TAJÊ li Şengalê komxebata ‘Jin û Parastin’ lidar xist
Bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi hemahengiya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) li ser mijara ‘Jin û Parastin’ komxebat lidarxist.
Bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi hemahengiya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) li ser mijara ‘Jin û Parastin’ komxebat lidarxist.
3’yê Tebaxa 2014’an Şengal ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate dagirkirin, bi hezaran Êzidî di komkujiyê re derbasbûn, bihezaran jin û zarok ji ber bêparastinbûn dîl ketin destê DAÎŞ’ê. Hîn jî aqûbeta bihezaran jin û zarokên Êzidî nayê zanîn.
Gerîlayên HPG-YJA Star, li gel ciwanên xwebexş ên Êzidî û hevkariya YPG-YPJ’ê 13’ê Mijdara 2015’an Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kir. Ji 2015’an ve xebatên ji nûve avakirin, xwe rêxistinkirinê ya civaka Êzidî û bi taybet jî jinên Êzidî destpê kir. Niha jinên Êzidî hem xwedî hêza parastinê ya xwe xweser in, hem rêxistinbûna wan bi navê TAJÊ heye.
Ji bo dûbare jinên Êzidî nebin qurbanên herî mezin yên şeran û fermanan TAJÊ bi hemahengiya YJŞ’ê komxebatek li ser mijara ‘Jin û Parastin’ lidar xist.
Komxebat saet 10.00’ê berê nîvro li Meclîsa Gel a Şengalê bi beşdariya 150 kesî bi dirûşmeya, ‘Bi Jin Jiyan Azadî me li berxwe da, Şengalê Rizgar kir, bi têkoşîna xwe diparêzin’ û bi yek xulek rêzgirtin ji şehîdên fermanê û rizgarkirina Şengalê re destpê kir.
Li hola komxebatê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşmên, ‘Li beramberî zordariyê dem dema xwe rêxistinkirin û parastina jinê ye’ û ‘Bi pêşengiya jina azad, xweserî mîsoger dibe’ û ‘Jin Jiyan Azadî, berbi şoreşa jinê ve’ hatin daliqandin. Her wiha wêneyên gelek şehîdên jin yên di ber rizgarkirina Şengalê de şehîd bûne hatin daliqandin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico ve hate kirin. Riham Hico wiha axivî: “Salvegera 8’emîn rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, li hevalên şehîd, li malbatên şehîdan, li şervanên YBŞ û YJŞ’ê, hemû kesên ked di ber rizgarkirin û avakirina Şengalê de ket dane pîroz dikin. Ji ber xiyaneta PDK’ê û xemsariya hikûmeta Iraqê Şengal rûberûyê qirkirinê hat. Çima Şengal bêparastin hate hiştin? Ji ber hêzên parastinê ne ji Şengalê bixwebûn wisa bû. Xiyaneta PDK’ê di dîroka Êzidiyan de hatiye nivîsîn. Ên ked di Şengalê de dan, şervan û gerîla bûn. Li bin her kevirekî Şengalê de xwîna şehîdan heye. PDK wê sibe derkeve bêje me di ber rizgarkirina Şengalê de 600 şehîd daye. Gelo ev şehîd kîne, çima bîranîna wan nakin? Em bi belge dizanin, kî Şengalê rizgar kir. Hêzên hevkarê DAÎŞ’ê ne biryar dane Şengalê ji Êzidiyan vale bikin û di qirkirinê re derbas bikin. Lê me bixwîna xwe rizgar kir, em ê bixwîna xwe jî biparêzin. Em ê weke jinên Şengalê dema hate xwestin bibin leşker û Şengalê biparêzin. Em ê bixwe çarenûsa xwe diyar bikin, qebûl nakin ti kes li ser navê me biryarê bide. Hemû hêzên li vir hêzên me ne. Yên 3’yê Tebaxê ji Şengalê reviyan ne rewane. Her roj dibêjin, hêzeke ne rewa li Şengalê hene, lê yên 3’yê Tebaxê reviyan esas ne rewane. Em ê hesabê 73 fermanan bixwazin. Em ê hesabê her dayîkek û zarokek ketiye destê DAÎŞ’ê bipirsin.”
Riham Hico îşaret bi fikrê Abdullah Ocalan kir û got: “Bi saya Rêber Apo, em jinên Ereb û Êzidî niha li vê salonê hatine ba hev. Fikrê wî yê netewa demokratîk me tîne gel hev. Heya em Şengaleke xweser û azad ava nekin, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê xewn û xeyalên şehîdan pêkbînin.”
Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser jin û parastinê bi şeklê sînevîzyon hate dayîn. Perspektîfên Abdullah Ocalan bi coş hate pêşwazîkirin. Abdullah Ocalan di peyamê de îşaret bi van xalan kir: “Dema ku mirov ji nêz ve li Êzîdî û Elewiyan binêre, bi taybetî temsîla karakterên demokratîk, azad û wekhevên çanda Zerdeştî wê li cem jinan were dîtin. Tevî ku pir hatine tepisandin jî, aliyê wan ên bi xwezayê re bûne yek, wêrekî û eşkere gotin hêjayî dîtinê ye.”
Di dewama peyamê de beşek taybet ya ji peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo xweparastin û rêxistinkirinê ya jinên Êzidî li beramber êrîşên qirkirinê jî wiha ye: “Ruxmê ku ev heft sal e, ez ji bo Şengalê hişyarî dikim, ji ber ku tedbîr nehate girtin, tiştên qêwimîn we dît. Di rastiyê de yê ku hate qetilkirin û tecavûzkirin em hemû bûn. Pewîst dikir ku dunya xera kiriba, qiyamet rakiriba. Ger em pêşî lê negrin, komkujiyên bi vî şewazî dê berdewam bikin û wê li her derê talanan bikin. Hedefa DAÎŞ’ê destwerdana giştî gelên li Rojhilata Navîn e.
Hîna jî gelê Êzîdî rûbirûyê komkujiyane. Em vê qatlîamê ne jibîr dikin ne qebûl dikin, ne jî em ê rûnin hêsiran/lorîkan bibarînin. Di dîroka mirovatiyê de tevkujiyên wiha ti carî nayên jibîrkirin. Ger bên jibîrkirin tê wateya ku wîjdan jî tinebûye. Şengalê ji dagirkirinê rizgarkirinê bidin destpêkirin. Ji bo vê pêwîstiya hêza parastineke saxlem dike. Êzîdîtî koka ejdadê Kurd e. Ya em ê gelê Êzîdî biparêzin û şerefa xwe heyîn bikin yan jî wê Kurdinî tine bibe. Agirê berxwedaniyê, mizgîniya jiyana azad e. Heyanî berxwedanî pêşnekeve, azadî û rizgarbûyîna mirov jî pêş nakeve.
Ez niha tiştên jinên Êzidî dijîn dibînim, pir xemgîn dibim. Bi taybet hûn jin, derfetên xwe komê serhev bikin, her tim asta xwe bilind bikin. Li pêşberê her cûre qirejiyên deshilatdariyan ku jinan biçûk dixinê ev firsetekê mezin e. Mêr li pêşberî dagirkeran winda kiriye, lê jin ji aliyê heman mêrî ve carekê din jî hatiye bindestkirin. Xweşiktiyên bêhempa hatiye windakirin û xistine nav koletiyeke pir kûr. Ji bo vê jî xwe tenzîm bikin û artêşbûna xwe xurt bikin. Dibe ku civak şer û siyasetê karê jinan nebînin. Lê şer û siyaset ne tenê karê mêran e. Zanista siyasî ku hûn digrin û çek, ji bo vê yekê pir binirx e. Weke din azadî bi dest nakevê. Bilî çekên destê we çi tiştekî ku hebûna we watedar bike nîne. Ji bo jinekê azad ev wekê cejnekê binirx e.
Bihêzbûna wekî kesekê bes nakê, weke tenzîmekê jî, wekî rexistinekê jî bihêzbûn lazime. Dema ku hûn li pêşberî mêr di her astê de artêşbûyîn û rêxistina xwe pêşbixin li pêşberê wan bandoran hûn ê bikevin rewşekê pir bi armanc û xurt. Rêya we heta dawî vekiriye û hûn ber bi rêfên azadiyê ve diherikin.”
Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê malbatên şehîdan Dayê Neam Ilyas wê peyamê bide.
Piştî peyama malbatên şehîdan bi navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî, bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen axaftinek bike. Her wiha dê di komxebatê de peyamek bi navê jinên ciwan yên Şengalê jî were dayîn.
Piştî peyaman wê mijara parastinê di sê semînerên ji aliyê Hêza Şengalî û Ferîde Şengalî ve were gotûbêjkirin. Her wiha wê jinên Ereb jî semînerek li ser jin û xweparastinê bidin.
Piştî semîneran wê li ser mijara parastinê nîqaş werin kirin. Piştî nîqaşên berfireh wê axaftina girtinê ji aliyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo ve were kirin û TAJÊ ji ber parastina civak û jinên Êzidî diyariyek pêşkêşê YJŞ’ê bike.
Di dawiya komxebatê de hem wê ji bo rizgarkirina Şengalê û hem jî serkeftina xebatê, ahengek were gerandin.