'Pêngava 15'ê Tebaxê bû dengê jinên azadîxwaz'

Gerîlayên YJA Starê Diljîn Rûken û Nûda Çekdar Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin û ragihandin ku fîşeka destpêkê ya ku 15'ê Tebaxa 1984'an hate teqandin bû dengê jinên azadîxwaz.

Gerîlayên PKK'ê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin silav dikin. Ji gerîlayên YJA Starê Diljîn Rûken û Nûda Çekdar li ser bandora Pêngava 15'ê Tebaxê axivîn.

Diljîn Rûken anî ziman ku ew bi coşeke mezin Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê pêşwazî dikin û got, "Beriya her tiştî Cejna Vejînê li Rêbertî, gelê me yê welatparêz, hevrêyên li zindanan û hevalên li çiyê di oxira şoreşê de berdêlan didin, pîroz dikim. Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo me cejneke. Bi pêşengiya hevalê Egîd li Dihê fîşeka destpêkê hate teqandin, çalakiya destpêkê hate kirin. Ev fîşeka destpêkê ku ji aliyê gerîla ve hate teqandin, dengê azadiyê yê gelê Kurd bû, dengê hevrêyên me yên li zindanan, dengê Mazlûm, Xeyrî û Kemal bû, dengê jinên azadîxwaz ên li Kurdistanê bû. Gelê Kurdistanê bêtirs guh da vî dengî.

Bi ruhê 15'ê Tebaxê, bi hêza ji hevrê, Rêbertî û şehîdên xwe werdigirin li Zap, Avaşîn û Metînayê bi hêvî û berxwedêriyeke mezin em li dijî artêşa Tirk a faşîst şer dikin. Li gelek deverên Kurdistanê gerîla şerê azadiyê dewam dikin. Armanca me ya herî mezin jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye, baweriya me bi serxistina vê yekê heye. Ji ber ku bawerî û biryardariya me mezin e. Ti hêz nikare li hemberî îradeya azad bisekine. Gerîlayên Kurdistanê her roj çalakiyan dikin û gelek caran jî van çalakiyan bi raya giştî re parve dikin. Gelek tişt li pêş çavan e. Biryardariya me gelekî mezin e; leşkerên Tirk ên faşîst wê li çiyayên Kurdistanê nemînin. Ya wê xwe vekişînin ya jî wê bimirin. Serketin wê ya me be."

RUHEKÎ NÛ LI KURDISTANÊ DERKETE HOLÊ

Ji gerîlayên YJA Starê Nûda Çekdar jî bal kişand ser girîngiya 15'ê Tebaxê û got, "Îdeolojiya Rêberê me û Pêngava 15'ê Tebaxê li Kurdistanê ruhekî nû afirand, ev ruh sembola pêşketina îradeya azad e. Ya rast ev ruh nîşaneya ruhê 14'ê Tîrmehê ye. Artêşa Tirk a faşîst her tim bi bikaranîna şerê psîkolojîk û teknîkê xwest gerîlayên Kurdistanê tune bike, lê belê negihîşt armanca xwe. Ji ber ku gelê Kurdistanê bi hêz û îradeya xwe hesiya. Ti hêz nikare vî ruhî tune bike. Gerîlayên Kurdistanê rastiya artêş û dewleta Tirk a faşîst nîşan dan. Dewleta Tirk a ku aboriya xwe bi temamî li şer razandiye, di vî şerî de wê nikaribe bi ser bikeve. PKK bûye hêviya gelên bindest ên cîhanê. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi îradeyeke mezin şer dikin. Em di wê baweriyê de ne ku di vî şerî de em ê bi ser bikevin."