Îpek ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin

Hasan Îpek ê ku 30 sal di destê dewleta Tirk de dîl hatibû ragirtin hat berdan, li Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin.

Hasan Îpek piştî 30 salan duh ji Girtîgeha Tîpa T Hêjmar 1 a Bandirma ya Balikesîrê hate berdan. Îpek li Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin.

Parlementera HEDEP’ê ya Êlihê Zeynep Oduncu, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên parêzgeha Êlihê HDP, HEDEP, DBP û komeke qelebalix li bajarokê Girêsira Îrek pêşwazî kirin. Girseya li vir bi konvoyê derbasî mala Îpek a li Taxa Saglikê bûn. Hasan Îpek li vir bi çepik, tilîlîî û fîşekên hewayî bi coş hat pêşwazîkirin.

Îpek axaftineke kurt kir û got: “Ji bo vê pêşwazîkirina bi coş spasiya we hemûyan dikim. Silavên hevalên li girtîgehê ji we hemûyan re heye. Dil û mêjiyê me bi hevalên me yên li wir li berxwe didin re ye. Dubare ji bo hatina we spas dikim.”