Li Amedê xisareke giran li 3.200 avahiyan bûye, lê tenê 80 jê hatine hilweşandin

Hevserokê Şaxê Amedê yê Odeya Endezyarên Avahîlêkirinê Mahsûm Çiya Korkmaz got, li Amedê 3 hezar û 200 avahiyên bi xisara giran hatine tespîtkirin lê belê tenê 80 jê hatine hilweşandin.

Hevserokê Şaxê Amedê yê Odeya Endezyarên Avahîlêkirinê Mahsûm Çiya Korkmaz anî ziman ku ji sedî 3 ê avahiyên li Amedê di dema erdhejê de xisareke giran li wan bûye, nehatine hilweşandin. Korkmaz got, "ji 3200 avahiyên ku xisareke giran li wan bûye tenê 80 jê hatine hilweşandin."

Di erdhejê de li Amedê gelek avahî hilweşiyan, bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Piştî erdhejê li avahiya karê tespîtkirina xisarê hate kirin û di encamê de hate tespîtkirin ku xisareke giran li 3 hezar û 200 avahiyan bûye. Divê ev agahî bêne hilweşandin, lê belê heta niha tenê ji sedî 3 ê van avahiyan hatine hilweşandin. Avahiyên ku divê bêne hilweşandin xetereyeke mezin e li ser bajêr. Endezyar û Mîmarên bi vê mijarê re eleqedar dibin bang li rayedaran dikin.

Hevserokê Şaxê Amedê yê Odeya Endezyarên Avahîlêkirinê Mahsûm Çiya Korkmaz diyar kir ku avahiyên navborî divê tavilê bêne hilweşandin û faktorên dibin sedema astbestê jî ji holê bêne rakirin.

Korkmaz anî ziman ku bi sedan avahî hene ku divê bi lez bêne hilweşandin, lê belê ji aliyê hilweşandina van avahiyan ve hîn hejmareke têrker nehatiye kirin.

'BI DERENGÎ DEST BI HILWEŞANDINÊ KIRIN'

Korkmaz diyar kir ku li navçeyên navendî yên Amedê tespîta 80 hezar avahiyan hatiye kirin ku xisar li wan bûye, lê belê li gel îtirazan ev pêvajo cara duyemîn hatiye kirin û got, "Lewma pêvajo dirêj bû. Lê belê yên ku divê bi lez bêne hilweşandin li derveyî vê dihêlim. Karê tespîtkirina xisarê bi giştî beriya meh û nîvekê qediya. Bi vî karî re eşkere bû ku xisareke giran li 3200 avahiyan bûye. Avahiyên ku di asta navîn û kêm de xisar li wan bûye, najimêrim. Îhaleya hilweşandina van avahiyan destpêkê dan şaredariya bajarê mezin. Piştre erk jê standin û dan walîtiyê. Ji bo hilweşandinê li taxan îhale hate kirin û ev jî beriya 10 rojan qediya. Li gorî xwe kronolojiyek; tespîtkirina xisarê, diyarkirina îhaleya hilweşandinê û destpêkirina karê hilweşandinê, diyar kirin û hînê nû dest bi hilweşandinê kirin."

'AVAHÎ BI DENGEKÎ KÊM JÎ DIKARIN HILWEŞIN'

Korkmaz ragihand ku karê hilweşandina avahiyên xisareke giran li wan bûye gelekî giran tê kirin, eger bi vî rengî dewam bike wê pêvajoya hilweşandina 3 hezar û 200 avahiyan neqede û got, "Heta niha 80 avahî hatine hilweşandin. Lê belê eger bi vî rengî dewam bike, hilweşandina hemû avahiyan wê bi salan dewam bike. Ji ber ku hemû ji van avahiyan li cihê trafîkê ne, xwedî rîskeke mezin e. Kolonên van avahiyan teqiyan e. Bi hejandineke biçûk, yan jî bi trafîka wesayitan jî dikarin hilweşin. Bêguman hilweşandin jî divê li gorî rêvebernanmeya hilweşandinê ya Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê bê kirin. Di vê rêvebernameyê de bi şênberî tê gotin ku hilweşandin divê ji qatên jêrê destpê neke. Yanî ev tê wê wateyê ku divê ji qatên jor destpê bikin û molozan bi rêya vînçan rakin. Eger bi vî rengî bê kirin hingî toz û asbest nabe. Lê belê em dibînin ku hilweşandinên li vê derê berevajî vê ne; yekser kolonên li qatê herî jê tê teqandin û têne hilweşandin. Hewl didin xetereyekê ji holê rakin, lê belê xetereyeke din diafirînin."