YBŞ’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YBŞ’ê têkildarî êrîşa îro ya balafira bê mirov ya dewleta Tirk ya li ser Şengalê, daxuyaniyek weşand û got: “Li hemberî hemû êrîşan divê gelê me li ber xwe bide û Şengalê biparêze.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrîşa îro ya balafira bê mirov ya dewleta Tirk ya li ser Şengalê, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Di roja 01.06.2023’an de saet 14.30’an artêşa dagirker a Tirk bi balafirek bê mirov a (SÎHA) êrîşek li ser malekî nêzî qubeya Hesin Mama ya navende Şengalê pêk anî. Di vê êrîşa hewayî de derveyî ziyana madî tu windahî çênebû.

Dewleta qirker a Tirk demek dirêje tevgera xwe ya hewayî zêde kiribû. Beriya vê hefteyekî çawa ku bi balafirê bê mirov êrîşek li ser mêvanxaneya me pêk anî bû, niha jî bi heman awayî êrîşek hewayî li ser malekî ya nêzî Qubeya Hesin Mama pêk anî. Piştî hilbijartina li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê, tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê ji bo aramiya Şengalê xira bike, carek din ketiye nava hewldanan. Bi taybet di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker a ji bo ku vegera gelê me yên ku di kampan de jiyan dike asteng bike, heman awayî bo aramiya heremê xira bike êrîşên xwe yên hewayî pêk tîne. Diyare ku bi van armancan dewleta qirker a Tirk planên xwe yên qirêj li ser heremê didomîne.

Li ser van esasan; divê gelê me li hemberî hemû êrîşên dijmin rabin ser piyan, bertekên xwe nîşan bidin û nehêlin dagirker li ser axa me ya pîroz serdest bin. Divê gelê me li dijî van êrîşan li ber xwe bide û Şengalê biparêze.”