Karakaş piştî 30 salan hate berdan

Adnan Karakaş piştî 30 salên dîlgirtinê li Nisêbînê bi tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Adnan Karakaş (63) di sala 1993'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibû girtin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya li Amedê (DMG) cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê birî bû. Karakaş piştî 30 salên dîlgirtinê doh ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tevî Mûsa Şanak û Mehmet Înal hate berdan.

Karakaş bi konvoyek ji endamên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHADFED), Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk û xizmên xwe kete nava navçeya Nisêbînê.

Karakaş çû mala xizmên xwe ya li taxa Selahattîn Eyyûbî û li vir ji aliyê girseya gel ve bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîrkirin.

Adnan Karakaş ê 30 salan dîlgirtî ma, bi kansera çerm û nexweşiya romatîzmayê ketibû.