HPG'ê şehîd Erdal Tolhildan bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê gerîlayekî li Kato Marînosê di sala 2020'î de şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Erdal bi wêrekî, fedakarî û kedkariya xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate ragihandin ku Îlona 2020'î li herêma Kato Marînosê gerîla Erdal Tolhildan şehîd bû û sersaxî xwest.

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye:

"26’ê Îlona 2020’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Kato Marînosê de, teqez bû ku hevrêyê me Erdal Tolhildan şehîd bûye. Hevrêyê me Erdal zext û komkujiyên ku bi salan bi serê gelê me hatî, di dilê xwe de hîs kir; ji bo ku tola gelê me hilîne, bi bawerî û biryardariyeke xurt tevlî têkoşîna azadiyê bû. Ji roja destpêkê ya tevlî bûyî û heta kêliya ku şehîd bûyî, xwe fedayê têkoşînê kir. Hevrêyê me Erdal bi tarzekî bêyî sekin, her roja ku derbas bû nirxên nû afirand. Bûye yek ji mînakên herî baş a mîlîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Erdal ji bo ku ji têkoşîna azadiyê ya gelê me re bibe bersiv, li gelek deverên Kurdistanê bi lehengî şer kir; bi cesaret, fedakarî û kedkariya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Erdal, em ji hemû gelê welatparêz ê Elbak û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Erdal Tolhildan de, bi vî rengî ne:

Nasnav: Erdal Tolhildan
Nav û Paşnav: Mûrat Şakrak
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Bedriye – Yakûp
Cih û Dîroka Şehadetê: 26’ê Îlona 2020’an / Kato Marînos

Hevrêyê me Erdal li navçeya Elbak a Wanê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbat û eşîra wî xwedî zanebûneke kûr a çandî û Kurdayetiyê bû. Lewma hevrêyê me Erdal bi van nirxan mezin bû. Piştî ku demekê li dibistanên Tirkan xwend, hevrêyê me fêm kir ku ev dibistan ti sûdê nadin wî û piştre dest ji dibistanê berda. Hevrêyê me Erdal ji temenê biçûkahiyê û vir ve ji bo ku tevlêkariyê li derbara malbata xwe bike û fêr bibe ku li ser lingên xwe bisekine, dest bi xebitînê kir. Weke kesekî ji xwe bawer û bi înîsiyatîf mezin bû. Hevrêyê me di dema ciwantiya xwe de, ji bo kar diçe metropolên Tirkiyeyê. Her çendî ku ji fêrbûnên jiyana sîstema kapîtalîst bandor bibe jî, bi saya mîrateya xwe ya çandî ya bi kok xwe parastiye.

Hevrêyê me di pêvajoya ku li metropolan dimîne de, jiyana ku sîstem li ser mirovan ferz dike fêm dike. Ket ferqê de ku sîstem tenê li ser kolekirina mirovan û mêtingehkirina keda wan hatiye avakirin. Lewma diyar kir ku ew ê ti carî nebe parçeyekî vê jiyanê û wê di nava van fêrbûnên jiyanê de nehele. Weke ciwanekî Kurd ê welatparêz hevrêyê me şahidî ji şerê li Kurdistanê û êrîşên dijmin ên li ser gelê me re kir û şopand. Hevrêyê me li metropolan rastiya dijmin hîn baştir fêm kir. Bi taybetî hevrêyê me rêbazên ku dijmin ji bo qirkirina gelê Kurd pêş xistine, ji nêz ve dişopîne; weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet bawer kir ku divê teqez li dijî vê rastiya dijmin têkoşîn were kirin. Hevrêyê me di vî warî de ket nava lêgerînan. Ji bo vê yekê çiyayên Kurdistanê û têkoşîna gerîla dît. Lewma sala 2011’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê li qada Xakurkê dît. Bi perwerdeyên ku dîtî di demekî kurt de fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêyê me Erdal di aliyê xwe yê hestiyarî de girantir bû. Ji bo ku vê yekê veguherîne tevlîbûneke fêmkirî, ket nava hewldanekî zêde. Hevrêyê me bi perwerdeyên ku dîtî fêrî dîroka Kurdistanê bû. Ji her beşek ê dîrokê dersên girîng derxist. Di heman demê de hevrêyê me zanî ku gelê me di dîrokê de gelek caran ji aliyê dewletên dagirker ve di komkujiyê de hatiye derbaskirin. Lewma li dijî dijminê ku Kurdistan dagir kirî, bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me ji xwe re kir armanca herî bingehîn ku hesabê wan komkujiyan ji dijmin bipirse û tola gelê me hilîne. Ji bo vê yekê fêm kir ku divê hîn zêdetir têbikoşe. Hevrêyê me Erdal fêm dikir ku têkoşîna rast bi tecrubeyeke leşkerî û bîrdozî pêkan e. Ji bo ku di felsefeya Apoyî de kûr bibe, ket nava hewldanekî mezin. Hevrêyê me Erdal bi sekna xwe ya dirûst, kedkar û bi îdîa ya di şoreşê de dihat naskirin; hingî ku felsefeya Rêbertî fêm kir û kûr bû, fikirî ku divê hîn zêdetir têbikoşe û bi rengekî rast xwedî li wezîfeyên xwe yên demê derbikeve. Fikirî ku encex bi vî rengî dikare bibe layiqê bîranîna kedên Rêbertî û şehîdên me yên leheng. Hevrêyê me Erdal ku sala 2014’an li herêma Xakurkê pratîk dimeşand, dema ku çeteyan êrîşî Kobanê kir ji bo weke şoreşgerekî soza parastina gelê me bi cih bîne û gelê me car din di komkujiyê de neyê derbaskirin, çû Kobanê.

Hevrêyê me li Kobanê di şerê li dijî çeteyan de, bi sekna xwe ya bi îrade, fedakarî û wêrekiya xwe derket pêş. Bû yek yek ji hevrêyên me ku di têkçûna çeteyan de rol lîst. Hevrêyê me Erdal piştre tevlî gelek pêngavên çalak ên li dijî çeteyan, bû. Di warê leşkerî de bû xwedî tecrubeyeke mezin. Hevrêyê me xwe di gelek qadan perwerde kir û tiştên ku fêr bûyî hem di pratîkê de pêk anî, hem jî bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi vê taybetmendiya xwe bû mîlîtanekî mînak. Di pêvajoyên herî krîtîk ên şer de mîsyoneke girîng girte ser xwe. Hevrêyê me Erdal bi vê mîsyonê ji bo pêşketinan tevlêkarî kir. Tevî ku yek jê bi giranî du caran birîndar bû, ti carî dest ji xwestek û biryardariya xwe ya têkoşînê berneda. Her tim di nava lêgerînê de bû ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê têk çûn, hevrêyê me bi serbilindiya ku wezîfeya xwe bi rengekî serkeftî bi cih aniye car din çû çiyayên Kurdistanê. Şerkirina li dijî dewleta Tirk a mêtinger, kir hedefa xwe ya sereke.

Dewleta Tirk a qirker polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêbertiya me kûr dike û didomîne, li dijî gelê me êrîşên xwe zêdetir dike, bi şerê taybet ê ku li Kurdistanê pêş xistî dixwaze ciwanên Kurd ji têkoşînê dûr bike û heqaretê li cenazeyên şehîdên me ku nirxê herî mezin ê gelê me ne, dike û êrîş dibe ser. Hevrêyê me Erdal van hemûyan dike sedemê esas ê têkoşînê. Lewma demildest derbasî Bakurê Kurdistanê bû û li benda kêliya ku hesabê ji dijmin bipirse, ma. Hevrêyê me Erdal ji bo ku perwerdeya bîrdozî û taktîka gerîla bibîne, li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeyê bû. Hevrêyê me bi perwerdeyên ku dîtî, kûrbûna xwe ya di bîrdoziya Rêbertî de li ser bingehê pratîkê hîn zêdetir kir. Di vî warî de hewl da ku derbarê her mijarê de alîkariyê bide hevrêyên xwe. Bi nîqaşên ku bi hevrêyên xwe re kirî, tevlêkarî kir ku ew jî pêş bikevin. Hevrêyê me Erdal li ser taktîkên gerîla ya demê nû jî lêhêrbûn kir, bi taybetî jî ji bo ku di taktîka gerîlayên bi tevger de bibe pispor hewldanekî mezin da. Hevrêyê me Erdal bi hêza ku ji van pêvajoyên perwerdeyê wergirtî, bû mîlîtanekî bi înîsiyatîf û ji xwe bawer. Piştî ku demekê li qada Avaşînê ma, ji bo pêkanîna xeyala xwe ya mezin derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me derfet dît ku li qadên ku lê mezin bûye û lê şêwe daye kesayeta xwe, gerîlatiyê bike. Bi îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe da pratîkê. Hevrêyê me li gelek herêmên Botanê gerîlatî kir. Li vir di çalakiyên li dijî dijmin hatin lidarxistin de, cih girt û hewl da ku bi çalakiyên xwe wezîfeyên xwe yên demê bi cih bîne.

Hevrêyê me Erdal bi kesayeta xwe ya têkoşer, sekna xwe ya dilnizm û zelalbûna di pîvanên xwe yên mîlîtaniyê de, li her devera ku lê ye bû parêzvanê jiyana Apoyî. Hevrêyê me 26’ê Îlonê di êrîşa dijmin a li ser Kato Marînosê de şehîd bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku bîranîna hevrêyê xwe Erdal di têkoşîna xwe de bidin jiyandin û em ê teqez xeyalên wî li Kurdistana azad pêk bînin."