Ji ber êrişên Tirkiyeyê 366 sivîlan jiyana xwe ji dest dane

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker heta niha li başûrê Kurdistanê 366 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 157 gund jî hatine valakirin.

Li gorî amarekê ku şaxa saziya Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) ya li Iraqê ji ANF’yê re şandiye, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker heta niha li Başûrê Kurdistanê 366 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Ji meha Tebaxa 2015’an heta niha ji ber bomberanên rasterast ên dewleta Tirk a dagirker 147 sivîl li başûrê Kurdistanê şehîd bûne û 219 kes jî birîndar bûne.

Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker gelek gund û gundik rasterast bombebaran kirine û ji ber êrişên wê wan gund û gundikan zerar dîtine. Li gorî heman çavkaniyê ji ber êrişên dewleta Tirk tenê ji meha tebaxa 2015’an heta niha 157 gund hatine valakirin.

Ji ber zêdebûna bombebaranên dewleta Tirk a dagirker û ji ber hedefgirtinên wê yên rasterast ên li gundan, xetereya valabûnê li ser 600 gundên li ser sînor heye.