Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bahoz piştî 4 mehan hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erdal Marangoz, ku ji aliyê malbatê ve hatibû teşhîskirin, lê tevî vê yekê jî li goristana bêkesan a li Mêrdînê hatibû veşartin, piştî 4 mehan hate radestkirin. Cenaze li navçeya Qelqelî ya Wanê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Erdal Marangoz (Bahoz Çiya) ku di operasyona di 2’yê Gulanê de li çoltera Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 4 mehan radestî malbata wî hate kirin.

Tevî ku cenaze ji aliyê malbatê ve hate teşhîskirin jî bi hinceta encama DNA’yê diyar nebûye, cenaze li goristana bêkesan a li Goristan Bajêr a Kamor ku li navçeya Artûklûyê ye hatibû veşartin.

Piştî ku encamên DNA’yê diyar bûn cenazeyê Marangoz radestî malbata wî hate kirin.  Malbata doh serê sibehê de ji bo cenazeyê lawê xwe bigire ji Wanê çû Mêrdînê, tevî ku kirariyên wergirtina cenaze temam bûn jî heta derengî şevê cenaze radestî wan nehate kirin.

Piştî ku bû derengî şevê cenazeyê Marangoz radestî malbata wî hate kirin. Cenaze li navçeya Qelqelî ya Wanê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin. Polîsan ji bilî ferdên malbatê destûr nedan ku kes tev li merasîma cenaze bibe.