'Qedexeya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ne ya qebûlkirinê ye'

Parêzer Cemal Demîr nerazîbûn nîşanî qedexeya 6 mehan a hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re da û got, “Ev mijarek nayê qebûlkirin. Divê desthilatdarî hesasiyeta raya giştî ya Kurdan cidî bibîne. Ev bûyerek pir cidî ye.”

Parêzer Cemal Demîr da xuyakirin ku, divê sedema qedexeya 6 mehan a hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ya di 26'ê Nîsanê de hat dayîn ji raya giştî re bê eşkerekirin û got, "Divê bê ragihandin ka ji ber kîjan helwesta Birêz Abdullah Ocalan ji bo cezayên dîsîplînê hincet hatiye nîşandan. Ev mijarek nayê qebûlkirin. Divê desthilatdarî hesasiyeta raya giştî ya Kurdan cidî bigire dest. Ev bûyereke pir cidî ye.”

Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û 24 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, nayê girtin. Tecrîd û qedexeya hevdîtina Abdullah Ocalan ya ligel malbat û parêzeran ev zêdeyî 2 sal in berdewam dike û her ku diçe kûrtir dibe. Herî dawî 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê bi biryara xwe ya 26’ê Nîsanê, 6 meh qedexeya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re da. Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan a di 26’ê Nîsanê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dayîn ne hiqûqî ye.

'ÇAV Û GUHÊ HER KESÎ LI GIRAVA ÎMRALIYÊ YE'

Demîr, anî ziman ku ji sala 2020’an û vir ve ti têkiliya fîzîkî bi Abdullah Ocalan re çênebûye û got, “Hem hevdîtinên parêzeran û hem jî bi malbata wî re pêk nehatine. Piştî hêrseke giran a di nava civakê de, di Adara 2021’an de destûr dabûn ku telefonê birayê xwe Mehmet Ocalan bike, lê telefon jî gelekî kurt bû, yanî qut bû. Ji wê demê heta niha tu têkiliya fîzîkî û bihîstinê bi Birêz Abdullah Ocalan re çênebûye. Ne telefon, ne name, ne serdana fermî, ne serdana malbat û parêzeran çêbûye. Ev bûyerek pir cidi ye. Eşkere ye ku li derveyî hiqûqê rêbazeke giran a êşkenceyê heye. Gelek car bang li saziyên navneteweyî ji bo rakirina tecrîdê hatine kirin, lê heta niha tu gav nehatine avêtin. Tevî ku CPT di sala 2022’yan de serdana Îmraliyê kir jî, der barê naveroka wê serdanê de daxuyaniyek ji raya giştî re nehat dayîn. Der barê şert û mercên Ocalan, şert û mercên tecrîdê, şert û mercên taybet, şert û mercên tenduristiyê û ewlehiyê de agahî nehat dayîn. Ji wê rojê û vir ve civak li ser piyan e, çav û guhê her kesî li girava Îmraliyê ye. Kes nizane li girava Îmraliyê çi diqewime û çi dibe."

'CIVAKA KURD LI HEMBER BIRÊZ ABDULLAH OCALAN XWEDÎ HESASIYET E’

Demîr got, “Pir baş tê zanîn ku civaka Kurd li hemberî Abdullah Ocalan xwedî hesasiyet e.Ev hesasiyet ji destpêkê heta îro berdewam kiriye. Ji ber ku hikûmeta peymanê gihîştiye wê astê, divê Tirkiye bi awayekî cidî vê mijarê çareser bike. Divê derbarê şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan de ji raya giştî re ravekirinek têrker bê kirin. Di vî alî de bendewariyek jî heye. Ev helwesta desthilatdariyê hem li dijî hiqûqa xwe û hem jî li dijî hiqûqên navneteweyî binpêkirineke giran e. Peymanên navneteweyî yên ku îmze kirine bi giranî tên binpêkirin. Dem bi dem, Buroya Hiqûqê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê an jî Dadgeha Makezagonê dide. Bi taybetî di vê mijarê de binpêkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî hene. Di peymanê de heta niha hikûmetê di vê mijarê de ti rêzikname nedaye. Berdewamkirina van şert û mercên tecrîdê yên girankirî nayê qebûlkirin.”

‘EV REWŞ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Demîr, anî ziman ku di meha Nîsanê de qedexeyeke nû ya li ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye dayîn wiha dewam kir, “Di van demên dawî de dîsa bi hinceta cezayê dîsîplînê hevdîtina ligel parêzer û malbatê tên asteng kirin. Cezayên dîsîplînê bûne rewşek ji rêzê. Ev cezayên dîsîplînê timî wekî hincet tên nîşandan. Ev cezayên dîsîplînê çi ne, divê ji raya giştî re were eşkerekirin. Yanî divê bê ravekirin ka kîjan helwesta Birêz Abdullah Ocalan wek hinceta cezayên dîsîplînê hatiye dayîn. Ev mijarek nayê qebûlkirin. Divê desthilatdarî hesasiyeta raya giştî ya Kurdan cidî bigire dest. Ev bûyerek pir cidî ye. Divê şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan ji raya giştî re bên eşkerekirin.”