Dayikên aştiyê ji ber operasyonên qirkirinê bertek nîşan da

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, bertek nîşan da ku çima li Colemêrgê û navçeyên wê Dayikên Aştiyê jî di nav de 24 kes hatine destgîrkirin û wiha got: ‘’Em ser li ber we xwar nakin.’’

Di çarçoveya operasyonên qirkirinê de li Colemêrg, Gever, Çelê û Şemzînanê ku navçeyên Colemêrgê ne, 24 kes hatin destgîrkirin. Li Wanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanê operasyonan û destgîrkirinê hat dayîn.

Meclisa Dayikên Aştiyê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê daxuyanî da. Gava daxuyaniyê pankartê ‘’Bila zext û destgîrkirin bên rawestandin, dayikên me rûmeta me ne’’ hat hildan.

 ‘DEV JI PÊKANÎNÊN KÊFÎ BERDIN’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got ku Dayikên Aştiyê ku hatine destgîrkirin pirsgirêkên wan ên tenduristiyê yên cidî hene û yek ji wan Fatma Dûman e ku rakirine nexweşxaneyê û got: ‘’Dayikên Aştiyê nûnerên herî bi qedir ên têkoşîna ji bo aştiyê ne. Ji bo pêkhatina aştiyeke rûmetyar û nerijîna xwînê têdikoşin. Em bi Dayikên Aştiyê re ne. Bi destgîrkirin, girtin û zextan em gav bi paş ve naavêjin. Bila AKP-MHP demildest dev ji neheqî, nehiqûqî û kirinên kêfî berdin.’’

 ‘WE ZAROKÊN ME XISTIN GIRTÎGEHAN, HÛN Ê ÎCAR DAYIKAN BIXIN GIRTÎGEHAN’

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Saade Oklu bi pişt re wiha axivî: ‘’Em vê feraseta dayikên me destgîr kirine şermezar dikin. We zarokên me xistin girtîgehan, hûn ê îcar dayikên me bixin girtîgehan? Pirsgirêkên tenduristiyê yên dayikên me hene. Destgîrkirina dayikên me yên nexweşiyên wan hene, pir şerm e. Dayikên me demildest berdin! Em ser li ber we xwar nakin.’’

Dirûşmeyên ‘’Bijî berxwedana dayikan’’ û ‘’Bijî berxwedana jinan’’ hatin berzkirin û daxuyanî qediya.