Girtiyên nexweş li dijî îşkenceyê banga hestyariyê kirin

Girtiyên nexweş Fevzî Arslan û Şehîrban Mîmkara di hevdîtina bi parêzerên xwe re êşkenceya li wan hatiye kirin vegotin û banga hestiyariyê kirin.

Girtiyê nexweş Fevzî Arslan (50) ku di Girtîgeha Rihayê ya Tipa T’yê de tê ragirtin, girtiya nexweş Şehrîban Mîmkara ya li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê û bi nexweşiya pençeşêrê ketibû, binpêkirinên mafan bi parêzerên xwe re parve kir.

Fevzî Arslan ê ku ji bo roviyên wî dernekevin neçar ma korset bikar bîne, diyar kir ku di sewqên nexweşxaneyê de bi muameleya xerab re rû bi rû mane û lêgerîna dev li ser tê ferzkirine. Arslan diyar kir ku muayeneya kelepçekirî li ser ferz kirine û wiha got: "Dema em diçin bijîşk leşker dibêjin dem nemaye û nahêlin em pirsan bikin. Muayeneya me bi rêk û pêk nayê kirin." Arslan destnîşan kir ku odeyên ku ew tê de dimînin di bin navê lêgerînê serobino kirine û got ku di lêgerîna çend roj berê betaniyên wan hatine desteserkirin. Aralan wiha berdewam kir: "Tiştên min ji dolabê derxistin û  danîn ser Qurana min." Arslan anî ziman ku serlêdanên wan ên ji rêveberiyê re nehatine bersivandin û wiha got: "Berê xwîn çûbû ser mejiyê min. Fitiqa min heye. Tedawiya min heta niha nehatiye kirin. Tu fêdeya korsetê tune. Bijîşk dibêjin divê demildest emeliyat bibim, lê hîn jî nebûme.”

Girtiya nexweş Şehrîban Mîmkara ku herî dawî bi nexweşiya pençeşêrê ketibû diyar kir ku di sewqên nexweşxaneyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû mane û serpêhatiyên xwe wiha vegot: “Sewqên min dereng xistin. Piştre dema parêzer û parlamenteran rewşa min ji dozgeriyê re ragihandin, min sewqî nexweşxaneyê kirin. Lê vê carê her çiqas du caran biyopsî kirin jî der barê nexweşiya min de teşhîs nehat kirin û ger bûbe jî ji min re negotin. Dema ku ji bo cara sêyem biyopsiya min hat kirin, min pirsî ka çiya min heye. Gotin tu bi penceşêrê ketiyî, lê nexweşiya min ji min re negotin. Ez hîn jî nizanim çi nexweşiya min heye. Agahiyê nadin min. Rêveberiya girtîgehê bersiva daxwaznameyên min nade. Niha malbata min got ku wan bihîstiye ku biryara emeliyatê ji bo min hatiye dayîn. Di vê der barê de tu agahî nedan min. Ez texmîn dikim ku ez nizanim dê roja emeliyata min çi ji min re bibêjin. Ez naxwazim bêyî amadeyî biçim emeliyatê. Lê ew vê derfetê nadin min. Ger ez emeliyat bibim jî, derfeta min tune ku bijîşk yan jî nexweşxaneyê hilbijêrim, ez naxwazim piştî emeliyatê di bin çavdêriya nexweşxaneyê de bimînim. Li wir pir qirêj û bêhijyenîk e. Ger emeliyat bibim ez naxwazim di girtîgehê de bimînim. Ji ber ku rîska min a enfeksiyonê heye, ez dixwazim tedawiya min li odeyeke paqij bikin. Daxwza min ji rêveberiyê ew e ku agahiyên rast bidin min.”

'5 ROJ IN AV NAHERIKE’

Şehrîban Mîmkara diyar kir ku lêgerîna derxistina pêlavê li se wan ferz dikin û got ku ev pêkanîn li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Şehrîban Mîmkara anî ziman ku gelek caran avê qut dikin û daxuyand ku ev 5 roj in av naherike.

BANGA JI BO HESTYARIYÊ

Arslan û Mîmkara bang li parêzvanên mafên mirovan, bi taybetî rêxistinên hiqûqî kirin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkevin nava liv û tevgerê û dengê girtiyan bibihîzin.