HPG: Li Zapê 5 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û derb li gelek çeperan hate xistin.
Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û derb li gelek çeperan hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî da:
"Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
16’ê Tebaxê saet 05:00 û 07:15’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çeperên dagirkeran hate xistin.
16’ê Tebaxê saet 10:50’î çeperên dagirkeran ên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran hatin hedef girtin û çeperek hate rûxandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
16’ê Tebaxê saet 15:10’an çeperên dagirkeran ên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran hatin hedef girtin û çeperek hate rûxandin.
16’ê Tebaxê saet 17:00’an dema ku dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nava tevgerê, bi çekên giran hedef hatin girtin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de; dagirkerek hate cezakirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
16’ê Tebaxê saet 17:40’an dema ku dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin tevgerê, bi çekên nîvotomatîk hatine hedefgirtin û dagirkerek hatiye cezakirin.
16’ê Tebaxê saet 18:00’an dema ku dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî hewl didan keşfê bikin, bi çekên nîvotomotîk hatin hedefgirtin û derb li çeperekê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
16’ê Tebaxê saet 18:20’an de dema ku dagirker li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî kom bûn, bi çekên giran hatin hedefgirtin û 2 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidar xistin.
Hêzên me 17’ê Tebaxê di navbera saet 00:30 û 01:30’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî tevgera helîkopteran 6 caran bi çekên giran mudaxeleyê kirin.
17’ê Tebaxê saet 03:30’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirker bi çekên giran hatin hedef girtin û derb li çeperekê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
Herêma Zapê;
16’ê Tebaxê saet 19:30’an li herêma Berxwedanê ya Sîdayê dagirker bi çekên ferdî hedef hatin girtin û dagirkerek hate cezakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
16’ê Tebaxê Herêma Berxwedanê ya Girê Biharê ya girêdayî Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carek û herêmên Gundê Şêlazê û Golka yên Metîna 7 caran; Bi tevahî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi topan hatin bombekirin.”