Serokê Mafê Dadweriyê: Fetisandina xelkê Mexmûrê der hiqûqî ye

Endamê Encûmena Navçeya Başîqa û Serokê Rêxistina Dadwerî ji bo Mafên Kêmenetew Hisên Zeynel Elî bal kişand ser hewldana artêşa Iraqê ya li ser Mexmûrê û got: “Mafê ti hikûmetekê nîne, zilm û zordariyê li kampeke penaberan bike.”

Endamê Encûmena Navçeya Başîqa û Serokê Rêxistina Dadwerî ji bo Mafên Kêmenetew Hisên Zeynel Elî diyar kir ku hewldana hikûmeta Iraqê ya avakirina xendek, bilindkirina axê û dopêçêkirina xelkê Mexmûrê ya bi hinceta ewlehî û parastinê derveyî hiqûqa navneteweyî ye.

Endamê Encûmena Navçeya Başîqa û Serokê Rêxistina Dadwerî ji bo Mafên Kêmenetew Hisên Zeynel Elî ji Rojnewsê re axivî. 

Elî li ser hewldana artêşa Iraqê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a ji 20’ê Gulanê û vir ve anî ziman ku li gorî hiqûqa navdewletî ti mafê ti hikûmetê nîne zilm û zordariyê li ser kampan û xelkê li kampan dijîn, bike û got: “Bi taybet jî Kampa Mexmûr ya ku yek ji kampên herî kevine ku li ser axa Iraqê dijî ye.

Hewldana hikûmeta Iraq ya bi avakirina xendek, bilindkirina axê, dorpêçkirin û fetisandina xelkê wargehê ya bi hincetan rewşên ewlehî, tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Hincetên tên diyarkirin derveyî hiqûqa navneteweyî ne.”