Li Germiyanê ji bo gerîlayê HPG’ê Caf konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Şerger Caf ê di 17’ê Gulanê de li herêma Besta ya Botanê şehîd bûbû, li bajarokê Rizgarî yê herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê konê sersaxiyê hate danîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 30’ê Gulanê de ragihandibû ku gerîla Şerger Caf (Serwet Hesen) û Rencber Gîvara (Hesen Agirman) di şerê dijwar ê 16 û 17’ê Gulanê de li herêma Bestayê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Ji bo gerîla Şerger Caf li bajarokê Rizgarî yê navçeya Germiyan a Silêmaniyê konê sersaxiyê hate danîn.

Konê sersaxiyê wê di 2'ê Hezîranê de jî vekirî bimîne. Birayê şehîd Serxêl Hesen ji kesên hatine sersaxiyê re axivî û wiha got: “Em weke malbata şehîd Şerger Caf bi şehadeta wî serbilind in. Ji ber ku şehîd Şerger di rêyeke pîroz de şehîd bûye. Ew ê ne şehîdê me yê yekem û ne jî yê dawî be. Şehîd Şerger ji zarokatiya xwe ve hesta parastina axa Kurdistanê pê re hebû.”

Şerger Caf di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Di sala 2016’an de derbasî herêma Besta ya qada Botanê ya Bakurê Kurdistanê bibû.