PDK'ê li Biradostê baregeheke nû ji dewleta Tirk re çêkir

Piştî ku hêzên PDK'ê li zozanên Biradostê bi cih bûn, dewleta Tirk a dagirker dest bi avakirina baregehek nû ya leşkerî kir.

Li gorî medya nêzî YNK'ê, dewleta Tirk a dagirker li herêma Biradostê baregehek nû ya leşkerî ava kir.

Bi vê baregeha nû re dewleta Tirk bi qasî 10 kîlometreyan kete nava xaka Herêma Kurdistanê.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, bi helîkopteran nêzî 100 leşker li baregeha li Biradostê hatine danîn.

Baregeha leşkerî ya nû ya navborî li qada Duriyeyê ye. Bi vê baregehê re ku Duriye ji Xakurkê qut dike, qadên Tarstan, Kem Kora, Sinîn Lolan bûn qadên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

Piştî ku PDK li herêmê bi cih bû, baregeha leşkerî hate avakirin. Di 13'ê Îlona 2023'an de bi sedan wesayitên zirxî yên PDK'ê tevî çekên giran derbasî herêma Biradostê bûbûn.

PDK beriya ku derbasî vê herêmê bibe 24 saet dem dabû koçeran ku herêmê biterikînin û bi gef, zext û zorê koçer ji herêmê derxistibû.

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku li herêma Biradostê koçer û cotkar di nav de nêzî 286 malbat neçar man ku ji ber zexta PDK'ê bax û baxçeyên xwe biterikînin.

Balafirên şer û yên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker rojane bombeyan li herêma Biradostê dibarînin. Herêm di heman demê de bi top û hawanan tê bombekirin.