HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

HPG'ê şehîd Ûlaş Pîr bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Ûlaş ku bû milîtanekî dilsoz ê Rêber Apo mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt û şehîd bû."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Hevrêyê me Ûlaş Pîr ku zivistana 2010'an li qada Cîlo gava bi erka xwe radibû, ji ber mij û berfa zêde di meşa şevê de ji koma xwe qut bû û eşkere bû ku şehîd bûye. Hevrêyê me Ûlaş ku felsefeya Rêber Apo nas kir û tevlîbûneke îdeolojîk li partiya me PKK'ê kir, tercîha xwe li aliyê azadiyê danî, bi kesayetiya xwe ya xurt û tevlîbûna xwe ya durust bû milîtanekî fedaî. Hevrêyê me Ûlaş ku têkoşîna xwe her tim mezin dikir û dilsozê rastiya Rêber Apo û şehîdan bû, bi jiyana derwêşane û hevrêtiya ji dil bû milîtanek ku her tim mînak bê dîtin.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Ûlaş Pîr em sersaxiyê ji tevahiya xelkê me yê Koçgirî yê welatparêz dixwazin û diayr dikin ku em ê armanc û hesreta şeh^dên xwe bi cih bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Ûlaş Pîr bi vî rengî ne:

Nasnav: Ûlaş Pîr
Nav paşnav: Emre Saçli
Cihê jidayikbûnê: Enqere
Dayik-Bav: Cemîle Hasan Gazî
Dem û cihê şehadetê: 2010 / Cîlo

Felsefeya jiyan û têkoşînê ya Rêber Apo ku gelekî li ber qirkirinê rizgar kir û jinûve anî ser xwe, ji sînorên Kurdistanê wêdetir li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêviya paşeroja azad a bindestan. Têkoşîna me ku ji roja ava bûye û vir ve li ser xeteke enternasyonal paşeroja azad a gelan ji xwe re kiriye armanc,her tim xwedî li mîrateya têkoşînê ya Hakî Karer û Kemal Pîr'an derketiye. Partiya me PKK ku ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer ava bû ku Rêber Apo ji bo wî digot 'Mîna ruhê min ê veşartî bû', bi sedan şoreşgerên ji neteweyên cuda tevlî nava refên xwe kir, xeta xwe ya enternasyonalîst xurt û mezin kir.

Hevrêyê me Ûlaş li nava malbateke demokratîk, weke ewladê dayikeke Kurd û bavekî Tirkmen ji dayik bû, ku malbata wî bi eslê xwe ji Sêwasê ye û ji ber pirsgirêkên madî neçar ma koçî yek ji metropolên Tirkiyeyê Enqereyê bike. Li dijî siyaseta dewleta Tirk a înkarker ku hebûna Kurdan tune dihesibîne, li Koçgirî agirê destpêkê yê têkoşînê hate vêxistin. Ev kevneşopiya berxwedanê ya gelê me yê serhildêr afirand, di hişê malbata hevrêyê me de timî ma. Hevrêyê me Ûlaş tevî ku ji Kurdistanê dûr mezin bû, çanda Kurd-Elewîtiyê ya ku ji dayika xwe wergirtî di jiyana xwe de her tim serwer kir, nêzîkatiyên neyînî yên li nasnameya Kurd û Elewî dihate kirin, bûn sedem ku nakokî bi hevrêyê me re li ser sîstemê çêbibe. Di temenekî gelekî ciwan de ji xwe re kir pîvaneke mirovî ku li ber neheqiyê rabe, lewma li dijî neheqiyê bêbersiv nema, hînbûna di nava pratîkê de ji xwe re kir esas. Hevrêyê me timî dixwend, lêkolîn dikir, bi vî rengî xwe bi pêş ve dibir û demekê bala xwe çû ser tevgerên çep, di dema xwendina lîseyê de cihê xwe di nava refên têkoşîna şoreşgerî de girt. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de di şexsê dewleta Tirk a faşîst de rastiya dijmin nas kir, baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi berxwedaneke hevpar a gelan bersiv ji êrîşên şovenîst re dikare bê dayin û di vê çarçoveyê de kedeke mezin da. Hevrêyê me ku li Zanîngeha Gazî Beşa Karsaziyê qedand, du salan karê hesanbgiriyê kir û di vê pêvajoyê de fêhm kir ku bi têkoşîna li nava sîstemê encam nikare bê bidestxistin. Bala hevrêyê me timî li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû ku ji nêz ve dişopand, dema ku pirtûk û analîzên Rêber Apo xwend gelekî kete bin bandorê û biryar da ku di nava pratîkê de têkoşîna me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me tevlî nava karên ciwanan bû, di vê demê de dewleta Tirk a mêtinger gelek caran êrîşî wî kir, 5 caran hate destgîrkirin û 4 mehan li zindanên mêtingeriyê ma. li gel êrîşan jî hevrêyê me Ûlaş serî netewand, her carê jî bi îradeyeke hîn mezin tevlî kar bû. Hevrêyê me di pêvajoya zindanê de asta xwe ya biryardariyê gihand nuqteya herî bilind, di sala 2007'an de tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bû û li çiyayên Kurdistanê têkoşîna xwe gihand asta herî bilind.

Bi rengekî îdeolojîk tevlî felsefeya jiyana nû ya Rêber Apo bû, da ser şopa kevneşopiya têkoşînê ya Hakî Karer û Kemal Pîr'an û bi kesayetiya xwe ya şoreşger-milîtan li çiyayên Kurdistanê bi jiyana gerîla ya pîroz re bû yek. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê, li çiyayên Kurdistanê xwe ji nû ve afirand. Bi perwerdeyên gerîlayê yên bingehîn şareza bû, bi ruhê têkoşer zû hînî şert û mercên herî giran ên gerîlatiyê bû, pirsgirêkên lê rast dihat çareser dikir û bi vî rengî tevlîbûneke xurt pêk anî. Hevrêyê me danheviya xwe bi felsefeya Rêber Apo re kir yek, xwe gihand kûrahiyeke mezin û ji xwe re kir armanca bingehîn ku vê kûrbûna xwe derbasî pratîkê bike. Li cografyayekê ku hewl tê dayin gel li hemberî hev bê rakirin û bibin dijminê hev, hevrêyê me Ûlaş li ser xeta Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo bû milîtanê jiyana hevpar, bi kesayetiya xwe ya kedkar bênavber têkoşiya. Li gelek qadan tevlî kar bû, berpirsyariyên demê bi serketî bi cih anî, her tim kûr dibû ji bo hîn bi xurtî tevlî bibe. Bi bandora xurt a ji têkiliyên hevrêtiyê ku nîşaneya cewhera PKK'ê ye ji bo karibe vê têkiliya pîroz hîn xurtir bike hewl da. Li nava refên PKK'ê bi heqîqetê re bû yek. Hevrêyê me Ûlaş ku milîtanê fedaî yê meşa azadiyê ya Rêber Apo bû, her tim hewl dida xwe bi pêş ve bibe, kêmasiyên ku sîstemê di kesayetiya wî de afirandibû ji holê radikir û li nava refên têkoşînê bû pêşeng.

Hevrêyê me ji bo karibe wezîfeyên şoreşê bi serketî bi cih bîne bi xurtî dixebitî, ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo xizmeteke hîn baştir û pêkanîna armanca şehîdên me yên nemir a ji bo paşerojeke azad, tevlî nava Hêzên Taybet bû. Ji bo karibe li qadên leşkerî û îdeolojîk kûrtir bibe timî hewl dida, di demeke kurt de li gelek qadan bû hevrêyekî me yê pispor, li ser rêya fedaiyan tevlîbûneke xurt pêk anî. Hevrêyê me Ûlaş di jiayan xwe ya şoreşgerî de bi rengekî milîtanî jiya û tevlî bû, li qadên Garê û Heftanînê pratîkeke serketî meşand û piştre derbasî Zagrosan bû. Li dijî artêşa Tirk a mêtinger li refên herî pêş ên berxwedana dîrokî cih girt, li qada Cîlo pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li dagirkeran hate xistin.

Hevrêyê me Ûlaş ku li ser şopa fedaiyên me yên nemir bi rengekî bêteredût meşiya û bû milîtanekî dilsoz ê Rêber Apo, li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt û şehîd bû. Weke hevrêyên wî di şexsê hevrêyê me Ûlaş de em ê ji bo bîranîna şehîdan hemûyan têkoşîneke hêjayî wan bimeşînin."