Qîrîna serketinê ya Şehîd Berfîn bû fîşeka serhildanê û li xiyanetê ket

Yek ji bi hezaran lehengan Berfîn Rêbaz bû ku li çiyayên Kurdistanê destan nivîsandin. Qîrîna serketinê ya Berfîn Rêbaz fîşekeke serhildanê bû ku li xiyanetê ket.

Li axa Kurdistanê du hest timî bi hev re bûn. Aliyekî xwe timî bû cihê serbilindiyê û bi wêrekiyeke mezin serî li ber her kesî rakir, aliyê din jî di nava xiyanetê de ma.

Lê belê li hemberî mezinahiya berxwedana heyî, xiyanet bi xwe jî nema dikare Kurdistanê biêşîne. Êdî li dijî xiyanetê sekneke bi biryar heye. Xiyanet wê ti carî li vê xakê bi cih nebe. Ji ber vê yekê Kurdistan ji her dema îrokê bêhtir niha serbilind e. Ji ber ku gerîlayên xwe yên leheng hene ku hesab ji dagirkeran dipirsin. Van gerîlayan her tiştên xwe dane xak, çiya û xwezaya Kurdistanê. Nirxê xwe yê herî hêja feda dikin.

Sara Ahmed (Berfîn Rêbaz) li parçeyê Başûr ê Kurdistan li dijî xeta xiyanetê ya PDK'ê bi hêrseke mezin şer kir û bû gerîlayek ku bi lehengî şehîd bû û mîrateyeke mezin li pey xwe hişt.

Sara Ahmed bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye. Li nava malbateke welê ji dayik bû ku bi nirxên neteweyî û xaka xwe re dilsoz bû. Ji jiyana dilnizm a malbata xwe hînî qîmetê kedê bû. Weke jineke ciwan a kedkar û jêhatî mezin bû, hîn di zarokatiyê de bindestiya jinê ya li nava civakê qebûl nekir û li hemberî vê yekê timî bû xwedî hêrs. Sara ku jineke jîr, jêhatî û bi enerjî bû, ev enerjiya xwe li derdora xwe jî belav dikir. Xwe ti carî ji rêzê nedît. Weke jineke Kurd aliyê xwe yê welatparêz û dilsoziya bi xaka xwe li pêş bû, lê belê bi vê yekê nesekinî. Nikarîbû xwe li parçekirina xaka Kurdistanê rabigirta.

PKK RÊYA RIZGARIYÊ YE

Û Sara dît ku rêya rizgariyê li nava refên PKK'ê ye. PKK weke tevgereke siyasî û leşkerî ji bo gelê Kurd û gelên bindest yekane çare ye. Tevlîbûna li nava vê rêxistinê û şerkirin, ji bo wê bûye rêyek.

Şervanên azadiyê yên Kurdistanê ku ji bo Kurdistanê canê xwe feda dikin gelekî bandor li Sara kirin. Û her ku lêkolîn kir, bihîst hîn bêhtir bi PKK'ê ve hate girêdan û xwest di nav de be. Sara gelekî hewl da ku malbata wê jî ji rêxistinê hez bike û bibe malbateke welatparêz. Her ku dît azadiya Kurdistanê bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo dibe, hewl da vê yekê bi derdora xwe jî bide fêhmkirin. Dît ku hemû bedewiyên dixwaze dikare bi şerê azadiyê yê li çiyê bi dest bixe. Û Sara êdî weke Berfîn Rêbaz tevlî nava refên rêxistinê bû.

Berfîn jî êdî tevlî govenda azadiyê bû. Êdî ew jî di nava milîtanên PKK'ê de bû deryayeke rizgariyê. Bû rêyek ber bi paşeroja azad ve. Bi eşq û dilxwaziyê li ser vê rêyê meşiya. Hêrsa wê ya li dijî dijmin heta ku dîlgirtina Rêbertî dewam bikira wê mîna agirekî di dilê wê de dewam bikira. Ti kar wê ji bo xwe têrker nedîtibûya. Di salên 2016 û 2018'an de li herêma Zapê tevlî şerê navbera dewleta Tirk û gerîlayên azadiyê bû. Beşdarî gelek çalakiyan bû, ji hevrêyên xwe re bû mînak û li dijî hêzên noker ên li ser xeta xiyanetê bi sekna xwe bû mîna sîleyekê. Gerîlaya YJA Starê Berfîn Rêbaz ku ruhê destanî yê herêma Zapê di kesayetiya xwe de afirand, ji bo karibe xwe di îdeolojiya rizgariya jinê de kûr bike û ji jinên li Başûrê Kurdistanê re bibe bersiv berê xwe da Garê, tevlî Akademiya Şehîd Bêrîtan bû.

Berfîn ji bo karibe sekna esîl a şehîd Bêrîtan a li dijî xeta xiyanetê fêhm bike û bibe milîtanekî vê xetê, hewl da ku cewhera nasnameya akademiyê di kesayetiya xwe de biafirîne. Bi hêza ji akademiyê wergirtî berê xwe da herêma Metînayê. Bi kedeke mezin tevlî pratîkê bû. Li Metînayê û li her herêmê li dijî xeta xiyanetê ya PDK'ê bû şervaneke bi hêrs. Berfîn li herêma Metînayê di sala 2021'ê de bi îdîayeke hîn mezin li ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK'ê rabû. Weke milîtaneke Apoyî ji bo dagirkeran ji xaka xwe biqewirîne pêşengî ji gelek çalakiyan re kir.

ŞEHÎD BERFÎN BÛ YEK JI ŞERVANÊN RÊBER APO

Berfîn destanên qedîm ên gelê Kurd bi her zaravayên Kurdî nîşan da. Berfîn ku dengê wê mîna serhildanê bû di her stranê de hesta azadiyê bi her reng û awazê diyarî gelê Kurd kir. Hesret, armanc, hêvî û serhildana gerîla di dengê wê de geş bû û gihîşt dilê mirovan. Berfîn bi sekneke bi vî rengî li çiyayên Kurdistanê jiya û şerekî welê kir ku gelê Kurd pê serbilind be. Bi kesayetiya xwe ku têgihiştî bû, tevlî nava jiyana PKK'ê bû. Diviyabû dijmin ji xaka Kurdistanê bihata qewirandin û ji kiryarên xwe yên li Kurdistanê poşman bibûya. Jineke Kurd serî hilda bû û êdî ti astengî nikarîbû li pêşiya wê bisekine. Eger ev jin jinên ji YJA Starê bûna hingî diviyabû dijmin jê bitirsiya. Ji ber ku jinên ji YJA Starê parêzvan û şervanên esîl ên jiyana nû ya li Kurdistanê ne ku ji aliyê Rêbertî ve hatiye afirandin. Nûnerên bi biryar ên vê yekê ne ku tirsê berdidin dilê dijmin. Berfîn bi vê hestê bi ser dijmin ve çû.

Berfîn bi hevrêyên xwe li her çalakiyê êrîş dibir ser çeperên dijmin û dijmin têk dibir. Welê bû ku dijmin êdî ji hebûn, deng, fîşek û sekna wê ya li dijî xiyanetê ditirsiya. Dijmin li hemberî vê sekna wê bêçare ma û xwest bi rengekî xayinî Berfîn qetil bike. Lê belê Berfîn ji zûdeyî xwe ji bo gelê Kurd feda kiribû û amade bû bikeve govenda azadiyê. Mirin wê ti carî ew tune nekiribûya. Berevajî wê di warê nemirand de weke jineke Kurd a nemir di dîrokê de bibûya xwe cihekî herî bi rûmet. Welê jî bû. Dijmin bi şehadeta wê ti carî serketinek bi dest nexist. Şehîd Berfîn mîna Şêx Seîd mirin bi serbilindî pêşwazî kir û di 11'ê Hezîrana 2022'an de li herêma Metînayê tevlî karwanê şehîdan bû.