'Berê Tirkiyeyê li dîktatoriyê ye, ev yek ji bo herêmê metirsî ye'

Çavdêrê siyasî û siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Selah Saleyî got, piştî ku Erdogan jinûve bû Serokkomar li Tirkiyeyê rêveçûnek ber bi dîktatoriyê çêbû û destnîşan kir ku ev yek xetere ye ji bo herêmê.

Saleyî diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Ewropa ji bo berjewendiyên xwe xwedî li Tirkiyeyê derdikevin û destnîşan kir ku gelê Tirkiyeyê piştgiriyê nade dîktatoriya Erdogan.

Çavdêrê Siyasî û Siyasetmedarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê Selah Saleyî, diyar kir ku desthilataTirkiyeyê ber bi dîktatoriyekê ve diçe, metirsiyên li herêmê zêdetir dibin.

Siyasetmedar Selah Saleyî bal kişand ser encamên hilbijartina Tirkiyeyê û xeteriyên desthilata dîktatora Erdogan.

Siyastemedar Saleyî, qala encamên hilbijartinê kir û got: “Biserketina Erdogan, di encama planekê rikeberiya navbeyna Rûsya û Emerîkayê ye. Erdogan, bi piştevaniya hêzên tarî yên Îxwanî û bi dengên bi milyonan penaberên Sûriyeyê, di hilbijartinan de bi ser ket.’’ 

Çavdêrê Siyasî Siyasetmedar Selah Saleyî da xuyakirin ku her çendî Erdogan bi ser ketibe û di dîktatoriyetê de israr bike, lê herêm êdî nikare dîktatoriya heyî qebûl nake û wiha pê de çû: ‘’Hêzên demokratîk û mixelef dikarin dawiyê li kirinên nehiqûqî yên  Erdogan bînin. Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê piştevaniyek ji bo Kurdan heye, ji wê boneyê Erdogan nikare wek berê êrîşê Kurdan bike. Niha Tirkiye bûye du beş, tê payîn ku xwepêşandan dest pê bibin.’’ 

Siyasetmedar Saleyî, anî ziman ku mirov nikare bibêje Erdogan di hilbijartinê de bi ser ketiye û got: “Ji ber ku rêjeyek zêde ya gel ji Erdogan nerazî ye û ev jî nîşaneya bidawîkirina dîktatoriyê ye ku dixwaze desthilata Osmaniyan vegerîne herêmê. Jê bi hêvî me ku wê Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dawiyê li hişmendiya dîktatoriya Erdogan bînin.’’

Çavdêrê Siyasî Selah Saleyî bi lêv kir ku ku dibe Emerîka ji ber berjewendiyên xwe heta astekê çavên xwe ji binpêkirinên Tirkiyeyê re girtibe û wiha axivî: “Êdî Emerîka û Ewropa vê rastiyê eşkere dizanin ku ev dîktatorî hewil dide, sînorên xwe fireh bike û di binpêkirinê de bi israr e. Ji wê boneyê zextê li Tirkiyeyê dike û aboriya wê têk biriye, krîz zêde bûne; civak hew dikare siyaseta Erdogan biparêze.”

Siyastemedar Saleyî, derbirî ku piştevaniyeke baş niha ji bo gelê Kurd li Bakur û bi taybetî welatên rojava bi Rojavayê Kurdistanê re dibin piştevan û got: “Niha derfeteke baş li pêşiya gelê Rojavayê Kurdistanê heye, ji ber ku welatên rojavayî baş dibin piştevan, bi heman rengî ji bo Bakur jî tê kirin. Ji bo wê divê sûd ji van guherînan bê wergirtin. Ji vê bawer im ku li Rojavayê Kurdistanê mijara neteweyî bi pêş ve diçe, wê dawî li hişmendiya dîktatorî ya Erdogan bê anîn.”