Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker 152 caran bi obus, tank û çekên giran 13 caran bi balafirên şer û 2 caran jî bi teqemaniyan êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên berxwedanê û hêzên me yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi vî rengî ne:

Li herêma rojavayê Zapê;

1'ê Hezîranê saet di 10:40 û 23:10'an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê ketin nava liv û tevgerê, êrîş birin ser hêzên me, hêzên me jî bersiv dan û pêşî li tevgera dagirkeran hate girtin.

2'ê Hezîranê saet di 11:40'î de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê ketin nava liv û tevgerê, êrîşî hêzên me kirin, hêzên me yên YJA Starê bi çekên ferdî bersiv dan, di encamê de dagirker hate cezakirin, pêşî li tevgera dagirkeran hate girtin.

Li herêma Metînayê;

31'ê Gulanê saet di 08:00 de dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, hêzên me jî bersiv dan. Piştre qada berxwedanê bi obusan hate bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

1'ê Hezîranê li Xakurkê qadên Ava Lolanê, Sinînê, Goşînê û Girê Şehîd Hawar 8 caran, 3'ê Hezîranê li Garê qadên Deşta Kafya û Girê Zengilê 2 caran, li rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

1 û 2'ê Hezîranê li rojhilatê Zapê qada Sîdayê, li rojavayê Zapê çeperên li Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê FM'ê, li Metînayê Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Piling, li Xakurkê Girê Şehîd Hakî, Girê Şehîd Kamûran û Ava Lolanê 152 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

1'ê Hezîranê saet di 09:20'î de li rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyan hate bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 2'ê Hezîranê li herêma rojavayê Zapê êrîş bir ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, hewl da bi kepçeyan çeperan hilweşîne."