Şewata li çiyayê Gabarê belav dibe

Şewata li Çiyayê Gabarê ku 17'ê Tebaxê destpê kir, ji ber ku nehat vemirandin, bi bandora bê li qadeke berfireh belav bû.

Şewat li qunatara Çiyayê Gabarê yê li aliyê navçeya Basayê roja Pêncşemê destpê kir.

Ji ber ku şewat nehat vemirandin, bi bandora bê li qadeke berfireh belav bû.

Li gorî agahiyan şewat nêzî goristana gundê Bûnisra bûye ku di salên 1990'î de hatiye valakirin.

Li ser sedema şewatê agahî bi dest neket, lê belê artêşa Tirk weke berpirsyarê sereke yê şewata li herêmê tê dîtin.

Şewata li herêmê bi giranî ji aliyê artêşa Tirk ve bi zanebûn tê derxistin û destûr nayê dayin ku bê vemirandin.

Salên derbasbûyî ji ber topbarana ji qereqola jendermeyan a Akdîzgîn a li gundê Zêwê, agir bi qadeke berfireh ketibû.