Ciwanên Şengalê Pêngava 1’ê Hezîranê silav kirin

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidxanê bi meşekê Pêngava 1’ê Hezîranê silav kirin.

Şêniyên Şengalê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidxanê pêngava tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku di 1’ê Hezîranê 2004’an de li dijî vala derxistina tasfiyegerî û komploya navdewletî hatî destpêkirin silav kirin û gotin: “Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî Kurdan belku di rojhilata navîn de li dijî hebûna gelan êrîşên qirker pêktîne û li dijî faşîzmê banga mezinkirina têkoşînê dikîn.”

Meşa ku bi dirûşmeya ‘Bi ruhê Apoyî xwe nû bike, cenga azadiyê ser bixe’ pêk hat, ji rêya Lofa ya gundê Kolika ya li çiyayê Şengalê despê kir. Di meşê de alên PKK’ê, HPG’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Herwiha bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin. Berxwedana Mexmûrê jî di meşê de hate silavkirin.

Meşa ciwanan heya Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan dewam kir. Li vir ciwan li hev kom bûn û  daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyaniya ku ji aliyê endamê rêveberiya Yekitiya Ciwanên Êzidxanê Hemû Şengalî ve hate xwendin de, di serîde pêngava 1’ê Hezîranê hate silavkirin û wiha hate gotin: “1’ê Hezîranê di serîde li mîmarê vê tekoşînê hevalên me yên Şehîd, li gelê me yê welatparêz û gerîlayên ku di dema fermana 74’an de xwe gihandin hawara gelê me pîroz dikin. Ji wê rojê heya niha AKP û MHP’ê ku berhemê heman siyasetê ye, heya roja me ya îro bê navber êrîşên xwe didomîne. Her roj bi dehan car herêmên parastina medya dike hedef û hemû cûr çekên qedaxekirî bi kar tîne. Ne tenê li hember gelê Kurd belkû li hember hemû gelên rojhilata navîn êrîşên qirkirinê pêk tîne.”

Di daxuyaniyayê de hate diyakirin ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî îradeya gelan êrîşên xwe pêk tîne û hat gotin ku li ser Şengalê  bi destê hikûmeta Iraqê di çarçoveya pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê de, êrîşên hewayî liser gel pêk tînin.  Daxuyanî wiha domkir: “Li hemberî vîna gel a li Mexmûrê pêş ketiye, Iraq destekê ji PDK’ê û dewleta Tirk digre û êrîş dibe ser gelê me. Ev siyaseta dewleta Tirk a dagirker li Iraqê dibe sedema qetil kirin û ne aramiya herêmê. Wek ciwanên Êzidî li hember van planên qirkirinê ku li ser me pêk tên, em ê bêdeng nemînin û bi ruhê 1’ê Hezîranê têkoşîna xwe bidomînin.”

Di dawiyê de soza tolhildana şehîdan hate dayîn û çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan, Azadî” dawî bû.