HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi bîr anîn

HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn û sersaxî ji malbat û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarê 4 gerîlayên bûne şehîd ev tişt diyar kirin:

“Di êrîşa dijmin a li qada Oremarê ya girêdayê Cîloyê ya roja 19’ê Tebaxa sala 2021’ê de, endamê Fermandariya Eyaleta Cîloyê hevrêyên me Lokman Dilşêr û Mûnzûr, Zana û Brûsk şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja ku bi hişmendiya neteweyî û rewnakbûna partiya me PKK’ê çêkiriye, ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê gihîştine gerîla, bi bawerî berê xwe dane Bakurê Kurdistanê û bi erka xwe ya şoreşgeriyê rabûne.

Hevrêyê me Lokman ji roja tev li têkoşiya me ya azadiyê bûye, tim xwe daye pêş û bi têvlebûna xwe ya bêyî dudilî bûye mîlîtanekê mînak. Ji fermandartiya tîmê heta bi fermandariya eyaletê bi gelek erkan rabûye. Fermandarê me Lokman Dilşêr, berpirsyariya bi şoreşgerî di ser her tiştî re dîtiye û li kû pêdivî hebûye xwe daye wê derê. Bi girêdayîbûna bi xeta Rêbertiyê û şehîdan ve navê li dîroka me ya têkoşînê nivîsiye.

Zarokê bi wêrek ê gelê me yê Ereb, şoreşgerê enternasyonal hevrêyê me Brusk Ararat bû mîlîtanekî fikrê Netewa demokratîk a Rêbertiya me. Bawer kir ku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn di nava aştî û demokrasiyê de bi hev re bijîn, divê gelê Kurd azad bibe û bi vê baweriyê ber xwe de çiyayên Kurdistan. Bû mînaka hevrêtiyê.

Hevrêyên me Mûnzûr, Zana û Brûsk jî li Cîloyê pir mane. Bi fedakariya xwe ya li wê derê, bi israra xwe ya ji bo geşkirinê têkoşînê û bi vîna bibin bersiv ji bo pêvajoya ku tê de bûne tevlêbûna wan di xeta fedaîtiyê de bûye. Girêdayê azadî, gel û welatê xwe bûn. Bi qehremanî meşiyan.

Di salvegera şehadetê de em hevrêyên xwe Lokman, Mûnzûr, Zana û Brûsk bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Di serî de malbatên hêja, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me ku bûne şehîd ev in:

Nasnav: Lokman Dilşêr

Nav û paşnav: Mensûr Sadiqî

Cihê çêbûnê: Kotol

Dê – Bav: Şekir – Teymur

Cih û dîroka şehîdbûnê: 19’ê Tebaxa 2021’ê /Cîlo

 

Nasnav: Brûsk Ararat

Nav - paşnav: Hemed Erban

Cihê çêbûnê: Libnan

Dê – bav: Zînê – Ahmed

Dîrok û cihê şehîdbûnê: 19’ê Tebaxa 2021’ê / Cîlo

 

Nasnav: Mûnzûr Rojava

Nav – paşnav:Yûsûf Hecî

Cihê Çêbûnê: Tirbespiyê

Dê – Bav: Zehra – Mihemed

Dîrok û cihê şehîdbûnê: 19’ê Tebaxa 2021’ê / Cîlo

 

Nasnav: Zana Seko

Nav - paşnav: Kemal Xizirî

Cihê Çêbûnê: Serdeşt

Dê – Bav: – Ayşe –Abdullah

Dîrok û cihê şehîdbûnê: 19’ê Tebaxa 2021’ê / Cîlo

 

LOKMAN DILŞÊR

Rêber Apo bi destpêkeke dîrokî kir ku gelê me axa mirinê ji ser xwe biavêje û li her derê xwe azad bike gel rakir serhildanê û li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî dest pê bû. Bi têkoşîna me ya azadiyê ku 50 sal in berdewam e, bi gelê Kurdistanê re ne bi tenê guherînên siyasî û civakî çêbûn, di warê hişmendiyê de jî şoreş çêbû û li her derê rastiyeke gel ku ji bo heman armancê li ber xwe dide, şer dike, derket holê. Rastiya Kurd a beriya PKK’ê ku bi tenê li herêmê lê bû, bi eşîra jê bû re mijûl dibû, asoya wê ji herêma lê dijiya, çîna aîdê wê bû derbas nedikir, bi saya gelek hewildanên Rêber Apo û partiya me PKK’ê serobino bû.

Ji çar aliyên Kurdistanê û derveyê welêt bi dehhezaran ciwan bi hişmendiya neteweyî gihîştin gerîla. Bi saya ruhê neteweyî ku Partiya me çê kir, ciwanekê Hewreman ê ji Kirmanşanê gihîşt gerîla, li Dersimê, mîlîtanekê Efrînî li Rojhilatê Kurdistanê, ji bo azadiya gelê me şer kir û şehadet da ber çavên xwe.

Partiya me PKK’ê ku hemû taybetiyên paşverû û kevneşopî yên di nava civaka me de avêtin aliyekî û bû tevgereke nûjen a Kawa û li hemû Kurdistanê û Rojhilata bi bandor bû, bêyî guman gelek bandor li ser gelê me yê Rojhilat jî çêbû. Bi saya birêxistibûn, hişmendiya neteweyî ku bi salan hat bipêşvebirin, gelê me yê Rojhilat ku xwe li dora Rêber Apo û PKK’ê kir xelek, bi serhildanên xwe yên li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û paşê ku ewladên xwe yê herî hêja tev li nava refên gerîla kirin, di têkoşîna me de bû pêşeng. Di pêvajoya şoreşgerî ya li Rojhilatê Kurdistanê çêbû, bandor li hemû derdorên Rojhilatê Kurdistanê kir û potansiyeleke niwaze derxist holê.

Hevrêyê me Lokman li gundê Rayvan ê Kotolê ku pêvajoyeke wiha ya zihnî û civakî çêbûye, di nava malbateke welatparêz a girêdayê nirxên xwe yên neteweyî de ji dayik bûye. Ji derdora wê ya nêz kes ku gihîştine gerîla û bandora gerîla roj bi roj li ser Kotolê zêde bûye, bandora wê li ser hevrêyê me Lokman jî çêbûye. Ditiye ku gerîla qedirê wî digirin, têkiliyên navbeyna wan û têkoşîna wan a ji bo gel bi fedakariyeke zêde, hevrêyê me Lokman di bin bandora xwe de hiştiye. Hevrêyê me difikire ku divê ew jî endamekê bi rûmet ê gelê me bikeve nava refên têkoşînê, dest bi lêgerîneke ji vê boneyê dike. Hevrêyê me Lokman ku ji bo xwe jiyaneke jirêzê bi tu awayî qebûl nake, her tim ketiye hewila jiyaneke watedar. Hevrêyê me sala 2007’an berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê û bi gihîştina gerîla gava ewil a jiyana watedar diavêje.

Hevrêyê me Lokman ku perwerdehiya xwe ya pêşîn li qada Zapê dibîne, bi sekinîna li ser xwe ya di pêvajoya vê perwerdehiyê de, zû bi zû hînê jiyana li serê çiyayan û ya gerîla dibe. Perwerdehiyên ku ji fermandarê me yê hêja Şehîd Rustem Cûdî dibîne û sekinîna li ser xwe dike bingeha hemû jiyana xwe ya gerîlatiyê, bi coş, moral û di her warê jiyana xwe de bi çalaktiya xwe xwe dide ber erka pêşengtiyê. Li vê mîsyona ku xwe dide ber, heta ku sax be ku dewam dike û tu car bi tiştên heyî qîma xwe nayne. Fikira hevrêyê me Lokman ew e ku divê her dem ji bo azadiya gelê xwe bêhtir têbikoşe, tempoya xwe ya tevlêbûna roj bi roj zêde dike û têkoşîna xwe geş dike. Hevrêyê me sê salan li qada Zapê gerîlatiyê dike; li vir hem di warê jiyanê hem jî di warê leşkerî de gelek tecrûbeya wî çêdibe. Hemû sekinîna li ser xwe dixwaze bi meriyet bike, bi vê taybetiya xwe bûye mîlitanekê mînak ji bo hemû hevrêyên xwe. Piştî pratîka xwe ya serkeftî ya li qada Zapê, wek endamekê fermandariyê yê hêvîbexiş, sala 2010’an li çiyayên asê yên Zagrosan dest bi gerîlatiyê dike.

Hevrêyê me Lokman li vir jî li pratîka xwe ya serkeftî dewam dike, tevlî Pêngava Şoreşger a Şemzînanê ya bi pêşengtiya fermandarên efsanewî ya Şehîd Reşîd Serdar û Rojîn Gewda dibe. Di çalakiyê Rindikê de bi awayekê fedaî şer dike. Gava şer ji ser û pêyê xwe birîndar dibe. Lê bi vîneke di ser ya mirovan re zû bi zû birînên xwe baş dike. Hevrêyê me ji bo nirxandina xebatên xwe yên pratîkî yên demdirêj ên sala 2013’an, ji bo derxistina dersên giring jê û destpêkên nû, di Akademiya Hakî Karer de tev li xebata perwerdehiyê dibe, bi sekinîna li ser xwe li vir, dikeve hewila temamkirina kêmasiyên xwe yên warên leşkerî û îdeolojîk da ku bibe bersiv ji bo pêvajoya dîrokî ku gelê me di nav de ye. Xwe di taktîka şerê gerîla de bi pêş ve bir û wek fermandarekê pêşeng ji akademiyê derçû.

Hevrêyê me Lokman li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên bi ser gelê me yê Rojava de, xwest bi gelê xwe re be û ev wek berpirsyariyeke neteweyî dît. Derbasê Rojava bû. Cih di nava hemû pêngavên leşkerî yên li dijî çeteyan de girt. Pêşengtî kir. Hevrê Lokman carek di şer de birîndar bû, lê birîndarî ji xwe re nekir astengî, zû bi zû baş bû cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt. Di şer de bi taybetî di warê çekên giran de yekê gelek karîger bû, bi dehan hevrêyên xwe perwerde kirin û kirin pispor. Di tevlêbûna her pêngavê de xwe hêj bi pêş ve bir. Tevlêbûna wî bi duristî, fedakarî û wêrekî bû. Hevrêyê me Lokman ku herî dawî fermandariya alayê dikir, tevî bi dehan hevrêyên xwe, bû mîna xewneke bi tirs a çeteyan. Di her pêngavê de pêşengtî dikir û ew û hevrêyên xwe di têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê de bi rolekê dîrokî rabûn. Di şer de bû şahidê şehadeta gelek hevrêyên xwe, têkoşîna bi her şehadetê yekcar zêde bû. Baweriya wî ew bû ku wê encax bi geşkirina têkoşînê bike ku bibîranînên şehîdan bimînin û bibe liyaqê rastiya şehîdan û her tim bêhtir xebitî û têkoşiya. Sala 2018’an ku çeteyên DAÎŞ’ê bi piranî hatin têkbirin, hevrê Lokman fikirî ku bi erka xwe rabûye û cardin berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Bi xwegihandina çiyayên Kurdistanê ku bi salan jê dûr ma, hestên pênasekirina wan zehmet bi hevrê Lokman re çêbûn. Şer giran bû û wek fermandarekî hay ji hêviya jê dihat kirin hebû. Piştî temamkirina perwerdehiya xwe li Akademiya Mahsûm Korkmaz, wek endamekê fermandariya eyaletê derbasê qada Zapê bû, nêzîkê du salan bi awayekê pratîk xebitî. Hevrê Lokman gelek çalakiyên li dijî êrîşên dijmin ên bi ser qada Zapê de koordîne kirin, tecrûbeya xwe ya leşkerî bi hevrêyên xwe re jî parve kir, kir ku her yek ji wan jî bibe bibe mîlîtanekê/e pêşeng.

Piştî pratîka xwe ya serkeftî ya li Zapê, sala 2020’an cardin çû qada Cîloyê û bû fermandarê eyaletê. Li qada Cîloyê ku bi erdnîgariya xwe ya asê û zehmet tê zanîn, li dijî dewleta Tirk a dagirker bi derfetên kêm têkoşiya û çalakiyên serkeftî bi rêxistin kirin û bû pêşengekê xeta me ya têkoşînê.

Hevrê Lokman ku bi hişmendiya neteweyî gihîşt PKK’ê, her tim qedirekê giran dida hevrêtiya di nava refên PKK’ê de. Hevrêyekê me yê jidil û durist bû. Her tim sivikkirina barê hevrêyên xwe ji xwe re dikir esas û bi erka xwe ya hevrêtiyê radibû. Bi wêrekî ya xwe ya di şer de, bi şarezahiya xwe ya di mijarên taktîkî de û bi otorîteriya xwe ya xwezayî xwe bi hevalên xwe dida qebûlkirin û li her qada lê bû karî bibe fermandarekê pêşeng. Bi kesayeta xwe zindî, bi moral û xwezayî bandor li ser hemû hevrêyên xwe dikir, bi van taybetiyên xwe hem di şer hem jî di jiyanê de bû yekê pêşeng.

Hevrê Lokman, jiyana xwe ya bi şoreşgerî ya bi 14 salan, her tim bi awayekê girêdayê Rêbertiyê û şehîdên me yên qehreman, têkoşiya, di her kêliya jiyana xwe de hest bi bibîranînên wan kir û wisa jiya. Erkên giring ên divê mirov bi ser bixe û bibîranînên hêja yên divê mirov girêdayî be hiştin ji me re. Di şexsê hevrêyê me Lokman de, em soza xwe ya serkeftinê ku me daye şehîdan dubare dikin em ê eseh bi cih bînin.

BRÛSK ARARAT

Hevrêyê me Brûsk, weke ferdê malbateke welatparêz a gelê me yê Ereb ku ji fikrên Rêber Apo bandor bûye, li Libnanê ji dayik bûye. Bandora Rêbertiyê li ser malbata hevrê Brûsk çêbûye. Lewma hevrê Brûsk partiya me ji biçûkatiya xwe ve nas kiriye. Bi geşbûna Şoreşa Azadiyê ya Rojava re malbata hevrê Brûsk jî ji vê şoreşê bi bandor bûye û vegeriyaye Rojava. Hevrêyê me Brûsk ku ji têkoşîna destanî ya şervanên Rojavayî yên Ereb, Kurd, Suryan û Çerkes a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi bandor bûye, bi taybetî sala 2016’a bi paqijkirina çeteyan ji Minbicê bi pêşengtiya Şehîd Feysel Ebû Leyla, gihîştiye yekîneyên berxwedanê yên Rojava. Hevrêyê me nêzîkê du salan bi awayekê pratîk li vir xebitiye, tev li gelek pêngavên li dijî çeteyan bûye. Li vir tecrûbeyeke şer bi hevrê Brûsk re çêbûye. Hevrêyê me bi fikira ku di şertên li serê çiyayan de, dûrê pergalê wê behtir li ser felsefeya Rêber Apo bisekine, sala 2018’an berê xwe daye çiyayê Kurdistanê û gihîştiye gerîla. Hevrê Brûsk piştî ku digihîje gerîla li Akademiya Şehîd Kadîr Ûsta perwerdehiyê dibîne, bi vê perwerdehiyê xwe hînê jiyana li serê çiyayan û jiyana bi gerîla re dike û fikirên Rêber Apo baştir nas û fam dike. Hevrê Brûsk mîlîtanekê hevgirtî bû û fikirîna wî bi tevahî bû, tiştên ku jê fam dikir di kesayeta xwe de bi cih dikir. Perwerdehiya xwe bi awayekê serkeftî temam kir û bi şûn de xwest ku rojek ji rojekê zûtir cih di çeperên berxwedanê de bigire. Ji bo tecrûbeyên xwe yên leşkerî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û mêtinger bi pratîk bike, bi pêşniyaza xwe derbasê qada Cîloyê bû. Li qada Cîloyê tev li gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û hersa xwe ya li dijî mêtingeriya Tirk nîşan da. Rêbaza rast a têkoşînê nîşanê hemû ciwanên welatparêz jî da. Di azadiyê de pir bi îdia bû û ji wê boneyê ji tu fedakariyê nedima. Di warê taktîka leşkerî de tim li pey taktîkên nû û cur bi cur bû. Rolê hevrê Brûsk di çalakiyên cur bi cur ên li dijî dijmin ên li Cîloyê de, giring e. Bi tevlêbûna xwe karî pêşengtiyê bike ji hevrêyên xwe li qadê re.

Tim karî ku girêdayê xeta Rêbertiyê û şehîdan bimîne, bi qedirê ku dida hevrêtiyê, wê tim bê bibîranîn û pêşengtiyê ji me re bike.”

MÛNZÛR ROJAVA

Hevrêyê me Mûnzûr, ji gundekê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Malbata wî malbateke welatparêz e. Rêbertiya me ku piştî derbasê Rojava û Sûriyeyê dibe, malbata wî Partiya me nas dike û hez jê dike. Bi geşbûna têkoşîna me ya azadiyê li Rojava, malbata hêja ya hevrêyê me Mûnzûr jî tev li xebatan dibe, di çêbûna hişmendiya azadiyê de li Rojava keda malbatê gelek e. Malbata me ya hêja zarokên xwe jî bi vê hişmendiyê mezin dike, bi geşbûna Şoreşa Azadiya Rojava re, bi awayekê çalak tev li xebatên şoreşê jî bû. Hevrêyê me Mûnzûr jî sala 2011’an ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava geş bû, gihîşt yekîneyên berxwedanê yên herêmî û tev li xebatên şoreşê bû. Wek ciwanekê Kurd xwe ji parastina gelê me berpirs dît û bi vê hişmendiye tev lê bû. Hevrê Mûnzûr kir ku bi dehan ciwanên wek wî tev li nava refên berxwedanê bibin û hêj di serê jiyana xwe ya şoreşger de bi erka pêşengtiyê rabû. Di nava yekîneyên berxwedanê de bi du salan cih girt û çandeke leşkerî pê re çêbû. Her wiha bandora fikirên Rêber Apo li ser çêbû û şoreşgerên pêşengtî ji şoreşê re kirin jî nas kirin. Ji van şoreşgeran hînê rastiya Rêber Apo bû û biryar da ku biçe çiyayên Kurdistanê.

Hevrê Mûnzûr, perwerdehiya xwe ya ewil sala 2013’an li qada Garêyê dît, bi hemû ezîtiya xwe tev li vê pêvajoya perwerdehiya bû û ket hewila famkirina ji Rêber Apo û rastiya partiya me PKK’ê bi her awayî. Ji feraseta îdeolojîk a herî piçûk, ji bikaranîna çekan ta bi taktîkên şer ket hewila xwebipêşvebirinê. Ji wê boneyê gelek ked da. Tevlêbûna hevrê Mûnzûr bi awayekê ji xwe bawer û bêyî dudilî û bi fedakarî bû. Bi îdia û biryardariyeke mezin xwe amadeyê derbasbûna pratîkê kir. Bi vê helwesta xwe bawerî bi hevrêyên xwe re çê dikir. Sala 2014’an çû qada Cîloyê.

Hevrê Mûnzûr li herêma Cîloyê, lig elek qadan cih di nav gelek xebatên cuda de girt û bi jêhatîbûna xwe di hemû xebatan de bû mîlîtanekê mînak. Di pêvajoyeke wisa de ku Şerê Gel ê Bi Şoreşgerî bi her aliyê xwe ket nav rojeva gelê me, wek hêza pêşeng a gelê me cih di nav merheleyên amadekariyê yên şer de girt, heta bi hûrguliya herî biçûk pir bi baldarî xebitî.

Hevrêyê me Mûnzûr hay jê hebû ku xebata di nav de ye bi stratejîkî çiqas giring e, bi awayekê gelek cidî û bi biryardarî tev lê bû. Yekê fedakar bû û tempoya wî gelek bû. Bi van taybetiyên xwe jî bû yekê mînak ji hevrêyên xwe re. Li qada ku lê bû gava ferasetine ne li gor amadehiyên giştî yên rêxistina me didîtin, wek mîlîtanekê Apoyî ji bo derketina ji heqê van rewşan têr diker hewilê û têdikoşiya, parêzkarekê nebez ê xeta partiyê bû. Roj bi roj xwe bi pêş ve bir û têkoşîna bi awayekê biryardar bi rê ve bir. Qet ji perwerdekirina xwe nedima, her hûrguliya jiyanê kir bone û materyala perwerdehiyê. Xebata kûryetiyê pir kir, di vê xebatê de jî ku divê mirov baldar û hestyar be, bi saya lêhûrbûna xwe ya bi tevahî yekê serkeftî bû. Bi vê xebatê bû ji her qada Cîloyê re bû serwer, bi her hûrguliya erazî zanî û ev ji xwe re kir avantajeke giring. Li dijî êrîşên dijmin ên li ser gel û tevgera me, wek mîlîtanekê Apoyî baş dizanî ku divê li erkên serdemê bibe xwedî û hay jê hebû ku vê jî wê bi kirina çalakiyan bi berdewamî pêk bê. Hevrêyê dijmin tim dişopand, gava keysa xwe didît bi awayekê bandorbar li dijmin lê dixist û dibû bersiv ji bo pêvajoya şerê dijwar.

Dijmin ku tecrîda li ser Rêbertiya me girantir kir, êrîşên xwe yên berpêyî roj bi roj zêdetir kirin, bi kirinên nemirovî yên dijmin ên berpêyî şehîdgeh û cenazeyên hevrêyên me yên şehîd, hevrê Mûnzûr pir bi hêrs bû.

Lewma hişmendiya ku divê mirov eseh bersiveke dîrokî bide dijmin, hevrê Mûnzûr sala 2018’an rapora çalakiyên fedaî nivîsî û pêşniyaz ji bo çalakiya fedaiyane kir. Hevrê Mûnzûr heta kêliya dawîn ku wê bibe şehîd jî tawiz ji xeta xwe ya fedaîtiyê neda.

Di pratîka serkeftî ya nêzîkê bi 8 salan a li Cîloyê de, hevrêyê me Mûnzûr ku mîlîtanekê pêşeng û kadroyekê fedaî yê PKK’ê bû; bi hezkirina xwe ya ji hevrêtiyê, bi sekin û nêzîkahiya xwe ya cidî ku xwe dabû ser serkeftinê, hemû hevrêyan ew ji xwe re dikir mînak û çûyîna di rêya wî de ji xwe re wek deyn didît. Di şexsê hevrêyê xwe Mûnzûr de em hevrê soz didin ku wê bidin ser şopa xeta têkoşînê ya hemû şehîdên xwe.

ZANA SEKO

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi sedan sal in di bin mêtingeriya rejîmên zextker de dijî tu hêviya xwe ji azadiyê nebiriye û têdikoşe, bi têkoşîna partiya me PKK’ê cardin hêvîdar bû zarokên xwe yê herî hêja tev li nava refên azadiyê kir. Bawerî bi têkoşîna azadiyê ya PKK’ê anî û her ber û dilê xwe da serê çiyayên azad ên Kurdistanê û bi têkoşîna me re bû piştgir.

Hevrêyê me Zana li gundekê girêdayê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di nava jiyana xwezayî ya gund de jiyaye û kesayeta xwe li cihekê wisa bi teşe kiriye, bi taybetiyên xwe yên dûrê pergalê malbatê û der û dorê hez jê kiriye. Ji ber mêtingehbûna welatê me ku di bin destên dagirkeriyê de ye, wek her zarokê Kurd dudilî bi hevrêyê me Zana re jî çêbûne. Nakokiyên sereke ku pê re çêbûne ev in: perwerdenebûna bi zimanê xwe yê zikmakî, vêderbûna ji aliyê pergalê ve, ku nekariye çanda xwe bi serbestî bijî.

Hevrêyê me Zana ku her ku mezin bûye, sedema van nakokiyan baştir fêm kiriye û li dijî dijmin pir bi hêrs bûye. Dest bi lêgerînê kiriye û dîtiye ku mêtingeriya heyî bi tenê bi Rojhilatê Kurdistanê ne sînordar e. Di serî de Bakurê Kurdistanê, bala hevrêyê me çûye ser têkoşîna ji bo azadiyê ya li dijî hêzên mêtinger. Bi taybetî bandora çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li dijî dewleta Tirk a dagirker li ser hevrêyê me Zana pir bûye. Lewma pir meraqa Partiya me kiriye û dest bi lêkolînê kiriye û fersenda wî ya naskirina jiyana gerîla û hevrêtiya gerîla ya watedar çêbûye. Wek ciwanekê Kurd ê birûmet xwestiye ku bigihîje gerîla da ku erka xwe ya ji bo azadiyê ya li hember gelê me bi cih bîne û para xwe ji jiyana xwe watedar a gerîla bigire. Ji wê boneyê salvegera 15’ê Tebaxê Cejina Vejînê sala 2013’an gihîştiye gerîla.

Hevrêyê me Zana ji bo hînê jiyana gerîla û çiyayan bibe, hînê rêgezên bingehîn ên jiyana nû bibe û hişmendiya xweparastina pêwist a li dijî dijmin pê re çêbibe, li qada Qendîl tev li perwerdehiya Şervanên Nû bûye. Hin caran zehmetî kişandibe jî bi vîndarî û biryardarî ji heqê zehmetiyan hatiye der. Piştî ku perwerdehî bi serkeftin temam kiriye, sala 2014’an derbasê qada Cîloyê bûye; heta ku bibe şehîd li vê qadê xebitiye. Gerîlatî li qada Cîloyê ku dewleta Tirk a dagirker xwe herî pir berpêyî wê dike, asê ye, ji bo hevrê Zana bûye xaleke werçerxê. Hevrêyê me bi hewil û fedakariyeke di ser ya mirovan re têkoşiyaye û xwe ji taybetiyên pergala kapîtalîst rizgar kiriye. Ji sala 2015’an ve li qada Cîloyê ku dijmin bi hemû hêza xwe êrîş kiriye, hevrê Zana bi hêrs û azwerî bersiv daye dijmin. Cih di nav gelek çalakiyan de girtiye. Bi taybetî gava li qada Oramarê bûye tim çalakî li dar xistine, bi pratîka xwe nehiştiye ku dijmin çavên xwe jî vebike û bi erka xwe rabûye. Hevrê Zana, tevî pratîka xwe ya serkeftî, her tim xwe kêm dîtiye û xwestiye ku têkoşîna xwe geştir bike. Azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê me ji xwe re kiriye armanc ta ku bigihîje vê armancê xwe serkeftî nedîtiye. Hevrêyê me her tim xwebipêşvebirin û xwenûkirina di warê leşkerî de ji xwe re kirine esas, di asta akademîkî de tu perwerdehî nedîtibe jî xwe hewila xwe perwerde kiriye. Şehadeta fermandarên me Bager-Fatîh ku ew û hevrê Zana bi hev re têkoşiyane û jiyane, ji bo wî pir dijwar bûye û ev ji xwe re kiriye sedem ku bêhtir têbikoşe.

Hevrêyê me Zana hay jê hebû ku serkeftina têkoşîna me ya ji bo azadiyê bi zelalbûna îdeolojîk dibe. Ji bo felsefeya Rêbertiyê bikeve meriyetê gelek ked daye. Ji têkoşîna rêxistinî û îdeolojîk tu tawîz nedaye û şertê mîlîtaniya Apoyî bi liyaqî bi cih aniye. Di hevrêtiya xwe de yekê sade bû, bi jiyana xwe bi hişmendiya neteweyî û bi nefspiçûkî ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û mîlîtanekê Apoyî bû hemû hevrêyên wî dixwest pê re bixebite.