeke di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de be.”

Artêşa Iraqê 20’ê Gulanê bi hêzeke zêde ya leşkerî û wesayîtên zirxî berê xwe da Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) da ku kampê dorpêç bike û bi darê zorê kuleyan lê deyne û bi têlan dora wê bigire.

Li ser vê yekê îro 15 roj in xelkê Mexmûrê ji biçûkan heta mezinan li ber xwe didin. Li ser vê jî piştevaniya aliyên siyasî jî dewam e. Çavdêrê siyasî yê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê Mihemed Nesredîn ji ANF’ê re axivî.

‘EV HEWLDANA IRAQÊ LI SER DAXWAZA TIRKIYEYÊ YE’

Nesredîn qala hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçêkirina Mexmûrê kir û got: “Tevgera artêşa Iraqê ya li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî û hewldana têlkirina kampê, ti eleqe bi leşkerên Iraqê ve nîne, ev hewldan daxwaza hikûmeta Tirkiyeyê ye. Ev hewldana ku artêşa Iraq dike, ne di berjewendiyên gelê Iraq û hikûmeta Iraqê de ye. Ji ber ku heta niha kampa Mexmûrê ti xeterî û metirsî li ser Iraqê çênekiriye.”

‘EV HEWLDANEKE FERZKIRINA SÎXÛRIYÊ YE’

Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn anî ziman ku ev hewldana hikûmeta Iraqê ya destpêkê dorpêçkirin, danîna têl û kûleyan her wiha danîna kamereyên çavdêriyê tê wateya ku sîxûrî li ser xelkê kampê ferzkirin û ev yek ti serdemekê nayê qebûlkirin.

‘EV HEWLDAN LI DIJÎ HIQÛQA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DE YE’

Nesredîn diyar kir ku Kampa Mexmûrê di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye û hikûmeta Iraqê jî li gorî vê nêzîkatî li gel kampê dike û got: “Ev tevgera hikûmeta Iraqê ne li gorî hiqûqa navneteweyî ku taybet li ser kampeke di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de be. Ev pêngav nakeve xizmeta gelê Iraq, asayîş, mafê mirov û mafê penaberan ên îro li ser axa Iraqê dijîn. Ji bo wê nabe ku hikûmeta Iraqê bikeve bin zexteke wisa li ser daxwaziyên dewleteke weke Tirkiye zextê li xelkê sivîl ên penaberên nava kampan bike.”

‘HINEK ALIYÊN SIYASÎ YÊN BAŞÛR DIXWAZIN PIRSGIRÊKAN JI BO KAMPÊ ÇÊBIKIN’

Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn bêyî ku nav bide, destnîşan kir ku di hewldana zextê ya li ser Kampa Mexmûrê de dibe destê hinek aliyên Kurdên li Başûr jî hebe û got: “Em baş dizanin tim di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de hinek aliyên siyasî tim hebûne ku pirsgirêkan ji bo kampê çêbike. Li gorî min hinek aliyên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê li gel wê ne ku pirsgirêk ji bo kampê bên çêkirin.”

Herî dawî diyar kir ku her çi aliyek çi li Herêma Kurdistan û çi jî li Iraqê li ser daxwaza dewleteke weke Tirkiye pirsgirêkan ji bo Kampa Penaberan a Mexmûrê çêbike, ev yek nakeve xizmeta gelê Iraqê û qet pêwîstî bi wê nîne ku bi leşkerî û asayîşa Iraqê nîne ku bi vî rengî bi ser kampa Mexmûrê de biçe.