Aslan: Herêm ji Suryaniyan tê paqijkirin

Parlamenterê Mêrdînê yê HEDEP'ê George Aslan got, "Eger li ser bûyera kuştina Hurmuz Dîrîl hatibû rawestandin wê Gevriye Akguç li hewşa mala xwe nehatibûya kuştin. Hewl tê dayin ku herêm ji Suryaniyan bê xalîkirin."

Wekîlê HEDEP'ê yê Mêrdînê George Aslan, diyar kir ku Suryaniyên ku neçarî koçberiyê hatine hiştin û ji bo jiyaneke nû ava bikin hatine warên bav û kalên xwe, ji aliyê çeteyên dewletê û cerdevanan ve rastî tundiya sîstematîk tên.

Wekîlê HEDEP'ê yê Mêrdînê George Aslan, têkildarî qetilkirina Gevriye Akgûç a 91 salî ya li gundê Enhîlê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve ji ANF'ê re axivî û got, Gevriye Akgûç li herêmê bi aliyên xwe yên welatparêziyê dihat naskirin; her wiha bi bîr xist ku li herêmê ji aliyê cerdevanan ve rastî gefan hatiye.

Aslan, anî ziman ku dema ku wan ji bo xebatên hilbijartinê serdana gundên wan kiribû, bi kêfxweşiyek mezin wan pêşwazî kir û piştgirî daye wan û wiha got, “Kesekî wêrek û durust bû. Ew axa ku mirovan ji bav û kalên xwe mîrat wergirtine, razî nebû ku bi derewan derbasî destê kesên din bibe. Ji ber vê yekê ew bû hedef. Me jî dizanibû ku gelek kesên ku li gund bi wê re dijîn, ji ber ku diyar kirine ku ew cerdevanan li gund naxwazin rastî gefan hatine. Ji xeynî van, hin kes hene ku ji ber vegera Suryaniyan bo herêmê aciz bûne. Yekane xema van çeteyên ku dewlet wan destek dike, rant û pere ye. Ne hêsan e ku mirov li ser bingeha cînayetek wiha piralî ji aliyê kî ve hatiye pêk anîn tiştekî bêje. Tişta ku diyar e ew e ku gelê me yê ku dixwaze li ser axa xwe bijî, di bin zext û gefeke mezin de ye."

CESARET GIRTIN

George Aslan, diyar kir ku ji ber hêj cinayeta Hurmuz Diril nehatiye ronîkirin, bûye sedem ku kujerên Gevriye Akgûç cesaret bigirin û destnîşan kir ku ji ber hin alî Suryaniyên ku piştî salên dirêj vegeriyan ser axên xwe weke metrsî ji bo berjewendî û aboriya xwe dibînin, dibe sedem ku wiha bi hêsanî cînayetan pêk bînin. Aslan wiha got: “Parlamenterê Mêrdînê yê HEDEP'ê George Aslan got, "Eger li ser bûyera kuştina Hurmuz Dîrîl hatibû rawestandin wê Gevriye Akguç li hewşa mala xwe nehatibûya kuştin. Eger kuştina Hurmuz Diril ji dil û can bihata nirxandin û ev cînayet bihata ronîkirin, îro Gevriye Akgüç bi hêsanî nedihat kuştin. Me gelek caran aniye ziman; Me gelek caran anî ziman; Di doza kuştina Hurmuz Diril de dadgeh hewl nade ku sûcdar û mekanîzmaya li pişt wê bibîne û ceza bike, hewl dide di zûtirîn demê de dosyayê bigire. Her çendî dewlet bi hemû saziyên xwe xwedî wê hêzê ye ku cinayeta Hurmuz Diril ronî bike jî, çima hê jî tu pêşketin çênebûye? Pirsa jêrîn tê bîra min: Ji ber ku kesên cînayet kirine ji aliyê dewletê ve tên naskirin û teşwîq kirin, ev cînayet ronî nebûye? Ger ne bi vî rengî bûya belkî heta niha çareser bibûya. Em ê lêpirsîna der barê cînayeta Gevriye Akgûç de bişopînin û heke dosyaya derbarê vê cînayetê de mehkûmê nezelaliyê bê kirin, em ê bibêjin kesên ku cînayet kirine bi awayekî eşkere ji aliyê dewletê ve tên parastin."