Ciwanekî din ê Şengalî li ser rêya koçberiyê jiyana xwe ji dest da

Ciwanê Şengalî Eliyas Xidir Zilfo yê piştî fermanê koçî kampên Başûrê Kurdistanê kiribû, li ser rêya koçberiyê li qadeke di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de jiyana xwe ji dest da. 6 zarokên wî jî bêxwedî hatine hiştin.

Eliyas Xidir Zilfo ji navçeya Til Izêr a Şengalê bû, ku beriya 9 salan di dema fermanê de koçî Başûrê Kurdistanê kiribû.

Eliyas Xidir Zilfo, ku li Kampa Mam Reşan a navçeya Şêxan a Duhokê dima, beriya çend rojan tevî 6 zarokên xwe berê xwe da Ewropayê û bi rê ket.

Lê belê agahî gihîşt malbata wî ya li Şengalê ku Eliyas Xidir li daristaneke navbera Tirkiye û Yewnanistanê jiyana xwe ji dest daye, 6 zarokên wî jî li wê herêmê bêxwedî mane.

Malbata Eliyas Xidir Zilfo bang li saziyên navneteweyî kirin ku cenazeyê kurê wan vegerînin û çareseriyekê ji rewşa zarokên wî re peyda bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha bi dehan ciwanên Şengalê yên berê xwe dan koçberiyê li herêmên sînorên Tirkiye, Yewnanistan û Bûlgaristanê winda ne û çarenûsa wan nediyar e.

Yek ji wan jî Xêrî Nayîf Milko ye ku 6'ê Tebaxa 2023'an winda bû û hîn jî agahî jê nayê wergirtin.