Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hat eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Cîlo û Zapê şehîd bûne, eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de li ser şehîdan ev tişt hatin diyarkirin:

“Di navbera 28’ê Adar-7’ê Nîsana 2023’an de li qada Alantûs dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên me operasyonên îmhayê daye destpêkirin. Di navbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar qewimî ye. Me di daxuyaniya ku 11’ê Nîsana 2023’an dayî de diyar kiribû ku di van şeran de hevrêyên me Raperîn, Rêvan û Botan şehîd bûne û hevalek jî dîl ketiye destê dijmin.

Endamê Fermandariya Eyaleta Cîlo hevrêyê me Elîşêr Întîkam di şerên dijwar de derbeyên giran li dijmin xist û ji van şeran jî sax rizgar bûye. Bi rojan bi tena serê xwe li qada operasyonê maye. Artêşa Tirk a dagirker balafirên xwe yên şer û keşfê, helîkopterên xwe û bi sedan hêzên xwe ji bo hevalekeî me seferber kir. Hevrêyê me Elîşêr bi tena serê xwe jî mabe, bi îradeya mîlîtanê Apoyî û bi cesareta xwe ya mezin li hemberî dijmin derketiye. Roja 7’ê Nîsana 2023’an di navbera fermandarê me yê bi wêrek hevrê Elîşêr û dagirkeran de şer qewimî ye. Hevrêyê me Elîşêr bi wêrekî bersiva pêwîst daye dijmin û heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî li ber xwe daye û şehîd bûye. Hevrêyê me Elîşêr ku salên dirêj li gelek qadên Zagrosê gerîlatî kiriye, bi pratîka xwe ya serkeftî bûye fermandarekî pêşeng. Hevrêyê me Elîşêr li Zagrosan cih nehiştiye ku gav neavêtiyê. Li pey şopa fermandarê me yê mezin şehîd Reşîd Serdar meşiyaye. Hevrêyê me Elîşêr di gelek çalakiyên li dijî dijmin de xwedî ked bû û bi baweriya xwe ji bo serkeftinê, her roja ku derbas bûye têkoşîna xwe hîn mezintir kiriye.

Hevrêyê me Elîşêr bi jiyana xwe ya dilnizm, helwesta xwe ya li dijî dijmin û bi hevrêtiya xwe ya ji dil bûye fermandarek pêşeng û ji hevrêyên xwe re bûye mînak. Di serî de malbata wî ya hêja em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Di şexsê hevrê Şehîd Elîşêr de, em soza serkeftinê ku me daye şehîdan, car din dubare dikin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Elîşêr Întîkam wiha ne:

  Nasnav: Elîşêr Întîkam

  Nav Paşnav: Emrah Arpak

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê Dayik - Bav: Hamîde – Îzzetîn

  Cih û dîroka şehadetê: 7’ê Nîssana 2023/Cîlo

Botan ku bi berxwedanên xwe derbasî dîroka gelê me bûye, bi partiya me PKK’ê re ku bi pêşengiya Rêber Apo pêş ketiye car din rabûye ser piyan û li dijî dagirkeran bûye navenda têkoşînê. Botan ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hembez kiriye û rê nedaye mêtingeran, di heman demê de bi serhildanên xwe têkoşîna me bi coşek mezin pêşwazî kiriye û bi hezaran zarokên xwe yên bi wêrek şandiye refên berxwedanê. Xeta serkeftinê ya PKK’ê ya li Botanê ku navenda welatparêz û berxwedanê ye, nifşên ku xwedî li kevneşopiya berxwedanê derdikevin û mezin dibin, afirandiye.

Hevrêyê me Elîşêr li Elbaka Wanê di nava malbatek ku kevneşopiya wê ya welatparêziyê xurt de, hatiye dinê. Di nava vê çanda berxwedanê de rû bi rûyê têkoşîna me mezin bûye. Hevrêyê me Elîşêr bi nirxên Kurdistanî mezin bû û kevneşopiya civakî ya xirab nebûye, fêm kir û mezin bûye. Hevrêyê me ji temenê zarokatiyê û vir ve di aliyê madî de alîkariyê dide malbata xwe. Bûye kesayetek xwedî berpirsyarî û kedek xurt. Ji derdora wî ya nêz tevlîbûnên nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hene û ev yek jî bûye sedem ku hevrêyê me Elîşêr li hemberî gerîla meraq û heyrantiyek mezin hîs bike. Hevrêyê me li herêma ku lê dijî cara destpêkê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas dike û hîn nêztirî têkoşîna me bûye. Hevrêyê me Elîşêr ji têkiliyên samîmî, dirûst û xwezayî yên gerîla gelek bandor bûye. Li dijî êrîşên înkar û îmhayê yên mêtinger li hemberî gelê me pêk tînin, ketiye wê zanebûnê ku refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bingehê herî rast e. Di sala 2011’an de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî pratîk bûye, ji bo heviyên gelê me yên pêşeroja azad şênber bike tevî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye.

Hevrêyê me li qada Xakurkê piştî ku perwerdeyên gerîlatiyê yên esas qedand, di heman demê de dest bi pratîka xwe ya destpêkê kir û bûye yek ji hevrêyên me ku bi hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran derketiye pêş û berpirsyar girtiye. Taybetmendiyên kedkariyê yên hevrêyê me Elîşêr di plana pêş de bûn. Bi berpirsyarî û cidiyetek mezin nêzî hemû wezîfeyên şoreşê bûye. Bi pratîka ku meşandî bûye gerîlayek pispor. Pratîka xwe ya yekem a gerîlatiyê li qadên Gever û Şemzînanê derbas kir û di nava şer de pijiya ye. Hevrêyê me îradeyek bê hempa pêş xist û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên mêtingeran bi rengekî bi bandor bersiv daye. Taktîkên gerîlatiyê yên dema nû fêm kir û xistiye pratîkê. Ji bo derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker bixe, her tim ketiye nava lêhêrbûnên zêde. Bi taybetî bi pratîka ku li qada Şemzînanê meşandî di şer û jiyana xwe de xeta mîlîtaniyê ya Apoyî xistiye nava jiyanê û pêşengî ji hevrêyên xwe re kiriye. Hevrêyê me Elîşêr ji erdnîgariya serhildêr a Zagrosan salên dirêj gerîlatî kir û bû fermandar. Di gelek pêngavên şoreşgerî yên li dijî mêtingeran hatin destpêkirin de, di refê herî pêş de cihê xwe girt û berpirsyariyên xwe bi layiqî aniye cih. Ji bo mîrateya têkoşînê ya şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û xeyalê pêşeroja azad a gelê me jiyanî bike, bêyî ku raweste û bêhna xwe bide ked daye. Li qadên Xakurkê, Gever û Şemzînanê piştî pratîkên serkeftî yên meşandî weke fermandarek ê gerîla ji bo tecrubeyên xwe parve bike û di hunera şer de xwe kûr bike, li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî pêvajoya perwerdeyê bûye. Hevrêyê me Elîşêr bi perwerdeyên ku dîtiye di felsefeya Rêber Apo de xwe pêş xistiye û di heman demê de di gerîlatiya modernîteya demokratîk de astek xurt girtiye û bûye yek ji fermandarên pêşeng ê dema nû. Hevrêyê me bi ruhê serkeftinê yê Apoyî pêvajoyek a perwerdeyê ya serkeftî derbas kir û demekî li qadên Sîda û Çemçoyê di xebatên tunelên şer de cih girt û kedek mezin da. Sala 2021’an li pey şopa Şehîd Reşîd Serdar meşiya û derbasî eyaleta Cîlo bûye ku li dijî dagirkeran berxwedanek mezin lê dihat raberkirin. Endamê Fermandariya Eyaleta Cîlo hevrêyê me Elîşêr di demê herî zehmet ê têkoşîna me de berpirsyariyên mezin girtin ser xwe û berxwedanek bi bandor raber kiriye. Hevrêyê me têkiliyên xurt bi hevrêyên xwe re danî, tarzê xebatek ê komunal ku pêşketina xwe û hevrêyên xwe esas digirt, li her qada jiyanê serwer kir. Bi tarzê xwe yê afirêner pêşengî ji gelek çalakiyan re kiriye. Hevrêyê me Elîşêr weke pisporê taktîkên gerîla tarzê tîmên bi tevger bi serkeftî çalak kir û derbeyên giran û bi bandor li artêşa Tirk a mêtinger xistiye. Bi kesayeta xwe ya çalakger li her qadê çalakiyên bi bandor pêş xistiye û nefes li dagirkeran çikandiye.

Weke tarzê mîlîtan ê Apoyî bi lez pêş ket û di demekî zû de bû fermandar û ji pêwîstiyên demê re bûye bersiv. Hevrêyê me Elîşêr ji bo mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir bigihîne serkeftinê, bêyî ku raweste û bêhna xwe bide bi fedayî şer kir. Mîrateya têkoşînê ya hevrêyê me wê her tim di berxwedana me de bijî û pêşiya me ronî bike.

NASNAMEYA GERÎLAYÊ LI ZAPÊ ŞEHÎD BÛ HATE EŞKEREKIRIN

Hevrêyê me Qehreman Gîap ê ku di 7’ê Adara 2023’yan de dema li herêma Zapê li ser erka xwe bû ketibû ava Zapê, tevî hemû hewldanên hevrêyên xwe nekarî rizgar bibe û gihiştiye şehadetê. Hevrê Qehreman ku bi hezkirina xwe ya kûr a ji bo welatê me Kurdistanê tevlî refên têkoşînê bû û di tevahiya meşa şoreşgerî de armanca xwe ya li hemberî gelê me û şehîdan bi cih anî, bi van lêhûrbûnên giranbuha bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me yê ku her tim li qadên ku têkoşîn lê dijwartir e, bi cesaret û beşdarbûna xwe ya bi îrade di nûnertiya ruhê têkoşînê yê serdema nû de bi ser ketiye.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, di serî de ji malbata hevrê Qehreman a hêja re ku milîtanekî pêşeng weke hevrêyê me Qehreman mezin kiriye û tevî têkoşîna azadiya gelê me kiriye dixwazin; Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xeyala Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a şehîdên xwe pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Qehreman Gîap wiha ye:

  Nasnav: Qehreman Gîap

  Nav û paşnav: Dogan Alas

  Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

  Dayik-Bav: Kanîa-Vadettîn

  Dem û cihê şehadetê: 7’ê Adara 2023/ Zap

Çawa ku Mêrdîn yek ji navendên girîng ên welatparêzî û kevneşopiya serhildana Kurdistanê ye, di destpêka têkoşîna me de jî roleke pêşeng lîstiye û îro jî hem bi hezaran zarokên ku şand nava refên gerîla û hem jî bi baweriya xwe ya bê dudilî ya di xeta berxwedanê ya partiya me PKK'ê de pêşengî kir. Gelê me yê Merdînê ku li dijî zilm û komkujiya dijmin berdêlên giran da, bi vê helwesta xwe ne tenê bersiva herî watedar da dijmin, her wiha destnîşan kir ku hêviya gelê me ya azadiyê dê her tim zindî bimîne.

Hevrêyê me Qehreman ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû jî di vê kevneşopiya berxwedanê ya gelê Mêrdînê de mezin bû. Ji ber taybetmendiyên welatparêziya malbatê û derdora ku lê jiyaye, ji biçûkatiya xwe de Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me yê ku gerîlayên ku ji bo gelê me her cure fedekarî dikin û berdêlên giran didin nas dike, bi çîrokên lehengiyê mezin bû. Ji ber vê yekê xeyala xwe ya tevlîbûna gerîla bi xwe re mezin kir. Hevrêyê me Qehreman ku rastiya dijmin ji nêz ve dît û di ciwaniya xwe de bû şahidê polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me, mîna her ciwanên Kurd ên bi rûmet bi hilbijartina refên têkoşînê beşdarî xebatan bû. Di nava xebatên ciwanan de ji bo ku ciwanên Kurd rastiyê dijmin nas bike û tevlî refên têkoşînê bike kedek mezin daye. Di vê pêvajoya xebatê de tevlîbûna xizmên wî yên nêz li nava refên gerîla, êrîşên dijmin ên li tevahiya welatê me Kurdistanê bi pêş ket û şehadetên di van êrîşan de pêk hat, bandoreke kûr li hevrêyê me Qehreman kir. Hevrêyê me Qehreman bi baweriya ku tenê bi serxistina têkoşîna şehîdên me dikare layiqî xeta berxwedanê ya şehîdên me bibe, di sala 2019’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Qehreman ku sedema tevlîbûna nav refên gerîla ew bû ku azadiya welatê me û gelê me misoger bike, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de dilsozê vê armancê ma û bû xwedî meşeke şoreşgerî ya serketî. Piştî tevlîbûna nava refên gerîla têkliyên hevrêtiya gerîla û şêwaza jiyana sosyalist a ku xwe dispêre felsefeya wekhevî, parvekirin û azadiyê balê wî kişand. Hevrêyê me yê ku piştî atmosfera azadiyê ya di nava refên gerîla de dît ku sîstema kapîtalîst gel ji nirxên wan ên bingehîn qut kiriye û kiriye meta, bi hemû milên xwe jiyanê hembêz kiriye. Ji destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê ve tevlîbûneke bi coş û bi kelecan hebû. Dixwest di hemû qadên jiyanê de xwe pêşde bibe û ji bo vê jî kedeke bêhempa da. Hevrêyê me Qehreman ku di însiyatîf girtinê de ti carî paş ve gav neavêt, bi saya vê taybetmendiya xwe di demeke kin de bûye gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdehiya Şervanên Nû ku dît, li qada Qendîlê tevlî xebatan bû, li vir pêşketina xwe domand. Hevrêyê me Qehreman ku dizane weke milîtanekî Apoyî divê bersivê bide êrîşên tasfiyeyê yên dijmin ên 8 salên dawî li dijî gelê me û Tevgera me kir û pê zane ku ji bo vê yekê divê xwe bi şêweyê şer ê serdema nû xurt bike. Li ser vê bingehê hem di şerê tunelan de û hem jî di şêwaya şerê gerîla yê bi tevger de xwestiye xwe pêş bixe. Bi perwerdeyên ku dîtî re di vê wateyê de asteke pêşketinê bi dest xist û amade bû biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. Lê belê hevrêyê me Qehreman ku baş dizane tenê jêhatiya leşkerî wê pêdiviyên şêwazê şer ên îroyîn pêk neyne, dizane ku leşkeriya ku ji bîrdoziyê qut be wê bi ser nekeve. Li ser vê bingehê xwest îdeolojiya sosyalîst a demokratîk a Rêbertiya me ya ku li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hatiye avakirin ji kûr ve fêm bike û vê bike rêgeza jiyana xwe. Hevrêyê me Qehreman ku di vê çarçoveyê de lêhûrbûna xwe kir, her ku têkoşîn kûrtir dibû biryardarî û îradeya xwe zêde dikir.

Hevrêyê me Qehreman ji hevrêyên ku ji sala 2021’an û vir ve li dijî êrîşên dijmin ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna bi fedaî şer kirin û şehîd ketin, gelek bandor bû. Ji bo vê jî bi azwerî, heyecan û coşeke mezin berê xwe herêma Zapê û şensê ku li qadên berxwedanê yê şehîd Bager, Rohat, Avzem û Mizgînan şer bike bi dest xist. Bi hêz û moralê ku ji hevrêyên xwe yên şehîd digirt, bêyî dudilî bi erk û berpirsyariya ku layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bû, beşdarî hemû xebatan bû. Di hemû xebatên cih girtiye de serkeftin esas girtiye û serkeftin ji xwe re kiriye armanca sereke. Hevrê Qehreman bi afirîneriya xwe ya di taktîkên leşkerî û bi sekna xwe ya bênavber a bi îdeolojiya Rêber Apo re bûye namzetê fermandariyê.

Hevrêyê me Qehreman ku di 7’ê Adara 2023’yan de dema li ser erka xwe bû bi ketina ava Zapê şehîd bû, wê her tim bi samîmiyeta xwe ya di hevrêtiya xwe de, bi jiyana xwe ya dilnizm û sekna xwe ya milîtanî ku tim bi kêlî hêzê dide hevrêyên xwe di nav têkoşîna me de bijî."