Li Awûstralyayê karesata lehiyê: 4 kes mirin, 50.000 kes asê man
Li rojhilatê Awûstralyayê ji ber barana tund li eyaleta Başûrê Galler a Nû lehiyên mezin rabûn.
Li rojhilatê Awûstralyayê ji ber barana tund li eyaleta Başûrê Galler a Nû lehiyên mezin rabûn.
Di nava 3 rojan de qasî 6 mehan baran barî. Herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 50.000 kes hîna li qadên di bin dorpêça avê de asê mane.
Polîs û tîmêm rewşa lezgîn, li herêmên di bin avê de mane xebatên paqijî û alîkariyê dimeşînin.
Zêdeyî 600 kes hatin tahliyekirin, hin kesan xwe spartin banên xaniyan û wesayîtan û bi helîkopterê hatin rizgarkirin.
Rayedaran hişyarî da ku lehî dibe sedemên rîskên mîna nexweşiyên belavok, mar û xeteriya elektrîkê.
Li bajarên mîna Kempsey û Taree mal û kargeh di bin avê de man. Hikûmetê rewşa afeta xwezayî îlan kir û çavkaniyên alîkariyê seferber kir.
Li gorî pisporan sedemê esas ê karesatê, zêdebûna germahiya ava behrê ya ji ber guhertina avhewayê û barana zêde ye. Serokwezîr Anthony Albanese li herêmê lêkolîn kir û rewş weke “tirsnak” pênase kir.