Li Wanê di 7 mehên ewil ên sala 2023’an de 19 kes ji înşaetê ketin û jiyana xwe ji dest dan

Her sal ji ber polîtîkayên ambargoya aborî ya AKP'ê li Kurdistanê bi sedan ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest didin, di 7 mehên destpêkê yên sala 2023'an de 19 ciwanên ji Wanê ji înşaetê ketin û jiyana xwe ji dest dan.

Ciwanên Kurd ên ku neçar tên hiştin di înşaetên ku ewlehiya kar û kontrola wan de tune ye bixebitin, dibin qurbanê cînayetên kar. Ambargoya aborî ya ku AKP'ê li Kurdistanê xistiye meriyetê, ji ber bêkarî û xizanî dibe sedema windakirina ciwanên Kurd. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê yên wekî Wan, Mûş, Agirî û Îdirê her sal bi deh hezaran ciwan ji bo xebatên înşaetê diçin bajarên metropolên Tirkiyeyê.

Wan jî yek ji bajarên di bin ambargoya aborî ya taybet a AKP'ê de ye. Li Wanê ku deriyê sînor e, ji ber ambargoyê bazirganiya sînor hat qedexekirin û sewalkarî û çandinî gihaşt asta tunebûnê. Piştî ku şaredariyên navçeyan bi taybetî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin, bi hezaran kes ji kar hatin avêtin. Pratîka aborî ya AKP'ê bû sedem ku bêkarî û xizanî bigihêje ji sedî 80'î.

Di ambargoya aborî ya Wanê de krîza aborî bû sedema hilweşîna aboriyê. Ji ber hilweşîna aborî, bêkarî û xizanî bi taybetî dibe sedema koçberiya ciwanan. Di sala 2022'yan de herî kêm 56 karkerên Wanî yên ku koçî bajarên Tirkiyeyê kirin û di sektora înşaetê de dixebitîn ji ber bê ewlehiya xebatên înşaetê jiyana xwe ji dest dan. Di 7 mehên destpêkê yên sala 2023’yan de herî kêm 19 karkeran bûn qurbanê cînayetên kar.

Hin karkerên jiyana xwe ji dest dane ev in:

* Di 14'ê Tebaxa 2023'yan de Ayhan Gurbuz (35) ê li taxa Hevîrzong a navçeya Erdîşê qeydkirî bû, li Stenbolê di înşaeta ku dixebitî de ji bilindahiyê ket û jiyana xwe ji dest da.

* Karkerê înşeatê yê Wanê Yunus Tam ê li Meletî dixebitî, di 31'ê Tîrmehê de ji ber îskeleya li înşaeta ku lê dixebitî hilweşiya jiyana xwe ji dest da.

*Velî Çelîk di 3'ê Tîrmehê de li Stenbolê ji ber îskeleyên înşaeta ku lê dixebitî ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

* Di 28'ê Hezîranê de Mîrkan Bîngol ê li taxa Tekîrdagê Çorluyê di înşaetê de dixebitî ji qata 9'an ket û jiyana xwe ji dest da.

* Bavê 3 zarokan Şakir Yilmaz (42) ê li Anzafê ya navçeya Bêgir a Wanê qeydkirî bû, di 26'ê Hezîranê de li navçeya Manavgat a Antalyayê ji înşaetê ketibû û jiyana xwe ji dest da.