Kampa Qadiya ku Şengalî lê ne, deh roj in bê av e

Êzidiyên ji ber fermanê koçî kampa Qadiya ya li Zaxoyê kirin, ragihandin ku di vê germa havînê de 10 roj in ew bê av in.

Gelê Êzidî ji sala 2014’an heta niha li gelek kampan dîl hatine girtin û di nava şert û mercên dijwar de debara jiyana xwe dikin. Bi taybet di demsala havînê de ew kamp bi dehan car şewitîne û bi dehan kesan jiyan xwe ji dest dane. Tevî Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin û ewlehiya wê ji aliyê hêzên YBŞ/YJŞ’ê tê girtin jî, desthilatdariya Başûr rê nade Êzidiyan vegerin warên xwe û şert û mercên wan her ku diçe girantir dike.

Kampa Qadiya ya girêdayî Îdareya Zaxoyê di salên dawî de bi gelek binpêkirinên maf, şewat û êrîş kete rojevê. Êzidiyekî li kampê dimîne û nexwest navê xwe bide da zanîn ku ew deh roj in bê av in.

Êzidiyê li kampê destnîşan kir ku, di vê germahiya îsal de bi sedan malbat bê av in û wiha nerazîbûna xwe anî ziman, “Desthilatdariya Başûr ji kêfa xwe tewîzê nade, cihê wan başe, zarokên wan di binê klîmayê de dem derbas dikin, tiştek ji wan kêm nîne. Ew bila bên di van konan de saetek be jî nikarin tehemûl bikin. Ev deh roj in kesî ji me av ne dîtiye. Kesên ku wesayîta wan heye, dora 80 km wêdetir diçin avê ji bo zarokên xwe tînin. Beriya du rojan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî seredana Zaxo kir. Li vir ji bo hevpeyvîneke 5 deqîqeyan 4 klîma jê re pêxistin. Hemû derfet di xizmeta wan de ye, lê kes pirsa me nake.”

Hêjayî bibîr xistinê ye ku di 31'ê Tebaxa Sala 2021'an de Kampa Qadiya rastî êrîşeka dewleta Tirk a Dagirker hatibû û di encama wê êrîşê de 2 kesan jiyan xwe ji dest bûn û 2 kes jî birîndar bûbûn.