Amed: Pêngava 1’ê Hezîranê car din qabîliyeta şer a gerîla nîşan kir

Ji fermandarên HPG’ê Dilêr Amed got: “Pêngava 1’ê Hezîranê car din qabîliyeta şer a gerîla nîşan kir û da diyarkirin ku gerîla amade ye ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeran parastinê bike.”

Ji fermandarên HPG’ê Dilêr Amed têkildarî Pêngava 1’ê Hezîranê ji ANF’ê re axivî û ev tişt got:

“1’ê Hezîranê ji bo şerê gel ê şoreşgerî, gerîla û gel cihekî taybet e. Bi taybetî sala 1999’an li gel komploya li dijî Rêber Apo hatî kirin, armanca wan ev bû ku gelê Kurd tune bikin. Armancek din jî ya komploya navneteweyî ew bû ku îradeya jiyana gelê Kurd teslîm bigirin û jiyanek koletî pêşkêş bikin. Rêber Apo jî li dijî vê yekê paradîgmayek nû derxistiye holê. Armanca vê paradîgmayê jî ev e ku civak xwe ji mejiyê desthilatdariyê rizgar bike û vegere jiyanek civakî. Faşîstên ku azadiya civakê qebûl nekirin, serî li her cure rêbazên qirêj dan. Lê hesab nekirin ku gelê Kurd û gerîla dilsozê Rêber Apo ye. Rêber Apo komploya navneteweyî pûç kiriye. Rêber Apo gelek caran şans daye dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk a dagirker ev şans rast bi kar neanî û armanc kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd tasfiye bike. Pêngava 1’ê Hezîranê li dijî vê plana tasfiyeyê îfadeya tarzê profesyonel e.”

‘HÊVIYÊN XURT AVA KIR’

Dilêr Amed got: “Guherîna pradîgmaya Rêbertiya me di aliyê îdeolojîk û felsefî de û di aliyê leşkerî de jî guhertin bi xwe re anî. Pêngava 1’ê Hezîranê destpêka vê nûbûnê ye.”

Amed wiha pêde çû: “Divê em keda hevrêyên xwe jî diyar bikin ku pêşengî ji vê pêvajoyê re kirin û şehîd bûne. Destpêkê Engîn Sîncer, Adil Bilikî, Serxwebûn Amed, Rûbar Mêrdîn, Sorxwîn, Nûcan, Delîla, Gulbihar, Ferhat Kûrtay hin ji van hevalên me ne. Pêngava 1’ê Hezîranê profesyoneltiya li HPG’ê, qabîliyeta şer û dilsoziya bi Rêbertî re bi rengekî eşkere danî holê. Vê yekê diyar kir ku hêzên komploger nikarin bigihijin armanca xwe. Gelê Kurd hem zêdetir xwedî li gerîla derket û hem jî ji bo pêşerojê hêviyên xurt ava kir. Fikira ku Rêbertiya me nû derxistî, ji aliyê civakê ve xwedî lê hat derketin. Weke leşkerî jî baweriya li hemberî gerîla zêde bû. Hesabên hêzên komploger negirtin û gel hîn zêdetir xwedî li Rêbertî û gerîla derket. Pêngava 1’ê Hezîranê car din qabîliyeta şer a gerîla nîşan kir û da diyarkirin kı gerîla amade ye ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeran parastinê bike.”

‘PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ EM GIHANDIN BERXWEDANA BÊ HEMPA’

Ji fermandarên HPG’ê Dilêr Amed destnîşan kir ku eger îro li çeperên şer û tunelan de li dijî her cûre êrîşên kîmyewî û teknîkê berxwedanek bê hempa û di tarzê profesyoneltiyê de tê kirin, ev yek ji Pêngava 1’ê Hezîranê tê. Dilêr Amed ev tişt jî anî ziman: “Di dîroka Tevgera me de gelek mînakên berxwedanê hene. Di serî de berxwedana mezin a li girtîgeha Amedê, piştî Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an gelek bûyer û hevrê çêbûn ku bi berxwedanê şehîd bûn û ji bo serkeftinê rê nîşanî me dan. Lê têkoşîn û berxwedana ku li dijî çekên qedexekirî û teknîka dewleta Tirk a faşîst, nûbûnekî îfade dike. Berê me li têkoşînên gerîla yên li welatên din ên cîhanê Vîetnam-Çîn, Kuba-Angolayê dinihêrî û ders jê derdixistin, lê di roja me de asta profesyoneltiyê ya ku em gihiştinê ji gelek tevgerên rizgariyê yên neteweyî re bûye mînak û ji bo alîgirên azadî û demokrasiyê jî bûye hêvî. Divê mirov girîngiya dîrokî ya Pêngava 1’ê Hezîranê ku gerîla hatiye vê astê û qabîliyeta xwe ya şer û profesyonelbûnê xurt kiriye. Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ji bo gelê Kurd guleya yekem a li dijî tarîtî, mêtingerî û paşverûtiyê hatî avêtin îfade dike; Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an jî têkoşîna li dijî komployê, li dijî Kurdê hevkar û li dijî hewldana tarîkirina pêşeroja gelê me ye.”