Li Bedlîsê lîstika qirêj a AKP’ê

AKP'ê û dewleta Tirk dema dawî li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Bedlîsê plana xwe ya tunekirinê, şewitandinê, hilweşandinê, asîmîlasyon û koçkirinê jinûve xiste dewrê.

Bedlîs ku yek ji bajarên qedîm ên Kurdistanê ye, her tim bûye hedefa êrîşên dewleta Tirk. Dewleta Tirk a ku di sala 1925’an de bi Plana Şark Îslahatê bi hezaran kes li Bedlîsê qetil kir û sirgûn kir, piştre li navenda bajêr Xelat û Elcewaz bi cih kirin û li Tetwanê jî Tirk û Ecemên ku ji Asyaya Navîn û Qefkasyayê anîne bi cih kirin. Dewleta Tirk a ku Plana Şark Îslahatê negirt, di salên 1990’î de bi dehan gund û gundik wêran kir, bi sedan mirov qetil kir û bi hezaran jî koçber kir. Dema ku ev polîtîka jî bi ser neket dîsa ket dewrê. Di sala 2021’an de li navenda Bedlîsê di bin navê “Veguherîna Bajarvaniyê” de bi sedan kargehên esnafan hatin hilweşandin. Dîsa di bin navê restorasyonê de şûnwarên dîrokî yên bi hezaran salî hatin xerakirin.

Dema ku li navenda bajarê Bedlîsê ev tişt diqewimin, di Tîrmeh û Tebaxa 2023’yan de li Xîzan û Tetwanê bi dehan gund û mezrayên Xîzanê û Tetwanê bi rojane tên bombekirin, xweza tê qetilkirin, rez û baxçe wêran dibin, kargeh û mal tên hilweşandin û ji ber vê mirov neçar dimînin ku koç bikin.

Di 2'ê Hezîranê de li gelek gund û mezrayên navçeya Xîzan bi taybet li Harat, Akunus, Govan, Lanilan, Xulepur, Kekulan, Sureh, Pertawan, Kuran û Ureyê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Li gundê Xulepur ê 3’ê Hezîranê danê sibê piştî qedexeya hatin û çûnê ya li ser gundan hate ragihandin, bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinê de gelek gundî hatin destgîrkirin.

XWEZA TÊ TINEKIRIN

Di roja çaremîn a qedexeya derketina derve de bi hezaran kesên ku li 10 gundên Xîzanê di malên xwe de asê man, çandinî nehatin berhevkirin li erdê man, sewal bi rojan birçî man. Li gundên Huzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xulepur, Kekulan, Sureh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ku qedexe lê hatibû ragihandin, bê navber hate bombekirin. Destûr nedan welatiyên nexweş biçin nexweşxanê. Makîneyên înşaetê yên mezin anîn nav rez û baxçeyên gundiyan û rê vekir, bi hezaran donim bax û zevî hatin tinekirin, bi rojan bi helîkopter û obusan hatin bombekirin.

Di 15’ê Tîrmehê de herêma ku weke herêma Daristanê Findiqan ku dikeve navbera başûrê Çemê Kesen, başûr-rojhilatê Çemê Melihazelê û başûr-rojavayê  Hamînî, di navbera 14 û 28’ê Tîrmeha 2023’yan de weke "Herêma Ewlekariya Taybet" hat îlankirin û hate bombekirin. Gundiyên ku xwestin biçin zeviyên xwe zeviyên xwe av bidin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin destgîrkirin. Çûna gundiyan li zeviyên hate qedexe kirin. Bomberdûmana hundir û derdora gundan bi balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopteran dewam kir. Di êrîşên leşkerî yên ku piştî qedexeyan dest pê kirin de darên gundan ji kokê ve hatin hilkirin û xweza wêran kirin.

WÊ QEREQOLÊN NÛ YÊN LEŞKERÎ BÊN AVAKIRIN

Armanca operasyonên leşkerî ew e ku qadên daristanî, rez û baxçeyên li geliyê wêran bikin û herêmê bikin baregeh. Gund û daristanên ku hatin bombekirin û wêrankirin di salên 90’î de jî hatibûn şewitandin û valakirin. Gundiyên ku berê neçar mabûn gundên xwe biterikînin, paşê vegeriyan û jiyanek nû ava kirin. Ev herêmên ku ji nû ve hatin şênkirin, dîsa bûn hedefa dewletê.

Artêşa Tirk ji bo rê veke, darên findiqan ên gundê Xulepurê ji kokê ve bi kepçeyan radike. Piştî ku bejahiya gundên Xûlepûr û Kekulan bi rojan ji hewa û bejahiyê ve hatin bombekirin, li hemû gundan kamerayên MOBESE û Wênegir ên kemîn hatin danîn.

GUNDÎ HATIN ÊŞKENCEKIRIN

Piştî pevçûna 10’ê Tebaxê danê sibê li bejahiya gundê Peyindas a Tetwanê ya Bedlîsê derketibû, artêşa Tirk roja din li gund operasyonek lidar xist û 8 gundî destgîrkiribû. Ji wan Mustafa Tedbirli, Kerem Avras û Garîp Îpek ên di bin êşkenceyê de hatibûn destgîrkirin hatin girtin.

NAVENDA BAJÊR A BEDLÎSÊ BI ZORÊ TÊ VALA KIRIN

Li Tetwan û Xîzanê ev bûyer tên jiyîn, li navenda Bedlîsê jî bi hinceta "Veguherîna Bajarvaniyê" bi sedan dikan hatin hilweşandin. Li 5 taxên Bedlîsê nêzî 700 xanî û kargeh hilweşiyan. Dewleta ku mal û kargehên gel xera kir, li vir dest bi avakirina "Baxçeyê Miletê" kir.
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di navbera salên 2015-2017’an de herî kêm 500 hezar kes ji Kurdistanê bi darê zorê koçber bûne.