Dagirker bênavber êrîş dikin, gerîla xwe diparêze

Artêşa Tirk a dagirker 10 caran bi balafirên şer, 44 caran jî bi obus û tankan bombe li qadên gerîla barand. Di encama bersiva gerîla ya li êrîşan de 5 leşkerên Tirk hatin cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Di encama êrîşan de şer qewimî û hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan. Artêşa Tirk 10 caran bi balafirên şer, 44 caran jî bi obus û tankan bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Di heman demê de hewl da ku çeperên me yên berxwedanê bi kepçeyan hilweşîne û li qadê bikeve çeperê. Hêzên me bersiva vê yekê jî dan. Di şer de 5 dagirker hatin cezakirin."

Di dewama daxuyaniyê de li ser êrîşên li ser qadên berxwedanê agahîn berfireh hatin parvekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Li rojavayê Zapê;

30'ê Gulanê saet di 13:30'î de dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê û hewl da lê bi cih bibe. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan. Di encama vê yekê de pêşî li dagirkeran hate girtin ku hewl didan bikevin çeperê. Saet di 16:40'î de dagirker careke din ketin nava hewldanan û êrîş kirin. Hêzên me bersiv dan.

31'ê Gulanê saet di 12:15'an de dagirkeran êrîşî hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê kir û hewl da bikeve çeperê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan. Piştre jî artêşa Tirk a dagirker bombe li qada berxwedanê barand.

Li herêma Avaşînê;

30'ê Gulanê saet di 08:00 de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Werxelê ketin nava liv û tevgerê û êrîşî hêzên me kirin. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan. Di encama şer de 5 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

30'ê Gulanê li Metînayê qadên Girêr Çarçel û Gundê Şelazê 2 caran, li rojavayê Zapê qadên Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê Amediyê 7 caran, li Garê qada Girê Zengilê carekê bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

30 û 31'ê Gulanê li rojavayê Zapê qadên berxwedanê yên Girê FM'ê û Girê Cûdî, li rojhilatê Zapê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 44 caran bi obus û tankan hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 30 û 31'ê Gulanê êrîş bir ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê û hewl da bi kepçeyan çeperan hilweşîne.

Artêşa Tirk a dagirker 30 û 31'ê Gulanê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê bi çekên ferdî û giran bombe kir û hewl da hilweşîne."