Li Westanê îhale dane alîgirên xwe

Şaredariya Westanê ya AKP'ê îhaleyê dide fîrmayên alîgir, lê ew bi xwe vî karî dike. Serokê Şeradariyê Murat Sezer jî qezenceke bêhiqûqî bi dest dixe.

Şaredariya Westanê ya AKP'yî di 10'ê Çileya 2022'yan de îhaleya avakirina Avahiya Tekstîlê ya Bajarê Gevaş çêkir. Îhale li gorî xala 21/B ku tenê di dema nexweşî, karesatên xwezayî, xetereya windakirina can û malî de derbasdar e. Îhale bi qasî 2 milyon û 790 hezar TL’yî dane fîrmaya bi navê Ar-Ya Enerjî Egitim Gida-Înşeat-Tekstîl.

Şaredariya AKP'yî her wiha li taxên cuda yên navçeya Westanê îhaleya xebatên çêkirina kevirên parkeyê kir. Îhale bi 12 mîlyon 634 hezar TL’yî dane heman şîrketê.

‘HÛN ZEHMET NEKIN EM Ê BIKIN’

Murat Sezer ê ku van xebatan da îhaleyê, ji fîrmayên ku îhale dane re got, "Zehmet nekin, em ê bikin" û kete tevgerê. Bi îmkanên şaredariyê fabrîqeya tekstîlê qedand. Paşê îhaleya xebata febrîqeyê da şîrketa bi navê Ar-Ya ku bi bazariyê îhale da lê ew kar bi ser neket.

RÊ JI ALIYÊ ŞAREDARIYÊ VE TÊN ÇÊKIRIN, LÊ DI FERMIYETÊ DE ŞÎRKETA ÎHALEYÊ XUYA DIKE

Îhaleya kevirên parkeyê jî şaredarî bi derfetên xwe çêkir. Xebatkarên şaredariyê daketin kolanan û kevir raxistin. Dîsa bi îhaleya 21/B re kevirên esasî birin Berwarî û firotin. Sezer ê AKP’yî bi derfetên şaredariyê rêya gundê Miçaros çêkir, lê di fermiyetê de şîrketa îhaleyê xuya dike. Şîrketa Ar-ya ku wisa di fermiyetê de dixuye ku gelek tişt kiriye lê di rastiyê de tiştek nekiriye, belgeya ezmûna xebatê nîne û bi belgeyên bi tevahî sexte kar dike.

Welatiyên ku der barê mijarê de agahî dan diyar kirin ku Sezerê AKP'yî hevkarê şîrketa bi navê Ar-Ya ye û bi hev re dixebitin. Endamên Meclîsa Bajêr ên HDP'ê diyar kirin ku Serokê Şeradariyê Murat Sezer di van mijaran de ti agahî nedaye meclîsê û ev belge ji wan hatine veşartin.

NAVÊ WÎ GELEK CARAN BI GENDELIYÊ TÊ ROJEVÊ

Sezer ê AKP’yî gelek caran navê wî bi van îdiayan tê rojevê. Sezer di sala 2020'an de îhale dabû şîrketekê û ji ber ku bi rêveberên şîrketê re li hev nekiribû rastî êrîşa bi kêrê hat û bi giranî birîndar bibû. Her wiha Sezer bi saeta destan a 300 hezar TL’yî ketibû rojevê, lê piştre red kir.