Gelê Mexmûrê 14 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide

Gelê Mexmûrê 14 roj in li dijî hewldanên dorpêçkirina artêşa Iraqê li ber xwe dide.

Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide kampa penaberan a Mexmûrê bi têl û bircan dorpêç bike.

Li dijî hewldana dorpêçê, gelê Mexmûrê 14 roj in bi şev û roj di nava berxwedaneke bênavber de ye.

Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha ango 14 rojin, penaberên wargeha Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û di konên berxwedanê de li ber xwe didin.

Gelê Mexmûrê diyar kir ku bi salan e di bin ambargoya PDK'ê de dijîn û gotin ku ew ê nehêlin wargeh bibe girtîgeh.

Şêniyên Mexmûrê yên ku dixwazin qanûnên navneteweyî yên penaberan bên pêk anîn, bang li hikûmeta Iraqê dikin ku teslîmî zextên dewleta Tirk nebe.

Di navbera nûnerên kampê û Iraqê de gelek hevdîtin hatin kirin. Neteweyên Yekbûyî jî piştî salan cara yekem hat kampê û hevdîtin pêk anîn. Sozên ku ji şêniyên kampê re hatibûn dayîn ku dê dorpêç raweste lê heta niha nehatine bicihanîn.