HPG: Dagirkerek hate cezakirin, derb li 10 çeperan hate xistin

Artêşa Tirk a dagirker li gel piştgiriya PDK'ê jî nikare li hemberî berxwedana gerîla encamê werbigire. Di çalakiyên gerîla de dagirkerek hate kuştin, 2 droneyên bombebarkirî, mobesseyek hatin îmhakirin.

Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Artêşa Tirk ji bo karibe plana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne 2 sal in bi her cûre teknîka şer û çekên qedexekirî bi kar tîne. Tevî vê yekê jî nekariye li hemberî berxwedana gerîla encamê bi dest bixe. Hêzên me ku her roj û her kêliyê li ber xwe didin, çalakiyan dikin, bi baweriya ji serketinê bi gelek rêbazan nahêlin planên dijmin ên dagirkeriyê pêk werin. Artêşa Tirk ku bêçare maye, bi piştgiriya PDK'ê hewl dide kepçeyan bîne ser çeperên me û hilweşîne. Hêzên me bi îradeyeke mezin û ruhê fedaî li dijî dagirkeran û kepçeyan gelek çalakî kirin, derb lê xistin. Di van çalakiyan de dagirkerek hate kuştin, 2 droneyên bombebarkirî û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin, derb li 10 çeperan hate xistin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

5'ê Mijdarê saet di 20:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk dest li helîkopteran hate werdan. Di encamê de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

6'ê Mijdarê saet di 08:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî ku ji bo bombekirina çeperên me digeriya, li hewayê hate îmhakirin. Drone tevî teqemeniyên li ser hate îmhakirin.

6'ê Mijdarê saet di 14:45 û 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

6'ê Mijdarê saet di 21:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî ku ji bo bombeyan li çeperên me bibarîne digeriya, li hewayê tevî teqemeniyên li ser hate îmhakirin.

6'ê Mijdarê saet di 21:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Mijdarê saet di 07:00, 12:30, 13:00, 14:00, 14:25, 15:00, 15:30 û 17:20'an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin. Derb li 6 çeperan hate xistin.

5'ê Mijdarê saet di 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

6'ê Mijdarê saet di 02:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan.

6'ê Mijdarê saet di 09:10, 10:00, 10:15, 10:30, 10:35 û 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 6 caran bi çekên giran dest li kepçeyan hate werdan ku bi piştgiriya PDK'ê ji bo hilweşandina çeperên me hatibûn anîn. Liv û tevgera kepçeyan bi vî rengî hate rawestandin.

6'ê Mijdarê saet di 12:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

6'ê Mijdarê saet di 14:35, 15:20, 18:20 û 23:55’'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan. Derb li 2 çeperan hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

6'ê Mijdarê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi droneyeke bombebakirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

6'ê Mijdarê li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 9 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

6'ê Mijdarê herêmên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."