Li Wan û Bedlîsê civînên gel: Em li Gemlîkê li hev bicivin!

Li Wan û Bedlîsê bi beşdariya bi sedan kesî civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de ji bo tevlîbûna li Meşa Gemlîkê bang hate kirin.

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û Komeleya Çand û Yekîtiya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) li Wan û Bedlîsê civînên gel hatin lidarxistin.

Li Wanê di civînê de bi sedan kes û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn. Rojeva civînê jî 'Meşa Azadiyê' bû ku wê 18'ê Mijdarê li Gemlîkê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin.

Hevseroka MEBYA-DER'ê Hanim Kaya bi bîr xist ku 32 meh in parêzer û malbat nikarin Ocalan bibînin û got, "Li gel tecrîdê binpêkirinên li girtîgehan zêde dibin. Polîtîkayên şer ên li ser Rojava, bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer dewam dikin. Em van polîtîkayan qebûl nakin."

Hevserokê TUHAY-DER'ê Çetîn Ûyar jî got, "Zarokên me ji ber van polîtîkayên zilmê jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî binpêkirina mafên mirovan divê em dengê xwe bilind bikin. Di 18'ê Mijdarê de em ê li Gemlîkê meşekê lidar bixin. Divê malbatên me bi xurtî tevlî vê meşê bibin. Em ê bi meşê tecrîda li Îmraliyê bişikînin."

Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Şîrîn Abî jî destnîşan kir ku divê hre kes li ber tecrîdê rabin û got, "Em dixwazin Birêz Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin."

Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya ji bo meşa li Gemlîkê banga tevlîbûnê kir.

BEDLÎS

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî civîna gel hate lidarxistin. Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr diyar kir ku desthilatdarî ji wan ditirse lewma tecrîdê dewam dike û got, "Dibe ku Birêz Ocalan ji aliyê fîzîkî ve girtî be, lê belê fikrên wî li her derê di meriyetê de ye. Lê belê em êdî daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dikin. Em ê ji bo vê bixebitin."

Hevserokê MEBYA-DER ê Wanê Enver Taş jî diyar kir ku ji bo aştî pêk were divê her kes xwedî li Abdullah Ocalan, xakê, zarokên xwe û nirxên xwe derkevin.

Ji rêveberên TUHAY-DER'ê Orhan Işik jî ji bo meşa li Gemlîkê banga tevlîbûnê kir.

Civîn bi nîşandana sînevîzyonê û belavkirina xwarinê bi dawî bû.