Malbata Şenyaşar: Li hemberî zilmê bêdeng nemînin

Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên di sala 2018'an de li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna xwe ya edaletê didomînin, diyar kirin ku divê li hemberî zilma desthlatdariyê kes bêdeng nemîne.

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşê Malbata Şenyaşar kiribû. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn.

Malbatê di roja 804’an a Nobeta Edaletê de ji ber ku edliyeyê dawiya hefteyê girtî bû, li mala xwe ya Pirsûsê çalakiya xwe berdewam kirin.

Malbata Şenyaşar di roja nû ya çalakiyê de li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtalê ev peyam parve kirin: “Ên ji zilma desthilatdariyê re bêdeng dimînin, di baweriya me de ferqê wan ji hev nîne. Li hemberî vê zilmê êdî bêdeng nemînin, di zûtirîn dem de edaletê bi dest bixin. Têkoşîna me ya heq, hiqûq û edaletê heta ku edalet pêk were wê bidome.”