Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Cûdî weşand ku 11 dagirker hatibûn cezakirin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Girê Cûdî weşand, ku di encamê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatibûn cezakirin, 7 jî birîndar bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya 10'ê Tebaxê de ev agahî parve kiribû:

"9'ê Tebaxê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên ku hewl didan bi pêş ve biçin çalakiyeke êrîşê hate kirin. Hêzên me bi wêrekî bi ser dagirkeran ve çûn, bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiYê de 9 dagirker hatin cezakirin û 7 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkerên ku piştre xwe vekişand, bûn hedefa çekên nîv otomatîk û giran ên hêzên me. Di encamê de 2 dagirkerên din jî hatin cezakirin."