RJAK’ê li dijî dewleta Tirk banga avakirina eniyeke hevpar kir

RJAK’ê bertek nîşanî erîşa duh ya dewleta Tirk a dagirker ya li ser Ranyayê da û bang li hemû partî û aliyên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dewleta Tirk eniyek hevpar ava bikin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) der barê êrîşê duh ya dewleta Tirk a dagirker ya li ser Ranyayê de daxuyaniyek nivîskî da. RJAK’ê bang li hemû partî û aliyên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dewleta Tirk eniyek hevpar ava bikin.

Daxuyanî RJAK’ê wiha ye:

“Divê hemû welatî, taybet jin, partî û aliyên li Başûrê Kurdistanê dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin. Ji ber helwesta dijî dagirkeriyê erkek netewî û nîştimaniye. Bi salane Başûrê Kurdistanê dibin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker deye. Ev êrÎş û reftarên dijmin, tenê dibin sedema ziyanên canî û madî. Bi taybet di salên dawî de êrişên asmanî yên Tirkiyeyê, ji Zaxo bigre heya Şengalê, Koye, Pênciwên û Şarbajar dewam dikin. Herî dawî jî êrîşa duh bû.

Sedema êrîşên dewleta Tirk a dagirker çavtirsandina xelkê û dûrxistina ji tevgera azadîxwaz ya gelê me ye. Armanc qirkirina gelê Kurd û ziyan gihandina yekîtiya netewî ye. Bêdengî û bê helwestiya rayedarên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîş û komkujiyên li ser gelê me, cihê xemginiyê ye. Her wiha nebûna bê helwestiya xelkê Başûrê Kurdistanê jî cihê xemginiyê ye. Ev bê helwestî û bêdengiya partî û aliyên Kurdî ya li hemberî dagirkeran, bi salane dewam dike û dibe sedem ku dijmin bi asanî bikarî bigihi armancên xwe û dagirkeriya xwe dewam bike.

Em livir weke RJAK banga avakirina hevpeyman û eniyek dijî dagirkeran dikin ku ji hemû partî û aliyên Başûrê Kurdistanê pêkbê dikin. Ji ber ku helwesta dijî dagirkeriyê erkek netewî û nîştimaniye.

Ji bo ku êrîşên mîna ya duh pêkneyên, pêwîste dirûşmeya ‘Ji dagirkeriyê na’ bibe hêvênê yekîtiyê. Divê ji bo vê jî êdî peyam û daxuyanî bi pratîkî werin kirin.”