Milîtana xeta nemir a enternasyonalîst: Elefterîa Hambî

Şervana Elman Elefterîa Hambî got, 'Ev şer ne tenê şerê Kurdan e, şerê her kesên bindest e, bi taybetî jî şerê jinan e' û tevlî nava refên gerîla bû. Bû milîtaneke nemir a xeta enternasyonalîst.

Ji milîtanên pêşeng ên enternasyonal ên Tevgera Azadiyê Elefterîa Hambî (Eva Marîa Steîge) li bajarê Memmîngen ê Elmanyayê li nava malbateke demokrat ji dayik bû.

Elefterî Hambî di nava şert û mercên serweriya kapîtalîzmê de mezin bû, jiyana ji azadiya sexte û şexsî red kir, kete nava lêgerîna jiyaneke nû û rast. Elefterîa Hambî weke jinekê, rola bêwate û sexte ya li jinan dihate ferzkirin qebûl nekir û bi saya lêkolînên xwe di nava gelek tevgeran de cih girt ku piştgirî didan azadiya jinê. Lê belê ev tevger û aktîvîteyên ku aliyên xwe yên teorîk li pêş bûn, ji lêgerînên Elefterîa re nebûn çare.

Elefterîa Kurd û têkoşîna wan nas kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk xaka xwe terikandin û koçî Ewropayê kirin. Piştre jî bala xwe çû ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Bersivên ku lê digeriya di parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan de dît, gelekî kete bin bandora têkoşîna dîrokî ya li Kurdistanê û biryar da ku tevlî nava refên azadiyê bibe.

Piştî destpêkirina şoreşa bi pêşengiya jinê ya li Rojava bi coşeke mezin berê xwe da vê derê. Cihê xwe di nava refên YPJ'ê de girt û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên tecawizkar û êrîşên dewleta Tirk bi lehengî têkoşiya.

Li dû têkoşîna xwe ya li Rojava di sala 2018'an de tevlî nava refên gerîla bû û kete bin bandora têkiliyên jiyanê û hevrêtiya xurt a li nava PKK'ê.

Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî şareza bû, xwe bi pêş ve bir. Pratîka xwe ya destpêkê ya serketî li Garê meşand. Elefterîa ku kedkar û fedakar bû, bi kesayetiya xwe ya bi moral û coş hêz da hevrêyên xwe.

Elefterîa baweriya xwe pê anî ku şerê gerîla ne tenê şerê Kurdan e, şerê her kesên bindest û bi taybetî jî şerê jinan e. Lewma bû milîtaneke YJA Starê ya fedaî ku bi îradeya xwe ji hemû pirsgirêkan re bû çareserî.

Di encama êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de 25'ê Mijdara 2019'an li Garê tevlî karwanê şehîdan bû.