Zîlan Vejîn: Divê xwedî li nirxên hevpar ên vê şoreşê derkevin

Hevseroka PJAK'ê: Divê gelên Îranê bikarin çareseriyeke demokratîk li gorî hemû pirsgirêkên gelên Îranê weke pîvanekê destnîşan bikin. Ruheke yekbûyî li nava hemû gelên Azerî , Ereb, Belûc, Faris û Kurd ava bû.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn ji bernameya Hêlî Sê ya Aryen Tv re mijarên di rojevê de nirxand.

Vejîn bal kişand ser tecrîda giran kirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Nêzî 2 sal in ti agahiyek ji rewş û tenduristiya Rêber Apo nayê girtin. Bi hemû rengî siyasetek ya tecrîdê hatiye danîn û ji cîhanê hatiye qûtkirin. Ev yek li derveyî hemû nirxên mirovan, exlaq û hiqûqa mirovayetiyê ye. Li aliyê din li dijî vê tecrîdê berxwedaneke xurt û mezin a gelê me, dost, azadîxwaz û hêzên demokratîk ve tê kirin. Bi taybet di warê siyasî, hiqûqî de têkoşînek bê rawestan tê kirin. Rêber Apo bi hizir û ramanê xwe bûye hêzeke alternatîf ji bo sîstema cîhanê ya sermayedar a dewlet-netewe.”

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn qala siyaseta Erdogan a li ser Kurdan kir û wiha pêde çû: “Mayîna Erdogan a li ser desthilatê tê wateya kûrbûna desthilata faşîst û nîjatperestî. Eger ku Tirkiye welateke endamê Yekîtiya Ewropayê ye û li ber çavê wê dîktatorî, faşîzim û nîjatperestî pêş dikeve ev tê wateya ku welatên Ewropa jî li pişt vê ne. Binêrin peyama yekem a Erdogan piştî bû serokkomar ew bû ku şer û êrîşan li destkeftiyên Kurdistanê bike bû. Ev hişmendî dixwaze azadî, demokrasî, maf û azadiya gelan desteser bike.Bûyerên li Başûrê Kurdistan û dîsa hewldanên li Mexmûrê encamên vê hişmendiya faşîzan a nîjatperestî ya Erdogan e. Erdogan bi bûyîna serokkomar re bûye serokkomarê beşek li hişmendiya faşîzt, şoven û dîktatorî, ne bûye serokkomarê giştî yê Tirkiye. Kurdan deng nedaye û ew red kiriye. Kurdan deng nedaye Erdogan. Em Tevgera Azadî berxwedan û têkoşîna me ya li hember her cûre êrîşê wê dewam bike, xwe biparêzin. Em ê têkoşîneke îdeolojî û felsefî bikin ku gelê me bigihêje armancên xwe.”

Vejîn li ser helwesta PJAK’ê ya di vê demê de jî nirxandin kir û got: “Bi destpêkirina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re êrîşa zêdetir bûn. Tenê têkoşîneke xurt û bihêz a yekgirtî ya netewî dikare pêşî li êrîşan bigire. Her wiha li gorî siyaseteke serbixwe karkirin esas e. Bi Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê derfetê mezinkirina destkeftiyan zêdetir bûn. Li aliyê din bû derfetek ku dewletên dagirker Îran û Tirkiye jî êrîşî me bike. Dewleta Tirk û Îran dîsa hemû dijminê gelê Kurd dixwaze Kurd li gorî wan tevger bike û divê Kurd ew Kurd be ku nebe. Ji bo wê ye ya vê siyasetê vala derbixe yekîtî û yekrêziya netewî, vîna serbixwe û yekîtiya hêzên Kurdî ye. Bi yekîtî û hêzên wê, dîsa danîna stratejî û siyaseteke serbixwe û birêvebirina karûxebatên hevpar ên Kurdan û taybet li Rojhilatê Kurdistanê dikare pêşiya êrîşên wiha bigire.”

Vejîn bal kişand ser kiryarên der hiqûqî yên rejîma Îranê ya darvekirina, êşkencedan, jehrkirina xwendekarên keç û sepandina zorê ya hîcabê û wiha domand: “Vê dema dawî siyaseta darvekirinê pir zêdebûye. Darvekirin bûye sembola desthilata Îranê. Ji bo Şoreşa ‘Jin,Jiyan, Azadî’ serkut bike, gelek rêbazên êrîşkirina ser civakê xiste meryetê. Li aliyê din demekê jehrkirina jinên ciwan kirine armanca xwe. Ji ber ku hêza dînamîk a şoreşê jin û ciwan bûn. Siyaseta dewletê ew e ku ciwan ji bo wan xetere, divê li nava zindanê bên hiştin, yan jî bên darvekirin.

Divê jin û jinên ciwan çarenûsa xwe nexe destê desthilatê. Dema çarenûs, ewlehiya xwe radestî dewletê kir, wê demê ruhê xwe jî radestî dewletê dike, dewlet jî dikare wî ruhî ji civakê bistîne. 

Rejîma Îranê bi vê yekê dixwaze xwe ji metirsiyan rizgar bike, deriyeke nû veke ji bo xwe. Xala herî lewaz a Îranê ew e ku rewşa navxwe ya jin, ciwan, gelê Belûc û Kurdistan û hwd. Îran divê zanibe ku rewş wiha naçe heta dawî. Eger ku dewleta Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn împaratoriya xwe ava bike, ew dem rewşa Îranê jî tengav bie. Ji bo wê ye ku divê Îran bi gelê Kurd re li dijî Tirkiye li hev bike. 

Di vê qonaxa girîng de rolek mezin dikeve ser milê gelê Kurd, her çendî êrîş hebin, berxwedana jin û gelê Kurd bûye rojevên esasî. Divê xwedî li nirxên hevpar ên vê şoreşê derkevin. Bikarin çareseriyeke demokratîk li gorî hemû pirsgirêkên gelên Îranê weke pîvanekê destnîşan bikin. Ruheke yekbûyî li nava hemû gelên Azarî, Ereb, Belûc, Faris û Kurd ava bû. Divê rengê vî rûhî di warê siyasî û diyarkirina çarenûsa îradeya gel diyar bike. Divê gelê Kurd li gorî êrîşên heyî siyaseta xwe parastin û şerê xwe jî bike. Li nava axa Rojhilatê Kurdistanê bi gelên Ereb, Faris, Azarî û hemû neteweyan re bi hev re serbikevin.”