Armanc diyar kir ku, Erdal di nava gerîla de weke “fermandarekî rû bi ken” tê naskirin û got, “Di jiyana xwe ya şoreşgerî de rêberekî ku kedeke mezin daye welat, gel û mirovahiyê bû. Fermandarekî ku bi bi samîmiyet û dilnizmiya xwe hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xistibû.”
Armanc da zanîn ku, weke hevrê û şervanê wî ew ê xwedî li mîrateya mezin a ji Erdal dewr girtiye bibe û layiqî bîranîna wî bin.
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc, bi wesîleya 20’emîn salvegera şehadeta Fermandar Erdal (Engîn Sîncer) ji ANF'ê re axivî.
We cara yekem li ku, kengî û çawa Şehîd Erdal nas kir? Hûn li kîjan herêmê bi hev re man?
Hevrê Erdal li navçeya Pazarcika Mereşê di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Her çiqas ji zarokatiya xwe heta tevlîbûna PKK'ê her tim li Elmanyayê jiyabe jî dizanibû ku hezkirina xwe ya ji welat û welatparêziyê biparêze. Di temenekî ciwan de bi awayekî çalak û pêşeng beşdarî çalakiyên cihêreng ên tevgera azadiyê bû. Di sala 1992’an de hat Akademiya Mahsûm Korkmaz û Rêber Apo nas kir. Piştî ku li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerdehî dît, ferza wî li Botanê bû, hat herêma Heftanînê. Di sala 1993'an de Egîd û Mustafa Yendem ku navê xwe yê kod jê girt, kêfxweşî û serbilindiya xwe gihandina Botanê ku fermandarên me bi salan lê pratîk dikirin, jiya. Hema li hemû herêmên Botanê geriyaye û di her xebatên ku beşdar bûye de performanseke serkeftî nîşan daye.
Beriya ku em Erdal nas bikin û hev bibînin, me bihîstibû ku ew di ragihandinê de û hin çalakiyên din li kêleka Fermandariya Herêma Botanê cih girtiye û fermandarekî ciwan e ku bi tevlîbûna li nava yekîneyên bi tevger re beşdarî şerê çalak bûye. Hevrêyên wî yên ku bi Erdal re dixebitîn her tim ji me re digotin ku ew jîndar, bi ken, fedekar û wêrek e.
Min Erdal di Mijdara 1996’an de li geliyê Basretê yê Gabarê nas kir. Dema ku me bi hevrêyê xwe Fermandarê Eyaleta Botan Cemal re sohbet dikir, me dît ku du-sê hevrê ji aliyê din ve ber bi me ve tên. Beriya ku kesek ji me re bêje kî li pêş dimeşe, me di cih de zanibû ku hevrê Erdal e. Ji ber ku berê hevrêyan ewqas teswîr û vegotina kesayeta Erdal kiribûn ku dema derket pêşberî me, di naskirina wî de me zehmetî nejiya.
Em hîn bûn ku yekîneya di bin fermandariya hevrê Erdal de li herêma Findikê çalakiyeke serkeftî li dar xistine û piştre hatine cem me. Piştî ku di çend deqeyên pêşîn de li ser rewşê hev pirsîn çêbû, wî dest pê kir ku bi dirêjî rave bike ka wan çawa çalakiyê plan û organîze kir. Piştî sê-çar rojan em li vir man, di çarçoveya plansaziyekê de ji hev veqetiyan. Di van çend rojên ku em bi hev re bûn, min fêm kir ku her tiştê ku min li ser wî bihîstiye û dizanibû rast e, heta min got ku kêm jî hatiye danasîn.
LI GABARÊ BI DEHAN ÇALAKIYÊN SERKEFTÎ LIDAR XIST
Hevdîtina me ya duyemîn di Kanûna 1997’an de dîsa li nêzî gundê Sipîviyan ê Gabarê bû. Em ji vir ji bo perwerdehiya taktîk a ku di binesaziya Fermandariya Eyaleta Botanê de hatibû rêxistinkirin, diçûn Bestayê. Erdal û çend hevrêyên me di şeveke ewrayî û baran de berê xwe dabûn Bestayê. Dema ber bi sibehê ve em gihiştin mintiqa Rûsor a herêma Şerîban, em ji tekmîla ku li ser cîhazê hatiye dayîn hîn bûn ku li Gabarê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin û li gelek cihan pevçûnên dijwar rû dane. Di vê navberê de hevrê Erdal hewl dida li ser cîhazê biçûk xwe bigihîne hevrêyan bizane dijmin ji ku derê hatiye, li kîjan xetê ye, pevçûn li ku diqewime û perspektîf dida hevrêyan. Ji ber ku hevrê Erdal du sal bû di fermandariya Gabarê de bû û hemû herêma xwe baş nas dikir. Hêj me xwe negihandibû Bestayê, em hîn bûn ku hevrêyên me li dijî hêzên operasyonê çalakiyên bi bandor li dar xistine û bi cezakirina bi dehan leşkerên dijmin gelek çek bi dest xistine.
Diyalog û perspektîfên ku Erdal bi hevrêyên ku di vê dema kin de di nav operasyonê de bûn re çêkir, ji me re bû alîkar ku em baştir fêm bikin ka ew çiqas fermandarekî şer ê jêhatî ye. Dema em gihiştin herêma Besta ya bi navê Çalan, em hîn bûn ku bi taybetî hevrê Cemal Fermandarê Eyaleta Botanê û hevrêyên di asta fermandariyê yên hemû herêmên Botanê de amade ne û amadekariyên destpêkirina perwerdehiyê bi dawî bûne. Li vir em hemû zivistanê di heman rêveberiya perwerdehiyê de bi hev re xebitîn. Perwerdeya ku di serî de Eşref Başkale, Kasım Engin, Kurtay Feraşîn û gelek fermandarên hêja beşdar bûn, bi ser ketî bi dawî bû. Hevrê Erdal di serî de berpirsyarê hevrêyên beşdarî vê perwerdeyê bûn, bû. Bi awayekî aktîf beşdarî hemû dersan bû û di mijarên bîrdozî, rêxistinî û leşkerî de piştgirî da hevrêyên xwe.
Piştî ku di dawiya perwerdehiyê de konferansa Botanê hate lidar xistin, di bihara 1998’an de bi komeke mezin a hevrêyan re di bin pêşengiya Erdal de em careke din çûn Gabarê. Hevrê Erdal hem di fermandariya Gabarê de bû û hem jî li hemû qadên Gabarê weke fermandarekî yekîneya bi tevger di nava çalakiyan de bû. Di navbera salên 1997-98’an de bi fermandariya Hevrê Erdal li Gabarê bi taktîkên dewlemend bi dehan çalakiyên serkeftî hatin pêşxistin û derbên giran li dijmin hate xistin û gelek çek ji ser dijmin hatin rakirin. Piştre, ew çû herêma Cûdî û fermandariya di asta yekem de wergirt.
Di kongreya şeşemîn a PKK’ê de hevrê Erdal weke endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin û weke berpirsê asta yekem a eyaleta Gabar-Mêrdînê ya ku wê demê nû hatibû organîzekirin hate diyar kirin. Di Adara 1999’an de li Gabarê civîna rêveberên eyaletan bi beşdariya hevrê Huseyîn Mahîr ku nû ji Başûr hatibû, pêk hat. Piştî civîna ku bi pêşengiya hevrê Erdal pêk hat, di çarçoveya plan û rêziknameya nû ya li ser esasê têkoşîna bi bandor a li dijî komploya navneteweyî de hevrêyên xwe seferber kirin.
Ez û Erdal di sala 1999’an de her tim li Gabarê bi hev re bûn. Em weke delege ji bo 7’emîn Kongreya PKK'ê hatin cem hev. Heta sala 2000’î ku çû Ewropayê em her tim li kêleka hev bûn.
Hûn dikarin şêwazê fermandariya bîrdozî, rêxistinî û leşkerî ya ku we di salên ku hûn li gel Erdal de man, çawa dikarin binirxînin?
Hevrê Erdal ji malbateke Kurd, welatparêz û Elewî bû. Hevrêyekî ku di zarokatiya xwe de bû şahidê êrîş û meylên dewleta Tirk ên li hemberî gelê me yê Kurd-welatparêz-Elewî. Di sala 1978’an de li Mereşê qetlîama dewleta Tirk a li dijî Elewiyên Kurd ên welatparêz pêk anî, êşa qetlîama Mereşê jiyabû. Dema ku felsefe û îdeolojiya PKK’ê nas kir asteke hîn rêxistinkirî bi dest xist. Yanî hevrê Erdal di temenekî ciwan de beşdar bû û pê zanîbû ku tevgera Apoyî rêxistina herî samîmî ya azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Bi perwerdehiya Rêber Apo re bû gerîla û fermandar.
Bi salan di Fermandariya Eyaleta Botanê de ma û beşdarî gelek çalakî û şeran bû, xwedî ezmûneke mezin a leşkerî bû. Di her hawîrdora ku lê bû de bi salan bi afirandina pergalên perwerdehiya bîrdozî, rêxistinî û leşkerî gerîla perwerde kir û pêş xist. Bi kesayeta xwe ya kêfxweş û bi coş her tim ji aliyê hemû hevrêyan ve dihat rêzgirtin. Dema pêwîst bû fermandarekî jêhatî, dema pêwîst bû şervan û dema pêwîst bû ji hevrêyê xwe re xizmetkarekî fedakar bû. Bi jiyan û tevlîbûna xwe bû xwedî helwesteke Apoyî ku her tim ji fermandar û şervanên wî re bû mînak.
Aliyekî din ê şêwaza fermandariya Erdal ev e; Dijmin baş dişopand hewl dida fêm bike, kîjan alî qelse kîjan aliyê wan bi hêz e û li gorî wê ser plan û taktîkan lêhûrbûnên wî çêdibûn. Wî dizanibû ku çalakî û şerê serkeftî di detayan de ye. Û her tim li ser detayan disekinî û zelal dikir û bi hevrêyên derdora xwe re parve dikir. Fermandarekî wisa bû ku bi detayên şer re eleqedar dibû.
Nêzîkatiya wî ya li Têkoşîna Azadiya Jinê û li hemberî hevrêyên xwe yên jin ên ku pê re xebitî çawa bû?
Li pêşberî rol û mîsyona ku Rêber Apo dabû jinan, hin kêmasiyên me hebûn. Hevrê Erdal her tim li hemberî van kêmasiyan têdikoşiya. Bi nîqaşkirina wê bi taybetî di nav hevrêyên xwe yên mêr de hewl dida ku rengekî diyar bide. Bi hevrêyên jin ên ku bi wan re dixebitî re ahengek çêkiribû û karîbû ruhekî kolektîf biafirîne. Bi awayekî samîmî û dilnizm nêzî hevrêyên xwe yên jin dibû û piştgirî dida wan. Kêmasiyan rexne dikir. Lê belê hevrêyekî ku her tim bawerî dida û girîngî dida xebata bi hevrêyan re bû.
Hevrê Erdal bi perwerdehiya ku ji Rêber Apo û PKK'ê standî û çanda ku bi dest xistî, bi girîngiya Tevgera Azadiya Jinê zanîbû. Li ku dima, hem bi hevrêyên jin û hem jî bi hevrêyên xwe yên mêr re nîqaş dikir û şêwazek ku hevrêyên xwe pêş dixe pêk dianî. Jixwe di wan salan de rê li ber hevrêyên xwe yên jin vedikir û dikir ku ew di çalakî û xebatên kûrtir de bibin xwedî însiyatîf. Hevrê Erdal her çendî her tim xwedî helwesteke rexnegir be jî, me nedîtiye ku ti hevrêyek jin ji hevê Erdal dilsar bibe ango dûr bikeve. Ji aliyê hevrêyên jin ve jî dihat hezkirin û şêwaza fermandariya wî dihat qebûlkirin.
Eger rewşa heyî jî bigirin dest û binirxînin; şehîd Erdal di şer de kîjan taktîkên çalakiyan û çawa bi kar dianî? Weke mînak ji bo ku ji çalakiyên van rojan re bibe ronahî, hû dikarin çi bibêjin?
Eger gerîlatiya Modernîteya Demokratîk a pispor ku îro herî zêde di rojeva me de ye, binirxînin; dema pratîka Gabar a 1997-1999’an a hevalê Erdal tê lêkolînkirin, em dibînin ku di wan rojan de pratîkeke wî ya bi vî rengî hebû. Di wê pêvajoyê de hevalê Erdal herî zêde li ser pêşxistina çalakiyên bi bandor lêhêrbûn kiriye û bi rengekî encamgir kiriye pratîk. Tarzekî fermandariyê hebû ku bi taktîkên kemîn, ketina hundir û sabotajê, li cihên ku dijmin nikarîbû ferq bike kengê û bi kîjan rêbazê, bi çalakiyên surprîz derbên giran lê dixist. Di encama plansaziya xwe de, bêyî ku bi hêzek hindik were lêdan û di çend deqeyan de encam bigire, bi paşvekişînê çalakiyên serkeftî pêk tîne. Ev çalakiyên di bin fermandariya hevalê Erdal de hatin pêşxistin, dijmin xist nava tirs û panîkê.
Di wan pêvajoyan de taktîkên sabotajê di nava me de belav nebûbû. Hevalê Erdal bi hewldanên xwe di branşê sabotajê de bû pispor. Dijmin bê navber kazan, obus û hewanên ku nediteqiyan, diavêt araziyê. Hevalê Erdal ev kom dikirin û dikir cepxane, hewl dida ku li hemberî dijmin bi kar bîne. Têkildarî vê yekê ez dixwazim bîranînekê bibêjim.
Rojekî ji bo nêçîrê bi hevalê Erdal re em çûn araziya gundê Xursê yê Gabarê. Piştî ku em hinekî li araziyê geriyan, hevalê Erdal di kêliyekî ku hinekî ji me dûr de gazî me kir û diyar kir ku nêçîrek girtiye. Hevalê Erdal gule neberdabû. Em jî difikirîn ku çawa nêçîr girtiye û em çûn cem. Dema em gihiştin cem, me dît ku li gel wî guleyek obus a 45 kg heye. Li me nêrî, keniya û got, “Aha nêçîra me! Îro teqez divê em vê obusê bibin nuqteya xwe. Em ê li nuqteyê wê bibirin, TNT wê derxînin, bînin rewşa bombeyê û divê em li dijî dijmin çalakiyekî lidar bixin.” Li gel me çante yan jî tiştekî din nebû ku em vê obusê pê hilgirin. Dema ku me jê re pêşniyar kir ku em biçin nuqteya kampê û çante bînin, israr kir û ev tişt got, “Na, wê bibe dereng. Çi dibe bila bibe, divê em vê obusê hêdî hêdî bigihînin nuqteyê.” Hetanî nuqteyê her carê yek ji me ev obus hilgirt. Ti hal di me de nemabû. Tişta ku ez dixwazim bêjim, di tarzê hevalê Erdal de ev yek hebû ku karê îro nedihişt ji bo sibe. Esas digirt ku xebatên xwe di demê xwe de pêk bîne û biqedîne.
Ez dixwazim çalakiya serketî ya ku hevalê Erdal bi taktîka sabotajê pêk anîbû, mînak bidim. Wê demê li herêma Banê Ezîza ya Gabarê cihekî ku dijmin bi roj lê digirt û bi şev berdida hebû. Bi gelemperî li ser axa Banê Ezîza lidarxistina çalakiyek bi roj pir bi rîsk bû. Heval Erdal bombe li hemû çeperên ku dijmin bi roj digirt û bi şev jî berdida, bi cih kir. Wî kablo daxist xwarê û çend komên êrîşê jî li nêzî gir bi cih kir. Piştî ku dijmin li çeperan bi cih bû, hevalan danê sibehê bombe teqandin, dest bi êrîşê kirin û bi ser dijmin de çûn. Li vir gelek çek rakiribûn û bêyî ku ti windahiyek çêbibe bi saxlemî paşve vekişiyan.
Di vî demî de li Gabarê pirsgirêkek cidî ya erzaq hebû. Hevalê Erdal beriya çalakiyê, nanekî biçûk da bu her hevalekê ku beşdarî çalakiyê bûbû û wiha gotibû, “Hûn nan naxwazin; piştî çalakiyê di dema paşve kişandinê de hûn ê bixwin. Eger roja yekem dijmin neyê nîviya nan bixwin, nîviya din jî roja piştre piştî we çalakî kir ji bo hûn bi enerjî bin, di dema paşve kişandinê de hûn ê bixwin.” Fermandarekî bi vî rengî bû ku pir kûr difikirî û plan dikir. Hevalê Erdal bi xwe ev çalakî amade kir, plan kir û ji nêz ve koordîne kir. Gelek çalakiyên serkeftî yên hevalên Erdal ên mîna vê, hebûn.
Têkildarî Şehîd Erdal herî dawî tiştek heye ku hûn diyar bikin?
Dilsozî û hezkirina heval Erdal a ji welatê wî re pir xurt bû. Timî hez dikir ku li çiyayan gerîlatiyê bike û ji bo vê yekê israr dikir. Bi taybetî pir ji Gabarê hez dikir. Di navbera salên 2000-2003’an de di pêvajoyên li Ewropayê de, timî bi me re li Gabarê bi telefonê peywendî çêdikir. Ji me re geşedanên giştî radigihand. Dar, fêkî, lawirên biyanî û tiştên mîna van mereq dikir û pirs dikir, hewl dida rewşa dawî fêr bibe. Her tim xerîbiya xwe ya Gabarê bi me re parve dikir. Yanî tevî ku li Ewropayê bû, Botan bi taybetî jî Gabar jiyan dikir û mereqa hevalên li wir dikir.
Hevrê Erdal her tim qala Gabarê ji gelek hevalan re dikir ku wî bi xwe rêxistin dikir û beşdariya wan a ji partiyê re çêdikir. Dema ev heval hatin çiyê, her tim ji bo xwe bigihînin Gabarê pêşniyar û hewldan dikirin. Yek ji wan hevalê Şehîd Avareş Dêrsim bû. Şehîd Avareş li gel Erdal li Ewropayê ma û gelekî jê bandor bûbû. Xeyala Gabar a ku hevalê Erdal ji hevalê Avareş re anîbû, dema gihîşt Gabarê pêk hat. Hevalê Avareş demeke dirêj li Gabarê ma. Mîna hevalê Erdal bi tevlîbûna xwe ya samîmî û dirûst bi xwezaya Gabarê re bû yek û weke şervanekî cewherî yê hevalê Erdal her tim bûbû xwediyê tevlîbûneke samîmî bû.
Hevrê Erdal di nav me de weke fermandarekî rûken tê naskirin. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de fermandarekî pêşeng bû ku kedeke mezin da welat, gel û mirovahiyê. Fermandarekî dihat hezkirin bû ku bi samîmiyet û dilnizmiya xwe ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hat hezkirin. Şoreşgerekî mezin bû ku li ser me hemûyan kedeke mezin da û di dîroka me ya şoreşgerî de şopên ku nayên jibîrkirin hişt. Ez dixwazim diyar bikim ku weke hevrê û şervanê wî em ê xwedî li mîrateya ku wî ji me re hiştiye derkevin û her tim hewl bidin layiqî bîranînên wî bin.